Li Ser Du Sıtranên Ku Li Ser Reşoyê Silo Hatine Hûnandin

Article

Rêzenivîsek Li Ser Hinek Sitranên Nêzdîroka Me 22   (Tew Dinyayê )             

Li Ser Du Sıtranên Ku Li Ser Reşoyê Silo Hatine Hûnandin

Gelî Xwendevanên delal û bi rûmet! Eger Rebbê me Ellah Te‘ala destûr bide emê di vê jimara Kovara Kelhaamed biçin newala xwînê yanî emê biçin Gelîyê Zîlan  û behsa lehengekî navdarê Gelîyê Zîlan bikin. Di vê nivîsê de lehengê me Reşoyê Silo ye.

Reşoyê Silo bi eslê xwe ji binemala Kalê ye. Ev binemal beşek ji beşa  ‘Eşira Bekira ye. ‘Eşîra Bekiran ‘eşîrek mezinê Kurda ye. Ferdên vê ‘Eşîrê bi giranî li Batman,  Wan, Agirî, Erdîş, Bazid, Mûş, Qereqoçan, Exlat, Tetwan, Diyarbekir, El‘ezîz, Melazgir û Qersê belav bûn e.

Reşoyê Silo li  gundekî Erdîşê ê bi navê Komurkoy hatibû dinê û jiyana xwe li wir didomand. Navê wî yê eslî Reşît e. Navê bavê wî jî Suleyman e. Ji ber ku gelê Kurd wek adeteke xweyê kevnar giranîya navan di nav xwe de bi awayeke belexwarî bilêv dikin Reşîtê lawê Suleyman di nav gel de wek Reşoyê silo hatiye bilêvkirin û wilo maye. 

Li gorî agahîyên di derbarê wî de Reşoyê Silo di Medresa Hesen Evdal de xwendîye, keseke xwenda û zanayê dema xwe ye. Piştî ku dewleta Osmanîyan hildiweşe û damezrînerên Komara Cumhûrîyetê polîtîkayeke nû û sekuler dimeşînin wek gelek gelên herêmê Reşoyê Silo jî nerazîbûna xwe ya li dij vê rewşê nîşan dide. Wexta ku serhildana Şêx Se‘îd li dar dikeve Reşoyê Silo jî nerazûbûna xwe ya bo vê serhildanê aşîkar dike bes derfeta tevlêbûna qiyamê nabîne. Piştî ku serhildan bi mudaxleyek hovane têk diçe rayedarên Komara Cumhûrîyetê gelek mal û malbatên Kurd ê navdar sirgûn dikin. Gelek şêx, mela, axa û pêşîvanên Kurda jî an bi dar da dikin, an dixin zîndanan an jî sirgûn dikin.  Di birayara sirgûnê de ji herêma Bazid 1400 kes digel 80 malbatan tên sirgûnkirin. Di vê siyasetê de para Reşoyê Silo jî sirgûn e. Rayedarên komarê dixwazin ku wî sirgûnî Anadola Rojava bikin. Lê ew vê biryarê qebûl nake û wek Hesikê birê Têlî, Şêx Zahir, Bekirê Qulîxan axa û gelek kesên dî dibe mehkûm û pişta xwe dide çiya. 

Piştî ku Hesikê Birê Têlî û hevalên wî agirê serhildana Agirî da didin û Îhsan Nûrî paşa û hevalên xwe tên reveberîya serhildanê werdigrin, Reşôyê Silo jî tevlî vê serhildanê dibe û wek wezîfedarê herêma Gelîyê Zîlan tê tayînkirin. Reşoyê Silo di Herêma Erdîş û Gelîyê Zîlan de derbên dijwar li neyarên xwe dixe. Gelek caran êrîşê dibe ser hêzên dewletê û zayîatên zêde dide wan. Yek ji wan jî êrîşa Qereqola Çaqir Beg e. Reşoyê Silo digel hêzên serhildana Agirî êrîşê dibe ser Qereqola Çaqir Begê û temmamê leşkerên ku di wir de ne dikujin.  Ev bûyer tesîrek zêde li rayedarên komarê dik e. Je lew rayedarên Komarê hêzeke gumrah dişînin herêma Gelîyê Zîlan.

Hem zayîata Komarê a di Qereqola Çaqir Begê de, hem jî gumrahîya leşkerên êrîşker tirs û zelzeleyek dijwar dixe dilê gelê Gelîyê Zîlan. Gel di vê endîşa xwe de neheq nîne. Lewra hêzên dewletê di êrîşa xwe de li ser gelê Agirî nexasim xelkên herêma Gelîyê Zîlan her heq û hiqûqî binpê dikin. Çi dijraber, çi biçûk, çi  mezin, çi kal çi pîr, çi jin çi mêr kî bi ber wan bikeve bi sosret dikujin. Gelîyê Zîlan dibe gelîyê xwînê. Bi hezaran însan tên qetilkirin. Hêvîya dijraberan dişkê û ji naçarî dijraber biryara derketina ji welat didin. Birayara wan ewe ku derbasî Îran û Sûrî bibin.

Ji eqrebayên Reşoyê Silo Memoyê Bedir teklîfa derketina ji welat li Reşoyê silo dike. Îdîa Memo ew e ku îdî li welat îmkana jiyanê nemaye. Lazime ew jî ji bo debara xwe derbasî derveyê xetê bibin û biçin bin xetê da ku jîna xwe bidomînin. Bersîva Reşoyê Silo ev e:  “Birçîbûna li welatê me ji têrbûna welatê xelkê çêtir e. Ez bi tena serê xwe jî bimînim biryara min domandina berxwedanê ye.” Piştî vê biryarê nêzîkî 80 kesên dî jî dighên Reşoyê silo pişta xwe didin çiyayên asê û berxwedanê didomînin.

Di nav hevalên Reşoyê Silo de Xanima wî ya bi navê Zeyno jî wek şêrejinek cîhê xweyê taybet digre ku navê wê yê eslî Zeyneb e. Ew jî bi neseb ji mala kalê ye. Reşoyê silo, xanima wî Zeyno û hevalên wî yên din dighên hev û berxwedana xwe didomînin. Lê zivistanên Serhedê dijwar in. Çiya rê nade wan, şikeftê zinaran wan nahewînin. Birçîbûn û derdê debarê zorê dide wan. Mecbûrîyet dijraberan mecbûrî hinek karên ne li rê dike. Yek ji wan karan jî eve: Rojek hinek hevalên Reşoyê Silo diçin Aşê Gêra û dest didin ser arê xelkê. Gel zêde ji vê hereketê ‘aciz dibe û dilnexweşîya xwe nîşan dide. Lê dijraber ji naçarî mecbûrî vî karî ne. Reşoyê Silo li ser vê bûyerê hevalên wek xurûbên pênce pênc dabeş da ku her kes bi awayeke karibe xwe veşêre û debara xwe bike. Di encama vê hereketê de serleşkerên delwetê ji şopa Reşoyê Silo û hevalên wî hayîdar dibin û bi rêberîya mîlîsan êrîşê dibin ser gundê nêzîkî şikefta wî ya ku di herêma Devetaş de bû. Di nav mîlîs û hevkaran de hinek eqrebayên Reşo jî hene.  Bes em naxwazin navê wan li vir rêz bikin. Dibê em li vir baş bizanibin ku zewala dar ji kurmê dar e.

Tu agahîyeke Reşo ji mîlîsên hevkar û leşkeran nîne. Loma du birayên bi navê ‘Emer û Mihemmedê Xalit bo temînkirina xwarinê dişîne nav gund. Ev her du bira bi dev diçin ser kemîna leşker,  şer derdikeve di encamê de her du  jî tên kuştin. Piştî demeke dûvdirêj Reşôyê Silo çek û sîlahên xwe digre û li pêy wan diçe. Ew jî ji kemînê xafil bi dev diçe ser kemînê. Daxwaza teslîmbûnê bê encam dimîne. Di navbera Reşoyê Silo û leşkeran de şer derdikeve. Lê vê carê oxira wî naşxule. Gula wî di devê tivingê de asê dibe. Leşker newêre biçe ser wî loma ji eqrebayên wî Feto dişînin cem wî da ku wî bo teslîmbûnê qani’ bike. Di encamê de Feto Reşoyê silo bo teslîbûnê îkna dike. Reşo teslîm dibe. Hayê Zeyno ji bayê felekê nîne destê wê li ser tetikê ew di şikeftê de ye.

Dotira rojê serleşker soz dide Reşoyê Silo eger ew Zeyno bo teslîmbûnê îkna bike têkilî herdûka jî nabe û dê wan azad bike.  Barê namûsê girane li ser vî sozê nesoz Reşoyê Silo digel wan diçe.. Dema leşker diçe serşikeftê Zeyno ji ber xwe naxwe, mirina xwe dide ber çavê xwe û gula li leşker direşîne. Barê namûsê girane Reşo ji naçarî ban li Zeyno dike:

- Qedera me wiha bû. Tivinga min qelp derket. Gule di devê tivingê de asê bû ez dîl hatim girtin. Teqdîra îlahî ev e tu jî teslîm bibe. Serleşker soz daye têkilî me nabe. Zeyno wihareng gazinê xwe ji Reşo dike:

- Te digo: “Ez berxê mala ‘Emer im. Mêr bi ser min re tunîne. Tirsa min ji Romê tunîne. Ev çi hal e. Bersîv Eynî ye:

- Qedera me wiha bû. Tivinga min qelp derket. Gule di devê tivingê de asê bû ez dîl hatim girtin. Teqdîra îlahî eve tu jî teslîm bibe.

Zeyno ji naçarî teslîm dibe. Rom bêbextîya xwe dîsa nîşan dide. Bi emrê serleşker ewil serê Reşoyê Silo li ber çavê Zeyno tê jêkirin da ku dilê wê bêtir biêşê. Paşê serê Zeyno jê dikin. Serê herdûka bi dar de dikin û bo ‘îbret gund bi gund digerînin. Piştî ger û nîşandina gel serê herdûka bi qasî bist rojan di Merkeza Agirî de li ber Qonaxa Hukumatê bi têlê ve daleqandî dihêlin da ku tirsa zordara bêtir di dilê gel de rûnê.Piştî vê buyerê ev peyv wek derbû mesel di nav gelê herêmê de dimîne: “Hay ji xwe hebe. Rom bêbext e, wê pişta te jî mîna pişta Reşo bikutin dîwaran û serê te bikutin qazixan.”

Ev cînayet di zihnê gel de elbet bi hevokek tenê cîh nagre. Elbet dengbêj jî li hember vê bûyera hezîn bê deng namînin û gelek sitranan li ser vê bûyerê dihûnin da ku ev bûyer neyê ji bîrkirin û lanetanîna li ser zalîmên bêbext ji devê gel qut nebe. De werin em bi hev re guh bidin dengbêjê xwe bê ka vê bûyera hezîn bi çi rengî dinuhurîne. Kerem kin.

 

SITRANA REŞOYÊ SILO 1

Ax li minê lê wayê

Liminê lê wayê

Liminê lê wayê, liminê lê wayê

Ez heyanî sax bim li dewrana dinyayê

Le derdê Reşoyê Silo

Berxê Mala Kalê girane

Gelo ji dilê min dernayê

Waaa……x

 

Hanayê dikire gazî

Digo: Lê lê Zeyno rebenê!

Derê mala bavê te şewitiyê

Le buhar e

Şerreke li me çê bû

Li wêrana Hurdê

Li Demirtaşê

Li Gulîçêmenê

Li Nikula Nedir Begê

Heyla lo bavo

Le payiz e xayin e

Berfeke lê kir

Pê da dewsê wara

Wayê wayê waaaa….x

 

Hela li min rebbenê

Eskerê Elîzê w Bitlîsê

Mifreza Qerekosê

Ordîya Gihadînê

Rabûbû li pêy Reşoyê Silo

Berxê Mala Kalê

Digerîne taqîbatê

Li min rebenê

Fenanî çeleng siwara

Wayê wayê waaa…..x

 

Zeyno dikire gazî

Digo:Lo lo Reşo!

Mala te mîrat be

Hela kanê

Te digo: Ez Reşo me

Reşoyê Silo me

Berxê Mala Kalê me

Heymanê Mala Welo me

Qaçax û fîrarê Gelîye Zila

Li serê çiyê me

Malmîrato hela rabe

Qasekî devê sustemê

Di mixarê de bigerîne 

Fenanî xweyê cara

Waaa….yê waaa…yê

Wax û wax wayê

 

Le Reşo dikire gazî

Go: Lê Zeynê Rebenê

Mala bavê te şewitiyê

Le bihare

Şerekî li me çê bû

Li wêrana Hurdê

Li Demritaşê

Li Gulîçîmenê

Li Nikula Nedir Begê

Heyla lo bavo

Payiz e xayin e

Berfekî li lê kir

Li dewsê wara

Pê da bi me ra bişidîne

 

Ax eskerê Elîzê w Bitlîsê

Mifreza Qerekosê

Ordîya Gihadînê

Teqîbata Sitewrê

Rabûbû li pêy Reşoyê Silo

Berxê Mala Kalê

Taqîbatê  Digerîne

 

Zeyno dikire gazî

Digo: Lo lo Reşo!

Mala te mîrat be

Le kanê

Te digo: Ez Reşo me

Reşoyê Silo me

Berxê Mala Kalê me

Heymanê Mala Welo me

Qaçax û fîrarê Gelîye Zila

Li serê çiyê me

Malmîrato tu rabe

Ka devê sustemê

Di mixarê de bigerîne 

Wax û wax wayê

 

Bê Reşo dikire gazî

Go: Lê lê Zeyno rebenê!

Le mala bavê te şewitiyê

Kesekî  hay ji halê kesî tunîne

Malmîratê heft mêrê Mala Kalê

Li wêrana Edenê  girtî ne

Zeko di mal de di qebrê da dimîne

Ûsivê apo pişmêrê min nîne

Hela rabe

Qasekî li derê mixarê mêze ke

Nale nalê birîndara

Di mixarê de bibîne

Xwedê xirav bike

Îro  heftê min temam bû

Ez birçî me

Xwirê min hina keviran e

Hewara xwedê

Ji birçîna qidûmê çokê min tunîne

Le çavê min qiran da

Mîrata modolyê nabîne

 

Sibê cendirmeyê bên

Serê min û te jêkin

Li darê darrima bixînin

Li ser pişta qatira w bêkana

Welat bi welat bigerînin

Cendirmê bikevne nava gunda

Bêjin:Me jêkirye serê Reşoyê Silo

Berxê Mala Kalê

Qaçax û Fîrarê Gelîyê Zîla

Bira li dinyayê

Xelq  ‘îbretê xwe re jê hilîne

 

SITRANA REŞOYÊ SILO 2

 

De lo lo lo …..

De Zeyno digo: Reşo!

Te malik xirabyo

Şereka li me çê bû

Daweka li me qewimî

Li Hûtê Demirtaşê

Li gula, li çîmmena, li Kurta Kesb e

Sibe ye

Dilê min ji dila dilekî dîne

 

De Reşo

Te malik xirab biyo

Eskerê Qerekosê, Erdîşê Gîhadînê w Bazîdê

Bi tevê Kurmancê xayîn

Îza Reşoyê Silo bi Zeyno va digerîne

 

De Reşo

Te malik xera biyo

Îro heftê me ye

Emê di Kula Kesmer da

Xwirê me xweyê û hine

Emê tî û birçî ne

 

De tu rabe

Fenanî cara

Mîrata bêşliyê

Li kêleka xwe da bîne

Le Roma reş bigerîne

De ca fenanî cara

Çawîş û yuzbaşiya

Dîl bigre ji min re bîne

 

            Reşo digo: Zeyno!

            Te malik xera biyê

            Eva şer

            Fenanî şerrê cara nîne

            Le ca ba tê

            Berf tê li ser çavê min direşîne

            Mîrata tivingê

            Fişenga wê qelbe nateqîne

            Le ca heyfa min nayê

Li kuştina Reşoyê Silo

Bi Zeyno va

Le heyfa min tê li wê heyfê

Evê Roma reşe

Serê Reşoyê Silo

Bi Zeyno va

Le ca jêke

Bide ser qantiran

Bibe here

Li Bazidê, li Gîhadînê

Li Qerekosê

Li ber seraya walîpaşa bigerîne

Ê na wele bişîne

Nav dewêlek ji dewêlê ecnebî ne

 

Ay li minê lê wayê,

Li minê lê wayê

Li minê lê wayê

Felekê xayînê, qelpê

Çima hetanî serî

Bi Reşoyê Silo

Berxê Mala Kalo re nadomîne

Naçe  nayê wê wê wêêê…y

 

De lo lo lo …..

De Zeyno digo: Reşo

Te malik xere biyo

Şereka li me çê bû

Daweka li me qewimî

Li Hûtê Demirtaşê

Li gula, li çîmmena, li Kurta Kesb e

Sibe ye

Nizanim li serê min

Çi bû, çi qewimî, çi jiriyayê

Eskerê Qerekosê, Erdîşê Gîhadînê w Bazîdê

Bi tevê Kurmancê xayîn

Dor li me birîne

Birako bi donzde ciyayê

 

Zeyno bi sê denga

Li Reşo dikire gazi

Digo: Reşo!

Mala te şewityo

Kevir û kuçikê Xwedê

Bi halê Reşoyê Silo

Û Zeyno da

Digot û digiryayo

 

Reşo digo: Zeyno!

Te malik xera biyê

Le ca heyfa min nayê

Li kuştina Reşoyê Silo

Bi Zeyno va

Le heyfa min tê li wê heyfê

Evê Roma reşe

Serê Reşoyê Silo

Bi Zeyno va

Le ca jêke

Bide ser qantiran

Bibe here

Li Erdîşê, Bazidê, li Gîhadînê

Li Qerekosa şewitî

Li ber seraya walîpaşa bigerîne

Ê na wele bişîne

Dewêlek ji dewêlê ecnebîyayê

 

Ay li minê lê wayê,

Li minê lê wayê,

Li minê lê wayê,

Felekê xayînê, qelpê

Çima hetanî serî

Bi Reşoyê Silo

Berxê Mala Kalo re nadomîne

Gelî xwendevanên delal û bi qîmet! Her wiha rêzenivîsa me ya bi navê “Tew Dinayê” beşa bist û duyem jî bi dawî bû. Eger Rebbê me destûr bide em dê di jimara dî de jî vê rêzenivîsa xwe bidomînin. Me di amadekirina vê nivîsê de ji pirtûka Kemal Subhandax a bi navê “Ağri Dîrenîşî Ve Haydaranlilar” û pirtûka Sedat Ûlûgana a bi navê “Ağri Kurt Dîrenîşî ve Zilan Katlîami” îstîfade kir. Bo agahîyên berfireh hûn dikarin wan berheman bixwînin. Di vê beşê de dengbêjê me “Dengbêj Apê Bekir û Mihemmedê Canşa” bûn.  Dibe ku me di hengama deşîfrê de xeletî kiribe. Loma bo xeletîyên xwe em ji nuha ve ‘uzrê xwe dixwazin. Heta jimara dî bimînin di xêr û xweşiyê de. Em  ji we re duadar in ji duayê we hêvîdar in.

 

Serê Reşoyê Silo daleqandî ye

 

Resmê Reşoyê Silo

Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

Ê Berê XEYALÊN XALÊ EḤMED
Ê Li Pey KURTEJÎNA ŞÊX QUTBEDDÎNÊ KORİKÎ Û DU HELBESTÊN WÎ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.