Sîyera Pêxember

Article

 

Ez hifza xwe dikim bite ya Rebbî
Ji şeytana heta dunya her hebî

Tim bi navê wî Xwedayê dilovan
Di her karî dest pê bikin musluman

Hemd û sena pesnê xweşik ê wîne
Lew nî’met û qencî temam ji wîne

Xwe bispêrin wî jê ğafil qet nebin
Hetanî ku li dunyayê her hebin

Ya Reb jite em dixwazin nusretê
Serfîrazyê li cîhanêw axretê.

Tenê j-bote em her dikin îbadet
Ya Rebbî me bighîn riya hîdayet

Riya kesê ku te nî’met li wan kir
Bi nûra xwe çav û dilê wan şa kir

Îslam Qur’an hûn çiqasî şêrînin
Hûn şîfa û dermanê her birînin

Ya Mûhemmed jiyan bi te çi xweşe
Welatê me bi nûra te pir geşe

Ji riya heq ya Reb me qet neke dûr
Bi îmanê dilê me bik tije nûr

Heta mirnê em dixwazin gav û çav
Tevli îman nî’metê te nan û av

Tu qebûlke duayê me ey Xweda
Me jî têxe ber şef’eta Ehmeda

Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Hûn ji can û dil bibêjin esselat

(Esselat û wesselamû eleyke ya Resûlellah
Esselat û wesselamû eleyke ya Hebîbellah)


Ey Mûhemmed ey hebîbê nazenîn
Tu şîfayî tu dermanê dilbirîn

Xwedê tejmer bi Qasidî şandiye
Hatina te nûr û mizgîn şadiye

Em dibêjin laîlahe îllellah
Em dibêjin Mûhemmed Resûlûllah

Zimanê xwe bi vî zikrî ter bikin
Dilê xwe jî bi vê nûrê der bikin

Berya mirnê kî vê peyvê bibêje
Bi îznîllah wê xelas be ji doje

Piştî îman kesê bigre desmêjê
Bi bawerî her dem bike limêjê

Rûhû beden paqij dibej qirêjê
Bi temamî azad dibe ji dojê

Ji ‘eqîda ehlê sunnet musluman
Dûr nekevin tucar nabin poşîman

Riya Îslam wek rojêye zelale
Ne wek riya ehlê kufrû delale

Resûlûllah ji mer du heb emanet
Wî hiştine li wan nekin xiyanet

Yek ji wana hedya Rebbil‘alemîn
Yek jî riya wî hebîbê nazenîn

Ya Rebbî em tim îmanê dixwazin
Ehlê îman her demê serfîrazin

Dibin ala Resûlûllah j-mehşerê
Em bicivin li ser hewdê Kewserê

Ger dixwazin hûn ji agir bin berat
Ji can û dil hûn bibêjin esselat


(Esselat û wesselamû eleyke ya Resûlellah
Esselat û wesselamû eleyke ya Hebîbellah)

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Mela Salih Mısqeynterî

Ê Berê DU’A
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.