ALÎKARÎYA XWEDAYÊ TE‘ALA

Article

Ji ‘Ebdullahê kurê ‘Ebbas (r.‘e) tê rîwayetkirin: Got: Ez rojekê bi Pêxember ‘eleyhîsselam re li dû wî siwar bûbûm, ji min re got:

“Kurê min! Ezê hinek nesîhetan li te bikim. Emrê Xwedayê xwe muhefeze bike daku ew jî te muhefeze bike. Emrê Xwedayê xwe bi cî bîne, Xweda jî wê alîkarê te be. Ku te tiştek xwest, jî Wî bixwaze. Eger tê alîkariyê bixwazî, ji Xwedê bixwaze. Bizanbe ummetek bicive jibo faîdekê bighînin te, encax bi qasî ku Xwedê dixwaze û nivîsîye dikarin fêde bighînin te. Eger ummetek bicive jibo zererekê bighînin te, ji ğeynî tiştê Xwedê ji te re nivîsîye, nikarin zererê bighînin te. Qelem hatin rakirin (Xweda çi teqdîr kiribe ewe). Sahîfe zuha bûne.”

Ji ğeyrî vê rîwayetê, di Tîrmîzî de wiha jî kerem kirîye:

“Heqqê Xwedê biparêze daku tu Wî li pêşya xwe bibînî. Xweda di firehîyê de jibîr neke ku ew jî te di tengîyê de jibîr neke. Bizanbe tiştekî ku Xwedê teqdîr nekiribe, ew tişt naye serê te. Tiştekî ku Xwedê teqdîr kiribe jibo bê serê te, tu nikarî xwe jê xelaskî. Bizanbe alîkarîya Xwedayê Te‘ala bi sebrê reye. Firehî û rehetî bi zehmetîyê raye. Muheqqeq piştî zorîyê rehetî heye.” (Tîrmîzî got: Ev hedîs, hesen û sehîhe.)

Xwendevanên Ezîz! Ev hedîsa şerîf jî, wek gelek hedîsên din derz û îbret û nesîhetên birûmet di xwe de hewandine. Ez dixwazim di serî de hinekî behsa kesê ku ev hedîs ji me ra rîwayet kirîye bikim.

‘Ebdullahê kurê ‘Ebbas, kurê apê pêxembere yani pismamê wîye. Berî hîcretê bi sê sala welidiye. Piştî wiladetê, ew tînin cem Pexember ‘eleyhîsselam, ew jî navê ‘Ebdullah lê dike, çimkî ji vî navî gelek hez dikir. Pişt re hinek xurme bi devê xweyî bimbarek dicû û dixe devê wî û jêre vê duayê dike: "Xwedayê min! Hînkirina Qur’anê, tefsîra Qur’anê û hîkmetê bike nesîbê wî.  Xwedayê min! Tu wî di dîn de bikî fêmdar." ‘Ebdullah di ûmrê xweyî di pêş de bi hîmmeta vê duayê, di nav sehabîyan de jiber ku Qur’anê baş zanîbû, bi navê "Tercumanu-l Qur'an" tê naskirin. Di gelek pirsgirêka de fikr û ramanê wî jê dipirsin. Hetta Hz. Umer (r.‘e) di wexta xelîfetîya xwe de wî dike yek ji şewirmendên xwe. Xweda jê razibe.

Pêxember ‘eleyhîsselam wexta van şîreta lê dike, ‘Ebdullah teqrîben deh salî bû. Tê fehmkirin ku Resûlullah ‘eleyhîsselam çiqas qîmet dida zaroka û bi şeklekî herî xweş bi wan re dipeyive. Hîn bibiçûkayî ve liser te’lima wan sekînîye, xisûsen jî liser ‘eqîda Îslamê û Tewhîdê gelek sekinîye. Heqîqeta tewhîdê neqşî dilê ‘Ebdullah dike ku hîn biçûke, pak û paqije. Carna tê gotin ku hînkirina van heqîqeta bizarokan zûye, fêm nakin. Lê belê ev ğelete, lewra Pêxember ‘eleyhîsselam vê bi me dide hînkirin ku ev te’lim hîn ji biçûkayî despê dike.

"Xwedayê xwe muhefeze bike ku Ew jî te muhefeze bike." Mirov çawa Xwedê muhefeze dike? Tiştên ku Xwedê ji mer ferz kirine em bicî bînîn û tiştên ku heram kirine jî em xwe jê bisitirînin û sistayîyê nekin, ev muhefezekirina emrê Xwedaye. Di bedela vê da Xweda ezzewecelle, wê me ji temamê neqencîya, jî şeytanê insî û cinnî muhefeze bike, bisitirîne.

"Emre Xwedayê xwe bi cî bîne, Xweda jî wê alîkarê te be." Kî serê xwe jî emrê Rebbê xwe re bitewîne, alîkarîya li dînê wî bike û biparêze, Xweda jî di kârê wî yê li dinyê û li axretê de wê alîkarê wî be. Xweda ‘ehd daye di Qur’ana Kerîm de, kerem dike: "Eger hûn alîkarîya Xweda (dînê wî, îtaeta emrê wî) bikin, wê ew jî alîkariya we bike û nahêle ku nigê we bişemite." (Mûhemmed 7)

"Eger tê tiştekî bixwazî, ji Xwedê bixwaze." Pêxember ‘eleyhîsselam îstîqameta mu’mina daîm dide Xwedayê Teala. Tenê ji wî bixwaze, çimkî yê herî nêzîkî me ewe. Ê ku me dawetî duayê dike, ewe. "Hûn hêvî û dua ji min bikin, ezê jî bersiva we bidim. Bêguman ewên ku li ser îbadetkirina jibo min xwe mezin dibînin, dê rezîl biçin dojehê/cehnemê" (Ğâfîr 60) Xezînê Rebbê me gelekin û xelas nabin. Lazime ku em tenê ji Wî bixazin û Wî jibîr nekin.

Alîkarî ancax ji Wî tê xwastin. "Eger Xwede alîkarîya we bike, kî kare we meğlûb bike. Eger ew alîkarîya we neke, piştî wî ewê kî alîkarîya we bike. Bila ehlê îmanê tenê xwe bispêrin Xwedê." (Alî îmran 160) Em vê zanibin ku xwestina alîkarîya ji ğeyrî Xweda zeîfîye, neçarîye.

“Bizanbe ummetek bicive jibo faîdekê bighînin te, encax bi qasî ku Xwedê dixwaze û nivîsîye dikarin fêde bighînin te.” Ji vê têfehmkirin ku Pêxemberê me çawa dersa egîdîyê, bêtirsîyê, cesaretê dida sehabîyen xwe. Yanê digo ji Xwedê pêve ji kesî din netirsin, welewkî dinya tev li we bicivin jî. Ku Xwedê îzin nede, ordî jî werin biser we de, nikarin tiştekî bikin ji we. Di vê da tu şek û şubhe tunneye. Belê Musulman qehremane, ne newêreke. Çawa ku Xweda kerem dike: "Eger bi rastî hûn ehlê îmanê bin, Xweda hêjatire ku hûn jê bitirsin." (Tewbe 13)

“Xweda di firehîyê de jibîr neke ku ew jî te di tengîyê de jibîr neke.” Bîranîna Xweda her daîm lazime. Mirov gerek Xwedayê xwe tucar jibîr neke. Xwedayê Teala dibêje: "Min jibîr nekin, daîm bînin bîra xwe ku ez jî we bibîr bînim, rehmê li we bikim." (Beqara 152) Di vir de ya muhîm ku meriv Xwedê di firehîyê de jibîr neke, çimkî bi giştî mirov Xwedayê xwe di rehetîyê de jibîr dike. Yana di tengahîyê de Xweda tê bîra herkesî, hetta Fîr’ewnê ku digo ez rebbê we me jî di zorî û tengahîyê de, Xwedê tîne bîra xwe, lê belê poşmanîya wî fêde nade. Bîlxesa di firehî û rehetîyê de em Xwedayê xwe jibîr nekin daku Ew jî me di zor û tengahîyê de jibîr neke, bi alîkarîya xwe rehmê li me bike.

“Bizanbe tiştekî ku Xwedê teqdîr nekiribe, ew tişt naye serê te.” Em vê zanibin ku her tişt bi emr û teqdîra Xwedaye. Tiştek bê teqdîra wî çênabe, hetta pelê dara jî bê emrê wî naheje. Bawerîya bi qederê, însan ji tirs û keder û endîşa teva bi selamet dike. Însanê ku zanibe Xwedê haya wî ji her tiştî heye, dilê wî rehet dibe û daîm bi hizûre.

“Bizanbe alîkarîya Xwedayê Te‘ala bi sebrê reye. Firehî û rehetî bi zehmetîyê raye.” Tiştek bê sebrê nabe. Ger tu bixwazî tişteķî bidest xî, lazime tu xwedî sebir bî. Di kirna ‘îbadetan de sebir, di ‘îtaetan de sebir, di terka gunehan de sebir, di mûsîbetên ku têne serê me de sebir. Sebir, sebebê hatina alîkarîya Xwedaye. Dibêjin "Xwedyê sebrê, bû melîkê Misrê"

Hemd ji wî Rebbê meyî ku nî’metên bêjimar dane me. Selat û selam jî liser Resûlê wî be...

Mela Ebdurrehîm Omerî

Di debarê nivîskar de

Têhev

8

Gotar

Ê Berê Sê Tewsîyen Rebbânî
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.