ÊŞA GIRAN: MINAFIQTÎ

Article

               Di nava nexweşiyan de hinek nexweşî hene ku dema navê wan tenê tê gotin, mirov dihele û ji her tiştî sar dibe. Weke qansêrê (êşa pîs) Bi rastî ev nexweşî îro pir zêde bûye. Wexta tê gotin filankes bi qansêrê ketiye, meriv bi çavê miriya lê dinêre. Dema ev însan li hember vê nexweşiyê têkoşînekê nede û li ber xwe nede, wê temenê xwe yê mayî bi ezîyet derbaske. Wê jiyana wî bibe mîna jehrê. Jibona ji vê êşa giran xelas bibe, lazime li xwe bipirse û keftelefteke bi can û dil bike.

             Heqîqeten çawa ku ev êşa qansêrê giran e û navê wê tenê psîkolojiya meriv xera dike,  durûtî jî di nava civakê de nexweşiyeke giran a ma’newiye. Ev êş wuqasî zêde û belav bûye, îdî bawerî bi tu kesî nayê. Gelo em çawa zanin ev însan durûne? Ez dibêjim hema em hedisê pêxember(s.x.l)ê me yên di derheqê durûtiyê de vê tenê zanibin, wê bes be. Ji Ebdullah b. ‘Emr hatiye rîwayetkirin, Pêxember (s.x.l) weha dibêje: “Ev çar xeslet bi kî re hebin, ew bêşek dibe munafiq. Bi kî re xesletek ji va hebe, heta ku terka wê neke, xesletek ji ya minafiqa pê re heye: Dema emanetekê bidinê, xayintiyê dike. Dema diştexile derewa dike. Soz dide, li ser soza xwe naraweste. Dijminayî çêdibe, ji heqiyê vedigere.’’ (Bûharî, Îman, 24) Heke ku em rewşa xwe li bêjinga vê hedîsa Pêxemberê xwe bixin, birastî hertişt wê derkeve holê.

           Ev xesletên di hedisê de derbas bûn, hingî zêde bûne, bawerî û ewleyî nemaye, ji ber vê emeliyateke bi lez jê re dive, emeliyateke metoda Muhemmedî.  Tu li kum û riya wî dinêrî, tu dibê qey nimêja îşa li Qudsê, ya sibehê jî li Ke’bê kiriyê, lê mixabin ev wesf û xesletên di hedîsê de derbas dibin, di jiyana wî de xwe beloq dikin.

           Di aliyê durûtiyê de sehabî pir baldar bûn. Di nav sehabiyê Pêxemberê me de Henzele el Useyîd hebû. Katibê Pêxemberê me bû. Rojekê bi girî tê cem Hz. Ebûbekir(r.x.l) Hz. Ebûbekir dibêje tu çawayî? Ew dibêje Henzele bûye minafiq. Hz. Ebûbekir behitî dimîne û dibêje: Subhanellah tu çi dibêjî? Li ser vê gotinê Henzele dibêje: “Dema ez li cem Pêxemberê me bim û dema ez li mala xwe di nav zarokên xwe de an jî li ser kare xwe bim, ez ne ‘eynî me û heman tişta nafikirim” Hz. Ebûbekir dibêje: “Ey Henzele! Wellahî ez jî di vê rewşê de me” û wî dibe cem Pêxemberê me û ‘eynî tiştî ji Pêxemberê me re jî dibêje. Pêxemberê me weha bersiv dide wan: “Ez bi Xwedê sond dixum weke ku hun li cem min û li derve wek hev bûna, wê melayîket di rêya de li ser ciyê we yê razanê, wê bi we re musafaha kiribana. Lê ey Henzele, carna bi wî şeklî û carna jî bi vî şeklî”

         Pêwist e kû em jî mîna sehabiya di hember van nexweşiya de baldar bin û çi gava em nêzî van nexweşiya bibin, wek Hz. Ebûbekir dive kû em xwe bispêrin Pêxemberê xwe. Xwedayê Te’ala me bi gerîne ji wan însanê ku dil û gotin û kirinên wan wek hevin û me ji hemî cûreyê nexweşiyan biparêze û ji wan dûr bike.

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Ê Berê Zarokên Me Pêşeroja Me Ne -3
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.