“…Fe weylûn lîlmusellÎn..”

Article

 

Em bi navê resmî “Pêvajoya çareserî” (Çözüm Sürecî), qesd û mexsuda wî; pêçandin û dermankirina kulê sed salî bû lê belê ev meseleya giran û dîrokî, li holê bê ser û bê sermîyan ma.

Em binêrin.

Pirsgîrek a Kurd u Kurdistan, bi taybetî piştê Osmanîyan mezin bu, kete gîrdava red u înkarbunê. Qerarên Hevhatin u Peyman a Lozan’ê de hatıbun girtin, karê hindir (daxîlî) jî gelek eleqedar dikir. Xisusen bo Kurdan, gelek ehd u peymanê xêr u şer hebû lê belê tenê yên nexêr şîn bu. Cimurîyeta Tirk a nû piştê silametîyê; li ser “heq u hiquq” zêdetir, li ser “te’dîp, tenqîl, red û înkarîyê” jîyana xwe ava kir; bi vê şiklê jî domkir. Wê pêvajoyê jî çareserî zêdetir, kul u dert, neyarî pêdakir.

Eva halê ne baş, ewil dema Serokwezîr Silêman Demirel de hate hişê hikumatê. Wîlo ku serokvezîrê zeman Demirel, bi cesaretek mezin go: “heger, Kurdistan çêbibe, wî jî em çêdikin.” Ev gotin, jî cîddîyetê zêdetir ji dewletên ecnebîyan re cevap dayînbû. Ev, ji gotinê zêdetir ne tiştek din bû feqet hêja bu.

Pirsgîrek a Kurd, di hola sîyasetê de bê xwedî bu, tunne hate qebulkirin lakîn di halîyê dî de her roj “kûr, mezin û rengîn” dibû.

Mazîyê de derdorê muhafezekar, derbedar û birîndarê dewletê bun. Piştê Se’îdeyn, li Kurdistanê “komkujî li serê dîn û dîndaran çê bû; şêx, mela, axa û begên mu’teber” temamî tunne kirin.

Di welatê şêx û melan de “dîn, xerîb; dîndar, melûl” bû. Bo wê yêka jî bo heq û hiqûqê gelê bindest, bo belengazan, bo mustez’efên rû erdê, xisûsen li Kurdistan a dîndar, deng û behsa İslamî yên qiymetdar û bilind nehat bihîstin. Temamên şert û şurtên welat bo sekulerîzmê, bo kesên ehlê dunyayê munbît û musaît bû. Kesê ku hol a “civakî, sîyasî, aborî û perverdeyî” de menzîl girtbûn; ekser kesê sekuler û nijadperestê Kurd bûn. Bo vê yeka jî “Pirsgîreka Kurd” kete dest ê mîllîyetperestên Kurd.

Mîllîyetperverên Kurdistanê, ji medresan zêdetir bi piranî, jî perverdehî û mektebên Kemalîzmê  mezûn bûn. Red û înkara resmî, red û înkar a hember anî zayîn. Erd munbît, hol vala bû. Hesabên emperyalîst û îstîxbaratên van jî pir xebatên kûr li ser Kurdistanê kirin. Li ser vê rewşa jî sala 1984an de pevçûna cekdarî ya ewwil hate holê.

Çar parên Kurdistanê, axleb jî li Kurdistan a Bakûr (Anatolî/Tirkîya), temamî 50 hezar kes hate kuştin, ev kesana, temamî ewladê Kurd û Tirkan, ekser jî bê gune bûn. Nêzî 3500 gund vala bûn, hatin şevitandin; gund, navçe hetta bajar vêran bûn. Deşt û zozan, bê heywan; kelem û daristanên hezar salan hatin şewitandin; cî û warên bav û kalan hate terikandin. Navenda birayên hezar salî de neyarî û dewa xwînê peydah bû.

Înada resmî, înkarê re; cehaleta herêmî jî  înadê re koledarî kir.

Birîn kûr û xwînî bû. Gîrîyên gaviran jî dihat lê belê nel ser rastî, li ser dek û dolavên şeytanî bû. Birayên Kurdan ê hezar salî zêdetir; birayên xwe, teslîmê însaf û îmkanên xaç û senem a Xerbê kiribû. Ev qerara birayên xasse nebû, temamî qerara birayên kose bû. Dengek, hewarek  xêrê nehat. Kilam ê Kurdistanê de tê gotin;

“Felek mala te xirab be…ê

Hewara bêkesan li jêr nema ye,

Li jor maye Rebbê Rehman e

Hewar dikim Tirk nayê Kurd xayîne..”

Dewlet a Tirkîya de bo Pêvajoya Çareserî’yê, bo biratî û aşîtîyê glek îlimdar û sîyasetmedar gotin û şoxulên muhîm kirin. Me nivîsên jorîn de behsa Demirel kir.

Di dû re, merhûm Tirxut Ozal û merhûm Necmettîn Erbakan behsa çareserîyê kirin lê belê wê demê, “Dewleta kûr, ji devleta holê zêdetir raydar û xwedî hêz bû. Evan her dû lîderan jî bedêl a evan gotinên meşrû û medenî giran dan. Yekî dest ji jîyana xwe, yekî jî dest ji meqamê xwe kir.

Ozal, ji bo Kurdan behsa heq û hiqûqên firehî, gerdûnî kir. Merhûm Erbakan jî li bajarê Çolîg (Bîngol)’ê, mitîngekê xwe yê taybetî de got; “Tu eger bêjî bextîyar e kesê ku bêje ez Tirk im; yê dî jî dibêje bextîyartir e kesê ku bêje ez Kurd im..” Evan her dû gotinana jî rast û gotin a Heqq û medenîyetê bû lê belê li ser gotindaran, bi biha kî mezin bû mal.

Piştê  evana; Serokvezîr Recep Teyyîb Erdoxan; ezber û gotinên sed salî xerab kir, bû umîda lêvîyên sed salî. Xisûsen bo pirsgîrekê sîyasî û leşkerî de Erdoxan, gelek umidê mezin da Kurd û Kurdistan hetta temamên Tirkîyayê jî umiddar bû.  Gotin, fi’l û karê Cenab ê Erdoxan, li hember zordarî û tarîtîya welat bû. Bi gotinên millî û dînî, bi quwweta îmanê, bi siloxanên İslamê mucadeleyek herî mezin dida.

Gelê Tirk û Kurd jî exleb alîkarê Cenab ê Serokvezîr Erdoxan  bû. Ji şexsê Erdoxa re  milê sîyasetê neyar, milê gel jî yar bû. Gel; xisûsen jî li Kurdistanê; li gund û bajaran, li kolanan îd û şênatî dikir; devet u dîlan dikir.

Erdoğan, li Amedê, sala 200an vebûna TOKİde wiha digo: Nava pergal û sazman a qanûna esasî de em pirsgîrekan çareserî dikin; bi zêdetır demokrasî, zêdetır mafên mirovan û daha zêde refahê

Dû Serokvezîr Erdoxan, Serokkomarê wê demê Evdilla Gul jî 11 Adar 2009dan de  taybetî navê pirsgîrekê lêkir û wiha go:Der heqê Pirsgîrek a Kurd, rojên pêşveçûyî tiştên gelek baş ewê bibin.

Gul, gotinên xwe dom kir: Pirsgîrek a Kurd, pirsgîrek a Tirkîyayê a yekemîn e û muheqqeq ewê hal bibe.

Evan gotinên bi qiymet û cesûr, navenda gelek sîyasetmedar, nîvîskar, kolînêr û gelek kesan de bi dengê bilind hate ziman, hate rojevê.

Êdî xwedîyê temamê pirsgîreka  Tirkîyayê yên daxîlî bîzzat dewlet bû. Ekserê gel jî bi van gotinan, ehd û peymanan keyfxweş dibû û halîkarî ji hikûmatê re dikr.

Qenaet û fikrê millet wiha bû: Gotin, gotina cenabê Erdoxan e;  Erdoğan bi rastî, bi dil û can, bi vîcdan diaxive; serokvezîrê bi îman û bi însaf e. Reîs; şewtandina kelem û daristanan, kuştina însanan naxweze; tirsa xwe li ser Kurd û Kurdistanê tuccar tunîne, hes dike. Ew ji terorîzmê, ji çareserîya leşkerî aciz e û tuccaran naxweze. Biratîya ummetê u aşîtî dixweze. Keyf a wî, kuştina xort u qîzên Kurd u Tirkan re tucaran nayê..

Eva fikrê hanê nava millet de belav bu. Gel jî eynî wisan digo û wisan jî difikirî.  Li ser vê yeka; 19 Cotmeh 2009an de  34 şervanê PKKê  di derê Xêburê  de ketin Tirkîya yê û teslîm bûn. Helbet, teslîm bûna wan, hevdîtina wan û gel, heta mehkemebûna wan;  gelek kes û mercî de ‘eqsul’emel velidan.

Sloxanê nijadî hate avêtin û pankart ên ecêp hatin ba kirin. Gelek mercîên resmî û xeyrî resmî de bê bawerî çê bû.

Heqîqet ev e: Pêvajoya çareserîyê de her dû alî jî gunehkar bûn. Armanc, ji çareserîyê zêdetir têkbirin u binxistina kesê hember bû. Her dû halîyan jî mesaj didan ronahî û tarîtîya derdorên xwe. Milletên Kurd û Tirk, wê rojevê de gelek fîdakarî ûı alîkarî kir, bo aşîtîyê bi hinek zehîr jî razî bû lê belê kesên ji bo çareserîyê derketibûn holê, kesê ku xwedî raye û xwedî tesîr bahane gerîyan; bo rindîyê û aşîtîyê bedel û xwedana maqûl nedan; evana re jî Xuda û mexluqat şahidin.

Xisûsen gelê Kurd; ji rexê Cenabê Erdoxan gelek hêvîdar bû, zêde daxwazîya xwe jî mewcudbû. Erdoxan; behsa ummetê, behsa aşîtî, behsa  tiştên nû zêde zêde dikir. Temamgotin, qerar û karên kewnarî lînc û telîn dikir.  

Çareserî; ta ewwil de di xetta xwar de diçû. Çitor kî masî, serî de bihn dide; wisan jî xet jî serî de xar bû. Dewlet; gerek serê çareserîyê de tenê PKK’re nîne, temamên enasirên Kurdistanê, temamên cemaet û cemîyetên herêmê re muxateb bibana. Temamên kom û komelan batana muxatab girtin. Partî, ehlê qenaatê, şeyx û mela û alîmên mu’teber hetta temamên derdorên aborî û civakî jî gerek muxatab bibana.

Qerara çareserî; ne ji bo komelekê, bo temamê gelê Kurd gerek bihatana girtin û dom bikirina. Semîmîyet, rehmet û Rizayê Barî jî ev bû.

 Em vîna qebûl dikin û dibêjin; helbet dewlet tedbîrên çekdarî gerek bigre; helbet her dem bo şer û aşîtîyê re tedbîrên dewletê yên çek û çekdarî heye û gerek hebe jî.  Em vîna jî dibêjin; temamên evan tiştan gerek bo hizûr û refaha gel, bo yekîtî û biratîya welatîyan xizmet bike.

Tedbîr şert e lê belê xisûsen jî di distûra esasî de dûrketina faşîzmê, hukmên medenî û gerdûnî ferz e.

 

Sersala Milazgirê:

Siltan Alparslan Mucahîdê Îslam, neferê ummetê ye. Ewwil; ji xelîfe ê ummetê, piştre ji ummetê du’a dixwezî. Nîhayet roja înê dest bi hucûma şer dike. Bo vê yêka jî Uz u Peçenek, xisusen jî deh hezar zêtir şervanê Kurd ji sefa Dîyojen dizvirin û daxîlê leşkerê Alparslan dibin. Dawîya vê rîcata jî cepha leşkerên Romê teşvîş, bê pergal û bê sazûman dibe. Leşkerê Alparslan jî bi hêzek daha hindik lakîn bi moral û manevîyetek herî mezin tê cûşê. Deşta Milazgirê, bi tekbîrên mucahîdan dilerize. Nîhayet jî “Wel aqîbet’u li’l Mutteqîn” tecellî dibe û fermandarîya Mucahîd Alparslan o li lser navê gellê Tirkan ummet muzaffer dibe.

Bo wê ruhê pak û paqij, Erdoxan sade biçibana Milazgirê daha baş bû.

Temamê Tirkîyayê, baxisus jî gelê Kurd, fikr û zikrê Dewlet Baxçelî seroke Partîya Netewperverê Tevger baş dizane.

Çareserîya Baxçelî ji bo gelê Kurd; “aşîtî, wekhevî, dîyalog û îstîşare..” zêdetir; “red û înkara gelê Kurd û hiqûqên wîyên dîrokî ye; kelîma Tirk re ram bûn û dexeletkirne.”

Li ba Dewlet û Erdoxan; mana û fêmkirina “teror û hiquqên netevan..” ji yek nîne. Kesê ku înkarîya Kurd û pirsgîreka Kurdan dike, gerek ba Erdoxan nebana. Serokkomar; bi halê tenha, bi gotinên xwe yên ewwil zêde zêde dihat hezkirin.

Bi zanîna me, îhtîyaca Cenabê Reîs, tuccar ji Baxçelî’re tunne.

“Welle nabe Bîlleh nabe”

Çemê Çareserî gelek dûr û kûr e

Bi kelek a Baxçelî tuccar derbas nabe…”

Biratîya Kurd û Tirkan, hezar salî zêdetir e. Mîna nenûk û goşt ketine nava hev. Xebat û mucadele şert e hetta ferz e lê belê ji bo “aşiti, wekhevî, biratî.”

Îstiqrara Rojhilat a Navîn girêdayîyê bi gelê Kurd e.

Li Kurd û Kurdistan bê ummetê, xisusen jî bê Tirkan jîyan û avabûn nabe. Madem Eşairên ummtê jî ekser bûne dewlet û dewlemend; lazim e kî Kurd jî bêpar nemînin.

Me deynê maldaran, îadekirin a heqê bêkesan  nîne?

“…Fe weylûn lîl musellin..”

Di debarê nivîskar de

Têhev

8

Gotar

Ê Berê Kurd û Kurdîstan Kuda?
Ê Li Pey Kuştin u Mirin

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.