Bi Rastî Ma Îslamê Kurd Li Paş Hiştine?

Article

Em tev dizanin kû hereketa Kurdperestîyê, ji alîyê ‘Emerîqa û Evrûpa’ ve alîkârîyê dibîne. Wextê Kurdperestî, li welatê Kurda nehatîye kirin; yan nehiştine kû were kirin, li welatên Ewrûpa hatîye kirin. Vê hereketê, li van welata, teşkîlatên xwe saz kirine û bangeşe û propeğandeya xwe, bi rojname û digel bi televîzyona bi rehetî kirine. Di vê mijarê de, dewleta Tirkî, her çiqas xwestîye kû pêşîya vî kârî bigire jî, lê pêk neanîye.

Ew Ğerbîyên, kû mî’marê fikrîyata neteweperestîyêne, ma gelo bi rastî mafê Kurda diparêzin? Helbet na! Kûla wan ne ew e kû her gel bibe xwedî âlâ xwe û mafê îdarekirina xwe, çand û zimanê xwe, bi dest xwe bigre. Ew dixwazin kû Kurd, ji çand û ‘urf û ‘adetê xwe yên bi medenîyyeta Îslamê hatine neqişandin, biterikînin û jîneke Ewrûpaî ji xwe re qebûl bikin.

Wextê em li serok û pêşîvanê hereketa Kurdperestîyê dinêrin, em dibînin kû tev jîneke Ewrûpayî dijîn. Ji ber vê yekê jî, ew komel û partîyên -çi qanûnî çi bêqanûnî- ji teref van kesa ve hatibin sazkirin, tev laikperest in. Van demên dawî bi hinek sedemên sîyasî, em dibînin hinek kesên kû ji derve de bi fikrê Îslamî têne naskirin, dixine nav teşkîlatê xwe. Lê belê dîsa jî, fikrîyatê van sazîya, ne hatîye guhertin. Lewra em dizanin kû destûr nehatîye dayîn ji van kesan re, kû karibin fikrîyatê van teşkîlata biguherînin.

Vê fikrê dixwazin kû di nav Kurda, nexwasim di nav ciwanan de, bi cî bikin: “Heger Kurd, dixwazin kû azad bibin; lazim e têkilî Ğerbê/Ewrûpa bibin û xwe bi Îslamê girê nedin. Kurd hew ne ji Mislimana tenêne. Êzîdî yû Filehê Kurd jî, birayên Kurdê Mislimanin. Ji ber vê yekê ev tev lazim e bibine yek, û ji bona dewleta xwe ava bikin lazim e bixebitin.

Girêdana Kurda bi Îslamê ve, di rîya azadîyê de qeydeke hatiye girêdan bi lingê wan ve. Ji xwe Kurda heta niha çi zilûm dîbin, ji destê van gellê Mislimanê dî ditîne. Kurdîstan, di nav Tirk û ‘Ereb û Farisan de bûye çar perçe. Ev milletên kû Kurd wan bi têkilîya ûmmetê ji xwere bira dizane, nêzîka sed salîye kû zilmê li Kurda dikin û dixwazin Kurdîtîya Kurda ji holê rakin. Tû li rastîya wê jî binêrî, di ‘eslê wê de Îslam, ne dînê Kurda ye; ê ‘Ereba ye. Îslam, (heşa) bi qetilkirina Kurda û bi zor û zilmê ketîye nav Kurda. Heta niha Kurda ji Îslamê ti xêr nedîye. Ji ber vê jî, ti me’na kû Kurd xwe bi Îslamê bigrin jî tunne ye. Dîn û ola Kurda ê ‘eslî, Zerdeştî ye.”

Yekî kû mesele nizanibe û li vana gûhdarî bike, wê heq bide van gotina. Hem wê bê qey, van kesê Ğerbî û van kesê fikrê Ğerbîyan bi wan re ye, bi rastî mafê Kurda diparêzin. Lewra çawa kû heqê Yûnan, Bulğar, Freng, Îngilîz, Tirk, ‘Ereb û Farisa hebe kû dewleta xwe ava bikin; lazim e heqê Kurda jî hebe, kû dewleta xwe saz bikin.

Wuhareng di ‘edaleta Xwedê de jî, mafê kû ji her qewmî re hebin, meriv qewmekî jê mehrûm bike tune. Helbet ev zulm e; û ji bo ev zulm were rakirin, ferz e kû meriv bixebite. Îca, di vê de a şaş kîjane? A ne rast ev e, kû Îslam dibe mani’ê kû Kurd bibine xwedî dewlet. Ma Îslamê welatê Kurda bi sînorê netebi’î ji hev qetandîye û kirîye çar perçe; yan ma ne ew dewletê Ewrûpaî bûn kû Lozan bi me zor dane qebûlkirin? Wextê Kurdîstan kirine çar perçe, ma gelo li Tirkî, Sûrî, ‘Iraq û li Îranê ma Îslam hakim bû? Kû em karibin vê zûlma li Kurda hatiye kirin têxine sitûyê Îslamê. Bîl‘ekîs,  îdarevanê van dewleta teva jî, hevalên Ewrûpaîyan bûn. Wuharenge kû sextekârî yû virrekîya Ğerbîyan, li ber çe’va ye. Lewra sûcê xweyî di derheqê Kurda de davêjine ser Îslamê. Ev gotina Kurda, li ser vê xweş dirûnê: “Şeko, navê xwe-l hevalê xwe ko!” 

Ma Îslam, çi ji Kurda dixwaze; kû dike neheqî li Kurda bête kirin. Yan jî Îslam, çi dide wan qewmê din, kû ne-heqî li wan nabe û ne-heqî tenê li Kurda tê kirin?  Wextê em bersîva van pirsa bi ‛eqlekî selîm digerin, em dibînin kû sextekârîya wan kesa em dibînin, kû dibêjin Îslam dibe sedema kû ne-heqî li Kurda tête kirin û dibe maniê Kurd bibine xwedî dewleta xwe.

Ê kû Îslam ji mere dîyarî kiriye Xweda Te‛alaye. Û ê ew ji mere gotîye jî, Hz. Muhemmed’e. Rêberê jîna me, Qur’ana Pîroz’e; kû ew bi destê Hz. Muhemmed ji teref Xweda, ji însana re hatîye diyarkirin û ew bêkêmanî di destê mede ye. Kâ em binêrin, xwedyê Îslamê Xweda û Pêxemberê wî bê çi dibêjin?

“Geli însana, bê guman me, hûn ji mêrekî û jinekî afîrandine (xuliqandine) û me hûn kirine qewm û qebîle da kû hûn hev nas bikin. Bêguman li cem Xwedê ê herî qenc ji we, ê herî bi teqwa ye. Muheqqeq Xweda zane ye û bi her tiştî xeberdar e.” (Sûreyê Hucûrat-13)

 “Geli însana, rebbê we yek e; bavê we yeke. Hûn tev zarwê Adem’in; û Adem jî, ji axê ye. Çawa kû raserîya ‘Ereb, ji ê ne-‘Ereb tinne ye; raserîya çermê sor, li ser ê çermê reş; û ê çermê reş jî, li ser ê çermê sor tinne ye. Raserîtî hew bi teqwayê ye, bi tirsa Xwedê ye. li cem Xwedê, ê herî qencê we, ê kû jê herî ditirse.” (Zariyat-56)

 

“Xwedê mirin û jîyan afîrandin kû we biceribîne, ka bê kâr û ‘emelên kê-j we çêtire…” (Mulk-2)

 

Hikmê Xwedê yê ji bonî ‘Ereb û Faris û Tirka çawa kû ev e; ji bonî Kurda jî eve: ‘îbadet kirina ji bona Xweda, û kirina kârên qenc. Madem sedemê hebûnê ev e; wextê ê xurt, li dinyê vêya jibîr bike û zulmê li ê dora xwe bike, wê demê wî îmtîhana Xwedê Te‛ala wunda kirîye.

Di hedîseke qudsî de Xweda wuha dibêje: “Gelî ‘ebdê min! Min zûlm, li xwe û li ‘ebdê xwe heram kirî ye. Hûn jî, li hev zulmê nekin!” (Muslîm)

Em dîsa li Hz. Muhemmed gohdarî bikin: “Misliman, birayê mislimane. Zulmê lê nake û wî nade destê neyara.” (Buhârî)

“Yek ji we, tiştê ji xwe re dixwaze; heta ji birayê xweyî mu’min re jî nexwaze, bi rastî wî îman ne anî ye.” (Buhârî)

            Ji vê derê em digihin vê dawîyê: Girêdayîya Kurda bi Îslamê, ne sedemê xisirandina Kurda ye, bil’ekîs dibe wesîla serkeftina wayî ji îmtîhanê. Kû ew îmtîhan sedema hebûna me ye. Heger Kurd, wextê ji birayên xwe zulmekê bibînin; lazim e bang bike birayên xwe, û wan ji Xwedê bitirsîne. Hem lazim e, li mafê xwe di daîreke helal de bigere. Kurd, vê nekin û rabin terka Îslamê bikin; ev ji derdê wan re nabe derman; û a rast ne ev e. Lewra meriv rabe di vê mijarê de Îslamê sûcdar bike, ev ne kârê ‘eqilmenda ye. Ji bo vê, meriv rabe sûc bavêje ser Îslamê, hebe nebe, ev ji bo neyartîya Îslamê, bi derewa gerandina hinceta ye.

            Peyva dawî dîsa a Xweda ye:

            “Vêya qet‛î ye kû Xweda Te‛ala, bi qasî zerrê li mirovan zulmê nake. Lê belê însan, bi xwe bi xwe, zulmê li hev dikin.”(Yunus: 44)

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê Her Çiqas Ğerbî Nexwazin Jî, Zefer A Îslamêye
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.