Qetlîa’ma Li Gundê Şemsanê 2

Article

                 PÊSÎRÊ DU AMOJNÊ MIN JÊ KIRIN

        Pîrek û zarok, di xanîyekî gund da civandin. Min sebîya qûmatkê bi ber dilê xwe da şidand û ez di paşîya malê di goşekî da rûniştim. Wê wextê min dît ku du amojnê min jî anîn ba me. Navê van herdû jinapê min jî Fatma bûn. Wan Ev mal ji pîrek û zarokan tijî kir. Herdu amojnê min nêzî derê derva rûniştin. Leşkerê Kemal dest bi îşkenca kirin. Ewil li ser pîreka û mezina dest bi îşkencê xwe kirin. Li herdû amojnê min, li ber çavê min îşkencê wehşî kirin. Pêsîrê wan bi kêra jê kirin. Ji ber qirika wan heta ser dilê wan, çawa meriv masî diqelêşe, wisa qelaştin. (Pîra Sarîye, weqta behsa perçekirina herdû amojnê xwe kir, bi deng girîya. Heta zemanekê nikaribû biştexile. Wexta ku go “amojnê min, ser dilê wan veka masî qelaştin” destê xwe da ber qirika xwe û pêva berjêr anî)  Qêrîna herdu amojnê min diçûn asîmana. Em însanê li wir, pîrek-zarok bi hevda qutifîbûn. Xwîna me cemidîbû û deng ji me dernediket. Her yek ji me li ber sira xû bû. Emê tev bimirana, lakîn navê mirinê jî li me xweş dihat. Çiqas zû em bimiranan ewqas ji me ra baş bû. Pîrekê ku di vê malê de top kiribûn, teva yek bi yek bi wî hawayî qetil kirin.

          Ez û xuşka xwe ya di qûmatkê ya di hemêza min da, di goşa malê ya paşîn da rûniştibûn. Her ku min ew wehşeta wan didît, min hinekî din xuşka xwe bi hemêza xwe va dijdand û xwe bi paş ve dida, bi dîwêr ve dizeliqand. Belê dîwar bi paş ve nediçû. Li hember wê wehşetê ez biçûk dibûm, dihelîyam, diguvişîm ser hev.

          Leşkera nihêrt ku hemî însanên di wê malê da top kirine, bi îşkenceya dereng diqedînin, hinek ji leşkeran dest bi topkirina hejikan kir. Di destê wan de bîdonê benzînê, wê bi tevî cenaza malê bişewitînin. Ji me ewê ku sax mane jî wê di nav êgir da bisağî bişewitin.

           Hê leşkeran agir berî malê nedabû, xeber ji wan ra hat ku gerek ji wê anê û şûnda pîrek û sebîya nekujin. Li ser vê xeberê em neşewitandin û em ji mirinê xelas bûn.

           Piştî ku leşker ji gundê me derketin û çûn, însanên ku revîyabûn çîyê bi paş de hatin. Ew çağ dîya min jî hat û em dîtin. Di nav gund de li însanên ku hatine kuştin gerîyan. Bi navê Mehmûd û Hesen du apê min jî kuştibûn. Ew herdû apê min, pîrekê wan jî bi îşkencê hatibûn kuştin. Navê wan herduya jî Fatma bûn. Ewanê ku min di serî da behsa îşkenca li wan kir. Belê wan apê min cesedên wan hatin dîtin, serê wan jê kiribûn. Çiqas em li serê wan gerîyan jî, serê wan nehatin dîtin. Paşê me hîn kir ku leşkerê Kemal serê wan jêkirine û birine li Çewlîkê teşhîr kirine. Ew çax serê mêra jê dikirin û wekî hebê tizbîyê bi bena va dikirin û li sikakê Çewlîkê dadiliqandin, heta bîna genî diket wan, însan jê ‘aciz dibûn hêja radikirin. Bi vî hawayî dixwestin çavê însanan bitirsînin.

                          24 ÎNSAN DI KADÎNEKÊ DA ŞEWITANDIN

        Li gundê me bi navê Ehmedê Nadir şexsek hebû. Ev kes însanekî bi qedir bû. Ehmed û çend gundîyên me, gava ku leşker tên nêzî gund, dibêjin: “Em herin peşîya wan, ji wan rica bikin ku em bêrîne û ti zirarekî me negihîştiye dewletê da ku ew jî zirar nedin me û gundê me.” Gava bi ber leşkera va diçin ku rica gund ji wan bikin, leşker di serî da wan dikuje û qet nahêle biştexilin. Pîrek û zarok yên malbata Ehmed 24 kes jî, di kadîna wan de agir berdidê û teva dişewitînin. Sebîkî ji vê malbatê, ji kesên ku ji şerê leşkera bal bi çîyê ve direvîyan re weha digot: “Hûn birevin, way bavê min û çend gundî çûn pêşîya leşkera. Ewê rica me ji wan bikin. Ewê tiştekî bi me nekin. Wexta leşker werin nava gund, jixwe hun direvin, emê jî çend serî heywanê we ji wan ra ser jêbikin û ji wan ra bipêjînin û bidin xwarin, ewê dengê xwe ji me ra nekin.” Bi leşkera ewle bûn, lê belê ewan ewilî bavê wî sebîyî kuşt û temamê malbata wan di kadînê de top kir û agir berdayê, bi saxîtî tevê şewitandin. Ji wê malbatê tu kes sax nefilitî. Di nav merivên wan de kesê nêzî wan ku li wan bibe waris û xwedîtîyê li erdê wan bike nema.

              (Dibêjin ji dûr da hinek pîrekên eqrebayên wan, xwedîtî li erdê wan kirine. Em li nav gund gerîyan. Me çû cîyê ku ev malbat lê hatîye şewitandin dît. Belê hinek gundîya, hestîyê van însanan li cîye kadîne top kiribûn û li derbejêreke bêkeys veşartibûn. Ji ber ku ew kadîn ji wê malbatê re bûye mezel, cîyê wê dûze û ji baxçe ra dibe. Li ser vêya ez naxwazim gotinê pir dirêj bikim. Halê însanê me li hember tarîxa wan a nêzîk ev e, êdî hun teqdîr bikin.)               

                                                    
         Qebra 24 însanên ku di kadînê de hatine şewîtandin

        Di gundê Şemsanê da pir însan bi leşkera ewlebûn û ew emîntiya wan ji canê wan ra bû mal. Ewilî ew hatin kuştin. Yek ji wana jî Yusûf bû. Çi weqta leşker bal gundê me da tên, gundîyê me direvin, Yûsuf li nav erdê xwe ye, jê ra jî dibên bireve. Ew ji gundîya ra weha dibêje: “Kurekî min li eskerîyêye. Kurê min jî yekî fena wan e. Jibo xatirê kurê min be jî ewê min nekujin.” Ji ber leşkera nareve û ji nav îşê xû jî dernakeve. Leşker hê nagîjin gund, wî li nav erdê wî dikujin. Behsa kurê xû yê esker dike, belê wî qet nadin xeberdan.

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Mehmet Baran

Ê Berê QETLÎA’MA LI GUNDÊ ŞEMSANÊ 1
Ê Li Pey Qetlîa’ma Li Gundê Şemsanê 3

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.