Ciwanî û Ehemmîyeta ‘Eqîdeya Sehîh

Article

Hemd ji Rebbê ‘alemê re be, selat û selam jî li ser qasidê bişeref Hz. Mûhemmed be.

Hewceye ‘eqîda her mislumanî sehîh û rast û durust be. Lewra ‘eqîda însanekî ne sehîh û rast be, tu ‘emelê wî jî ne sehîh û rast e.

Herî zêde di dewra ciwanîyê de ji ‘emelên îslamî xêr tên qezenckirin. Sebebê vêya ew e ku dewra ciwanîyê, di navbera dewrên zaroktî û îxtîyarîyê yên ‘aciz û zeîf de, di zîrweya hêz û qûwweta xwe de ye. Di çax û dewra zaroktîyê de însan hem zeîf e hem jî ji kemilîya ‘eqil mehrûm e. Di heyama îxtîyarîyê de jî însan her çiqas ji gelek alîyan ve xwedî ‘eqlê kemilî û hîkmetê be jî gelek caran gava bixwaze ‘emelên baş ên li gorî ‘eqlê xwe bike, zeîfîya wicûd ji vêya re dibe mani’. Ereban ji dewra herî xweş re dibêjin “Hîmmetuş Şebab we Hîkmetuş Şuyûx”, yanî çaxa ğeyreta ciwanîyê û kemilîya ‘eqil a êxtîyaran dibe yek.   

Lê di vê yekê de tiştê girîng di ciwanîya xwedî hêz û qûwwet û tesîrê de hebûn an tunebûna ‘eqîdeya sehîh e. Ciwanîyeke xwedî ‘eqîda sehîh -nêrîneke rast a îslamî- çawa ji civakê re dibin ferdên pir bixêr, ciwanîya xwedî ‘eqîdeke xerabûyî -xwedî nêrînên çewt- jî mîna di roja me de hem ji bo însan, hem ji bo civakê hem jî ji bo ummetê dibin sebebê gelek zerar û xerabûnîyan. Lê binêrin, çawa misluman mislumanî dikuje. Ji wan tu kes Corc an jî Netenyahû nakuje. Feqet bê ğem û derd dikarin hevûdû bikujin. Ew çax sebebê vêya çiye? Sebebê wê ew e ku ‘emelên wan li ser ‘eqîdeyên xerabûyî û nerast hatine kirin.    

Wezîfa herî mezin a ‘aliman ew e ku em ‘eqîdeya Îslamê ya saxlem û sehîh û rast û durust bi ciwanan bidine hînkirin û wan bi vî şeklî islah bikin. Gava me vêya pêk anî, ewê ev ciwan ji îslam û mislumanan hetta ewê ji bo însanîyetê û ji bo heywan û nebatan tam bibin rehmet. Ew çax nêrîna wan a li heyatê, wê bibe nêrîna Îslamî ya heqîqî, ewê heqqê her xwedîheq bidine wî û li tu kesî neheqqî nekin.  

Lê ev ciwanî çima ji îslamê dûr kete?

Di vê yekê de divê ‘alimên Îslamê xwe rexne bikin. Ez vayê bi xemgîn dibêjim sebebê van hemû tiştan ‘alimên Îslamê ne. Li gorî qenaeta min du portreyên ‘aliman hene: ‘Alimên rabbanî û rebenî. ‘Alimên rabbanî weka ku em dizanin di Qur’anê de hatine metihkirin. ‘Alimên reben jî ji îzzet û şerefê, ji hêz û qûwwetê mehrûm, zelîl bûne ku ew ‘ilmê xwe yê ‘ezîz ji bo hinek menfîetên dinyê xistine xizmeta hinek dijminên Îslamê yên xwedî meqam û rutbe û ew jî ketine bin xizmeta wan dijminan. Bi vî awayî ji dêlava ewê midafaa û parastina Îslamê bikin, bûne dijberê Îslamê û destekê didin kesên li hember Îslamê micadele dikin.

Sê wesfên ‘alimên Îslamê yên rast û rabbanî hene: ‘Ilm û ‘emel û te’lîm. Eger ez xwedî ‘ilmê Îslamî yê sehîh bim û bi vî ‘ilmî ‘emel bikim û bijîm û bi vê qasî jî hînî mislumana bikim, ew çax bêşuphe ez ‘alimekî Rebbanî me. Wê demê ezê bibim melayê Ummetê. Lê ev wesf di min de tunebin, ew çax ezê bibim ji ‘alimên xerab û rebenî. Ew dem di kelîma “Mela”yê de herfa mîmê dibe herfa beyê û ji dêlava “Mela” ezê “Bela” jibo ummetê. Ew çax ewê misluman ji bo min bêjin “ev zilam ji bo ummeta Îslamê belaye” kesek nabêje “melayê ummeta Îslamêye” û di van gotinên xwe de jî heqdar in. Lewra ev zilam ji bo Îslam û ummetê tu xizmet nekiriye.

Lîderê Kamboçyayê Nordom Şanok li Çînê di nexweşxaneyekê de tedawî dibe. Mislumanekî Filîstînî jî di wê nexweşxaneyê de tedawî dibe. Her du dibin dostê hev. Gelek caran di odeyên hev de hevûdû zîyaret dikin. Mislumanê Filîstînî di odeya xwe de pir caran Qur’anê dixwîne. Lê li Çîna Komonîst ji ber ku bi çavê afyonê li Qur’anê dinêrin, Qur’an yesax e. Yê misluman ji ber vêya dizane, qaba Qur’ana xwe bi ya kîtabeke Mao qamûfle kiriye. Wek kesên tên zîyareta wî dostê wî serokê Kamboçyayê Nordom Şanok jî, gava tê serdana wî dibê qey kîtaba Mao dixwîne. Ji ber ku kîtab ‘Erebî ye jê fêm nake. Rojekê serokwezîrê Çînê Şûn Lay jibo zîyareta lîderê Kamboçyayê tê nexweşxaneyê. Lewra her du dewlet jî komonîst in û têkilîyên wan ên xweş hene. Di heyama serdanê de lîderê Kamboçyayê ji serokwezîr behs û methê ciwanê Filîstînî dike bê çiqas bi doza wan re sadiq e û kitêbên Mao dixwîne û ji serokwezîrê Çînê dixwaze wî jî zîyaret bike. Li ser vê daxwazê Serokwezîrê Çînê diçe ciwanê Filîstînî ziyaret dike, di wê wextê de ciwan Qur’anê dixwîne. Serokwezîr Şûn Lay di odê de hinekî li ciwan dinêre, gava ku çavê ciwan bi wî dikeve, ciwanê misluman kîtaba xwe digre. Şûn Lay dibêje “ew çibû te dixwend?” Ciwan cewab nade. Lewra bêje “Qur’an e” wê bibe sûcdar û ne bi dilê wî ye ku bibêje kîtaba Maoye jî. Şûn Lay hinekî li kitabê dinêre û weha dibêje: “Min fêm kir ku ev kîtaba we Qur’ana muqeddes e. Min çend caran meala wêya Çînî xwendiye. Lê ez rastîyê bêjim ku gava hûn li vê Qur’anê xwedî derketin, hûn hatin gihaştin sînorê Çînê. Lê paşî gava we dev ji Qur’anê berdan, hûn bi paş ve revî revîyan. Hetta ku hûn venegerin Qur’anê, hûn hêz û şerefa xwe ya berê bidest naxin.” û serokwezîr ji odê derdikeve.

Binêrin! Serokwezîrê Çîna Komonîst jî çawa dizane qîmeta Qur’anê û dizane ku kanîya hêz û qûwet û îzzeta me Qur’an e. Lê em? Komonîstên me weka benîşt gotinên “dîn afyon e, sebebê bipaşdeçûna me ye, dîn nahêle em bi pêş bikevin” tim û tim tekrar dikin.

Şairekî Îslamê di helbesta xwe ya bi ‘erebî de weha dibêje:

“Neheqîyê li Îslamê dikin û dibêjin,
Îslam e yê me bi paş ve dihêle.
Eger bi rastî heqdar in de ka bila bêjin
Di tarîxê de yên xwe bi Îslamê girtine çawa bi pêş ketine
Eger îro cahiltî bûbe wesfê mislumanan
Ji min re bêjin di vêya de çi sûcê Îslamê heye…”

Belê eger mislumanan xwe bi cehaletê girtibe, zanîn û teknolojî û pêşveçûnê terk kiribin, di vêya de çi sûcê Îslamê heye? Hal ew e Ellah di Qur’anê de bi ayeta “De haydê bixebitin, Allah ji xebatên xwe xeberdar e” xebatê teşwîk dike. Lê yên me dibêjin “na em naxebitin” û naşuxilin. Naxebitin û pêşveçûnê jî hêvî dikin. Gava çênebe jî Îslamê sûcdar dikin. Hal ew e Îslamê rê nîşanî we da, lê we bi ya wê nekir.

Rastîya meselê ev e. Niha em ji kafiran re bêjin: “Em Misluman in, kîtaba me Qur’ana muezzem heye, pêxemberê paşîn pêxemberê me Hz. Mûhemmed heye.” kafir jî dibêjin “Hûn tenê bi devê xwe dibêjin, ka ‘emelê we? Madem ew tiştên we hene, we çi kir ji wan? We di oğira wan de cehd û ğeyret nekir û tiştên wan digot we bi cî neanîn. Qet dengê xwe dekin, yan na emê we ji pela tarîxê bavên, we biqelînin.”

Belê kafir îro weha dibêjin. Lewra em naxebitin. Lê ma hûn qe tînin bîra xwe, gava me bi ‘eqîdeya sehîh xwe bi Îslamê girtiba û bi ğîret xebitîbana, Corcên ku niha me weha tehdît dikin ewê xizmetkarê me bûna. Ez dixwazim derheqê vêya de mîsalekê bidim:

Dewleta Îslamê ya Endulusê, kanîya zanîn û ‘ilmê bû. Ewrûpa îro hema bêje hemî esasên tecrûbe û agahîyên ku xwedîyê wane, ji dewleta Îslamê ya Endulusa wê dewrê stendine. Di dewra Hîşam III., qralê Brîtanyayê Corc II. komek xwendekarên qîz ku di nav wan de brazya wî jî hebû, ji bo perwerdeyê dişînê Dewleta Îslamê ya Endulusê û ji bo hurmetê mektûbek ji Hîşam III. re dişîne. Di wê mektûbê de piştî gelek pesnê Îslam û Dewleta Îslamê ya Endulusê, mektûbê îmze dike. Lê gelo hûn dizanin çawa îmze kirîye? ‘Eynen weha dinivîsîne: Evdê we yê îtaatkar, xizmetkarê we Corc II.

Belê ew xizmetkarên me yên îtaatkar bûn, lê gelo çima? Lewra me mumina xwe bi ‘eqîdeke sehîh bi Qur’anê girtibû. Lê niha ew bûn hakimê me, çima? Lewra me dev ji ‘eqîdeya sehîh, ji Qur’anê berda. Me terka xebatê kir. Tenê navê me misluman, ji ğeyrî wê tu ‘elaqa me bi Îslamê nema. Ji lew Corcekî din hat. Corc W. Buş. Hat û bû efendîyê me. Bû lîderê me. Iraq û Sûrîye û gelek memleketên Îslamê tarûmar kir, kire xirbe û xopan.

Maykil Hart li Amerîkayê nivîskarekî katolîk e. Kîtabeke bi navê 100 lîderên nav dane tarîxê weşandîye. Di vê kîtêbê de Hz. Îsa, Hz. Mûsa û gelek qiral hene lê hûn dizanin ku kî danîye serê rêzê? Ne Hz. Îsayê pêxemberê wanî ku jê re dibêjin îlah e û kurê îlah e, di serê lîsteyê de Hz. Mûhemmed Mûstefa (‘e,s) nivîsandîye. Kesên jê dipirsin jî ji wan re weha dibêje: “Hemî şexsîyetên mezin ên ez li ser heyata wan xebitîm, rêbertîya pêgirtîyên xwe kirine û wan bi alîkî ve bi pêş xistine. Mîsalen Marks tenê ehemmîyet daye maddîyatê, Îsa tenê ehemmîyet daye me’newîyat û rûhê, hêlên din îhmal kirine. Lê Mûhemmed ji civakên pêgirtiyên xwe re hem ji bo dinyê hem jî ji bo axîretê rêbertî kiriye û di herdu cîhanê de ew bi pêş xistine. A ev jî kamiltîya tê xwestin e.

Birayên ‘ezîz! Di encamê de em dikarin bêjin derdê me ji ber em ji ‘eqîda sehîh û çavkanîyên Îslamê dûr ketine der tê. Eger em bi rakirin û gihandina cîwanîyeke bi ‘eqîda sehîh, vê mesela xwe hel nekin, weka niha emê di pêşerojê de jî bi heyateke ji îzzet û şerefê mehrûm bin. Lê bi saya we ‘alimên ‘ezîz yên Îslamê eger em ‘eqîdeke sehîh bidin ciwanên xwe û civaka xwe, wan vegerînin Qur’an û sunnetê, baş bizanbin ewê ew zaferên bişan û îzzet û şeref ên me di tarîxê de bidest xistine, ji nû de bibin para me. Em vêya qet jibîr nekin ey ûlemayê Îslamê: Em ji vê civakê xisûsen ji van ciwanan mesûl in. Eger em saxlem bin, ewê ev civak û ciwanî jî saxlem bin. Lê eger em ‘alimên Îslamê bikevin, ewê civak û ciwanî leztir bikeve.     

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.