Î’layê Kelîmetullah Bi Pêşveçûnê Ve Girêdayı Ye

Article

REÇETA KURDAN

Î’layê Kelîmetullah Bi Pêşveçûnê Ve Girêdayı Ye

بسم الله الرحمن الرحيم

S: - “Kesên ğeyrîmuslim bi muslumanan re ‘eskeriyê bikin çewa caiz dibe?”

C: - “Bi çar wechan caiz dibe.”

“A ewil ev e: ‘Eskerî karê şer û herbê ye. Do wexta ku we bi wê hirçê re herb dikir, pîrekaw qereçiyaw zarokaw kûçika jî alî we kir, ma ji we re bû ‘eyb û ‘ar?” Kesê ğeyrîmuslim ku di herbê de alîkariya we bike çi zirara wê heye?

“A duduya: Di nav muşrikên ‘Ereban de ji bo Pêğember ‘eleyhissalatû wesselam hinik lihefkirî hebûn, gotina xwe bi hev re kiribûn yek û bi hev re diçûn herbê. Îja vanê me ehle kîtab in. Di nav artêşê de jî ne kom in, ji hev qetandî ne. Em jî pir in. Ev pirbûna me, wê zirara wan î ku hûn jê di tirsin pêşiya wê digre.” Yanî heger hûn ji zirara wan ditirsin, yek yekê ku ji hev belabûyîne nikarin zirarê bidin we.

“A sisiya: Di nav dewletên Îslamê de hindik bin jî kesên ğeyrîmuslim di eskeriyê de hatine îstixdamkirin. Di dewleta ‘Usmaniyan de Ocağa Yenîçeriyan (Yeniçeri Ocağı) şahidê viya ye.”

Ocağa Yenîçeriyan di sala 1326yê mîladî de hat damezirandin. Temamê neferên wê ji zarokên fillehan ê ku ‘umrê wan di navbêna diwazde û bîstû diduyan de dihatin neqandin. Perwerdehiya eskerî didan wan û wan hînî dînê Îslamê dikirin. Piştî vê perwerdehiyê wan digirtin Ocağa ‘Ecemîtiyê. Di dû re jî wan digirtin Ocağa Yenîçeriyan. Di dewltên Îslamî yên berya ‘Usmaniyan de jî mîsalên vê gelek in û van dewletan tu zirar jê nedîtine, fêde jê dîtine.

S: - “Berê Musluman maldarbûn, zengînbûn, ğeryrî muslim jî feqîrbûn. Lê anha rewş tam ‘eksê wê ye. Hîkmetê vê çi ye?”

C: - “Ez du sebeban zanim”

“Sebebê yekem: Ayeta ku dibêje; “Leyse lîlînsanî îlla ma se’a.” Yanî; ji keda însan pê ve tişkî din jê re tune ye. Ev ayet di însan de meyla xebatê çêdike. Û hedîsa ku dibêje “Elkasib hebîbullah” Yanî kesê ku kesbê dike, qezenc dike heskiryê Xweda ye. Ev hedîs jî însan teşwîq dike bibal kesbê ve. De îja bi sebeb hinik gotinan ev meyl şikest û ev ‘eşq tefiya. Çimkî hinik kes û hinik wa’izan fêm nekirin ku î’layê kelîmetullah bi pêşveçûnê ve girêdayiye, bi pêşveçûnê çêdibe.” Î’layê kelîmetullah bi zikrê ziman tenê çênabe. Di her dewrê de çi îmkan hebin lazim e ji bo î’layê kelîmetullah werin bikaranîn. Bê pêşveçûna di teknolojyê de î’layê kelîmetullah çênabe.

Û dîsa van wa’izên nezan “ji cihet dunyayê ve qîmetê hedîsa ku dibêje “dunya mezre’a axretê ye” fêm nekirin. Û zerûret û mecbûriyetên qernê nîvî û qernê dawî ji hev neqetandin û ferq nekirin”

“Û (dîsa van wa’izên nezan) qena’eta di tehsîl û kesbê de û qena’eta di mehsûl û ucretê de ji hev neqetandin. Hal ew e ev her dû dûrî hev in. Qena’eta di tehsîl û kesbê de xerab e, ne qenc e, hatiye zemmkirin. Lê qena’eta di mehsûl û ucretê de qenc e û hatiye medihkirin.”

Qena’eta di tehsîl û kesbê de navê wê keslani ye û tirali ye û tembelti ye. Kesê naxwazin bixebitin navê tiralîw keslaniya xwe datînin qena’et, vêya xerab e. Lê piştî merev xebitî, cehd û ğeyret kir û keslanî nekir, di netîcê de mehsûlê ku Xuda kiribe nesîbê merev pê razî be, vêya qena’et e. Ev jî qenc e.

“Û (dîsa van wa’izên nezan) du heb tewekkulê ku heta bi heta ji hevdû dûr in wan tevlihev kirin û kirin yek. Tewekkulek jê navê keslaniyê ye. Yek jî sedefa îxlasa heqîqi ye. Yek jê tewekkula keslantiyê ye. Ji bo ku îrada Xuda tecelli bike lazim e esbab werin cî. Ev tewekkula keslantiyê li hember nîzama esbaba ‘înadê dike, keslaniyê dike û esbaban nayne cî. Tewekkula din jî tewekkula mumintiyê ye. Ji bo biserkeftinê û sitendina netîcê teslîmbûna ji esbaba re ye û mudaxelenekirina bi wezîfa Îlahi ye. Hinik kesan vana tevlihev kirin. Sirrê gotina “ummetî, ummetî” bala xwe nedanê û fêm nekirin. Hedîsa ku dibêje “xeyrunnasî men yenfe’unnas.” Yanî qenctirê însana ew e ê ku menfî’eta wî li însana dibe. Hîkmetê vê hedîsê fêm nekirin. Meyl û şewqa wê ked û xebatê şikandin û tefandin”

“Sebebê duduya: Me memûrtiya dewletê ji xwe re gerand deryê me’îşetê, me bela xwe dît. Çimkî ev, karkî ğeyrî tebî’î ye û musa’id e ji keslaniyê re û ğurûra merev mizdide.” Çewa ku Ustad Hesen Elbenna jî dibêje.

S: - “Çewa yanî?”

C: - “Çimkî ji bo me’îşetê riya meşrû’ û tebî’î û zindî sin’et e û zîra’et e û tîcare e. Bi min li ser çi navî dibe bira bibe, kesê ku memûriyetê ji xwe re digerîne deriyê me’îşetê ew kes carris e û ‘aciz e û parsek e. lê bi şertê ku viya ji kesên hîlebaz be. Bi min kesê ku têkeve karê memûriyetê gerek ji bo xizmet û hemiyyetê têkevê. Kesê ku ji bo me’îşet û menfî’etê têkevê ew kes qereçîtiyê dike.”

Qereçî bê kar û bê te’b dixwazin xwe têr bikin. Ji wan re ne xizmet ne jî maldarî mûhîmm e.

“De îja qismekî ji memuriyetê û ‘eskerî jî bi temamî ji me re bû. Ji bo vê me serwet tev îsraf kir û nesla xwe bela kir û winda kir.” Tuccar û sin’etkar ji me derneket in. Serweta me bi vî sebebî heliya û însanê me li çar aliyê welat di riya memûriyetê û eskeriyê de belawela bûn.

“Heger bi vî hawayî dewamkiribûna emê jî ji dest çûbûnan.”

“Ha, de îja eskerîtiya ğeyrîmusliman ji bona roja îro mesleheteke nêzî zerûretê ye. Û hem jî em ji vêya re mecbûr in. Û ji xwe meslehetê ‘urfî jî di mezhebê Îmamê Malik de ‘illetekî şer’î tê qebûlkirin.”

S: - “Di vî zemanî de Ermenî dibin qaymeqam û walî. Ev çewa çêdibe?”

C: - “Ermenîkî çewa ku makînevantiyê û çewa ku melkesvantiyê dike, ‘eynen bi vî hawayî dibe ku walîtî û qaymeqamtiyê jî bike. Çimkî di meşrûtiyetê de ê hakim millet e. Hukûmet xizmetkar e. Heger meşrutiyet rast be wê qaymeqam û walî ne reîs bin, wê xizmetkarê bi ucret bin. Kesê ğeyrî muslim nabe reîs, ew ancax dibe xizmetkar. Ferz bikin ku memuriyet jî reîstîw ağati ye. Dema em ji ğeyrî musliman sê hezar kesan bikin şirîkê ağatîw reîstiya xwe di ‘alemê de wê ji sê sed hezar zilamê musluman re riya reîstiyê vebe.”

Di ‘alema Îslamê de hejmara zilamê ğeyrî muslim ku sê hezar be, a muslumana sêsed hezar e. heger sê hezar zilamê ğeyrî muslim bibin şirîkê reîstiya me, riya reîstiyê ji sê sed hezar muslumanî re vedibe.

“Ê ku yekî bide û hezarî qezenc bike zirar nake.”

Di debarê nivîskar de

Têhev

29

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

  • بگوهێ قەلبێ خوە گۆداري بكن ئو بچاڤێ عەقلێ خوە بنەڕن
  • SERÊ XWE RAKIN BÊJIN TU RAST DIBÊJÎ
  • سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن
  • HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE
  • بهەركەسيڕە مەيلا دينێ ئيسلامێ پەيدا بويە
  • NÛRA DILAN JÎ NERMÎYÛ MERHEMET E
  • هەڤپەيڤينا جڤاكا كوردان بسەيدايێ بَدِيعُ الزَّماَنْڕَه
  • Î’layê Kelîmetullah Bi Pêşveçûnê Ve Girêdayı Ye
  • ئيعلايێ كەليمەت الله بپێشڤەچونێڤە گرێداييە
  • ئەم هاي ژخوە نەمان ئو مە ڕيعايەتا تەدبيران نەكر
  • Di Dinya Me Ya Îro De Înqîlabek Dunyewî û ‘Ecêb Heye
  • ددونيا مە يا ئيرۆ دە ئينقيلابەك دونيەوي ئو عەجێب هەيە
  • Wekhevbûnî Ne Di Fedl û Şerefê de...
  • وەكهەڤبوني نە دفەضلو شەرەفێدەيە، دحقوقدەيە
  • Hurriyeta Me Wê Bibe Fecra Sadıq Ji Bo ‘Alema Îslamê
  • حوڕيەتا مە وێ ببە فەجرا صادق ژبۆ عمومێ عالەما ئيسلامێ
  • Hurriyeta Ğeyrîmusliman Şu’bek Ji Hurriyeta Me Ye
  • حوڕيەتا غەيري مسلمان شوعبەك ژ حوڕيەتا مەيە
  • HURRIYET; XUSÛSIYETA ÎMANÊ YE
  • حوڕيەت؛ خصوصيەتا ئيمانێيە
  • Hurriyeta Li Hember Însan...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Rafiziyê Huriyetê Kolê Nefsê Ne
  • ڕافزيێ هەرتشتي هەنە ئێ حوڕيەتێ ژي كۆلێ نەفسێنە
  • Yan Xîlafeta Şer’î Yan Jî Îzmîhlala ‘Umûmî
  • يان خيلافەتا شەرعي يان ژي ئيزميحلالا عمومي
  • Em Li Şerî’etê Xwedî Derkevin...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Hevpeyvîna civaka Kurda Bi Seydayê Bedî’uzzeman re
  • Ê Berê ئيعلايێ كەليمەت الله بپێشڤەچونێڤە گرێداييە
    Ê Li Pey هەڤپەيڤينا جڤاكا كوردان بسەيدايێ بَدِيعُ الزَّماَنْڕَه

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.