Her Çiqas Ğerbî Nexwazin Jî, Zefer A Îslamêye

Article

 

يُرِيدُونَ لِيُطْفِؤُوا نُورَ اللَّهِ بِأَفْوَاهِهِمْ وَاللَّهُ مُتِمُّ نُورِهِ وَلَوْ كَرِهَ الْكَافِرُون

“Ew dixwazin bi devê xwe nûra Xwedê vemrînin. Lê belê, her çiqas kafir nexwazin jî, wê Xweda nûra xwe timam bike.” (Seff -8)

Xweda Te’ala, vê dibêjê di Qur’ana Kerîm de. Em jî dibêjin: “Xweda Te’ala rast dibêje.” Îslam (nûra Xweda), çiqas dînêkî mezine kû ji roja derketîye heta îro, digel xebatên tevê şeytanê îns û cinna, dîsa jî ji holê nehatîye rakirin û nehatîye ze’îfkirin.

Li Mekkê her new’ê kemîna danîn. Li mu’mina xistin, mu’min birçî hiştin, bi tenê hiştin, ew ji war û welatê wan deranîn û hetta ew kuştin. Lê belê Îslam nesekinî, hîn bêtir xurt bû.

Li Medînê her new’ê êrîşa li Îslamê bû. Çi ji hindir çi ji derve de, xwestin wê bînin xwarê; lê belê dîsa jî negihan miradê xwe. Ew nûra ji Hîra derket, di 23 salan de, hemî ‘Erebîstanê rohnî kiribû jî. Ji piştî wefata Resûlullah (S.’E.W) hê sed sal derbas nebû, ji şerqê dinyayê heta ğerbê dinyayê tevî belav bû. Di tarîtîya dîrokê de, êrîşên Xaça û Moğola dî; lê dîsa jî, ji holê nehate rakirin. Lê belê hîn bêtir qewîn bû.

Nûra Îslamê, îro li ğerbê dinyayê jî dibiriqîne. Îslam, bûye hêvîya însanê Ewrûpa û ‘Emerîqa kû ji âlîyê dinyayê ve di rehetîye dene; lê belê ji âlîyê rûh ve di buhranê dene. Mirovê ğerbê, îdî ne ji fillêhîyê (xirîstîyanî) û ne ji dînê beşerî hizûrê dibîne. Jiber vê yekê, di van salên dawî de, dînê kû li Ğerbê herî belav dibe Îslame.

Piştî kû neyarê Îslamê, bilindbûna Îslamê dibînin, wekî her zemanî vala nasekinin; pîlana li ser pîlana çêdikin. Jibona belavbûna Îslamê, li ğerbê bisekinînin; îro dixwazin serkanîya avê gerav bikin. Li ser erdê kû Îslam lê derketîye, dixwazin tûxmê fitnê biçînin. Bi vî awayî, dixwazin ‘alema Îslamê, têxin nav gengeşe û qaosekî de û ji mirovê ğerbîyan re vê bêjin: “Rewşa wan kesê kû bûne tabi’ê Îslama kû we daye dû ev e. Ma xêra Îslamê, li Mislimana bûye kû li we jî bibe?”

Nexasim serê hezar salên dawîyê de, bi pîlanek şeytanî, xwestin bighîjin miradê xwe. Jibonî neheskirna-Îslamê (Îslamofobî) belav bikin, xwestin ji terzê El-Kaîdê îstîfade bikin. 11ê Êlona 2001’ê de, nîşanâ Newyorkê cotê bircan, bi êrîşa firokên rêwîya, anîne xwarê û dehşet xistin dilê mirovan. Ev kirin, dixwaze ji teref El-Kaîdê hatibe kirin, dixwaze ji teref ‘Emerîqan, yan jî ji teref rejima îşğalkera Siyonist ve hatibe kirin ferq nake; di dawîya wê de Îslam û Misliman bûne hedef.

‘Emerîqa, di ber her bircekî xwe de, dewletek Îslamê (Efğanîstan û ‘Iraq) îşğal kirîye îdî. Ev zulmê li van dewleta kû li Mislimana hatin kirin, hingî wehşîyane û rezîlî bûn, li pêş televîzyona em tev qehr kirin. Li Ebû Ğûreyb û li Guantanamo, li qempê hêsîra, mu’emela li Mislimanê hêsîr kû hatin kirin, ji new’ên kû xuyna mirovan dicemidîne. Lêxistin, derb kirin, îşkence, tecawûz, talanî, kuştin… Bajar hatin xerakirin, mal xerabûn; malbat jihev ketin, muhacir bûn. Zarok bi qehr û nefretê mezin bûn.

Piştî kû gel tev bi hev re xistine bûhranê, ‘eyara mirovan hate xerakirin. Zarok û ciwana perwerdeyek ne dînî û ne jî dinyayî sitandin. Mirovên di bin îşğalê de bi sala zûlm dîtin, ji ğerbê (Ewrûpa û ‘Emerîqa) nefret kirin û ji bonî heyfê li firsetekê gerîyan. Îro hereketên wekî DAÎŞ, heger hewqas zû mezin dibin, ne bêsebeb e. Hereketa DAÎŞ û yên wekî wê, belkî bi delîlên xuyayî nehatibe îsbatkirin ku alîkarîyê ji ğerbê dibînin; lê belê rastîyek heye kû hereketa DAÎŞ û yên wekî wê, sebebê kû derketine holê; pêşî ji sedem kû ‘Emerîqa û Ğerbê, li ser axa Mislimana qadek çêkirine kû ew qad, ji hêstir û xuynê strandine.

Heye kû di wê qada wehşeta herbê de, ew zarokê Mislimana kû bê mal û war mane, di ber qamera de, bi şeklê serjêkirina mirovan, li gor xwe xwestine kû heyfê ji Ğerbê bistînin. Van ciwanan, wextê ev hereketê wehşîyane kirine, şî’arek ji yên Îslamê ya herî mezin tekbîr jî, ji devê xwe kêm nekirine. Tev jî, bi rî bûn; di destê wan de kêr hebûn û wek heywana serjê kin, hesîr digurandin. Ew dijminê xweyî kû digirtin yan jî ew sivîlê kû ji xwe re dijmin qebûl dikirin, didan ber fişeka û vîdyoyê wan ji cîhanê re didan temaşekirin. Wek kû dixwestin bêjin: “Dawîya îşğalkera ha eve!”…

Lê ti fêde, tiştê Ğerbê jî dixwest ev bû. Dixwestin kû Mislimana bikin wehşî û dinyayê bidin tirsandin ji Mislimana.Dixwestin kû şî’arê Îslamê, bêqîmet bikin û di çe’vê mirovan de ji wan bête tirsandin. Ew gotinê “Ellahu ekber” kû Mislimana, di şahî yû ‘îd û zayîn û şîn û bang û limêj û di zeferê xwe de digotin, bi vîdyoyên serjêkirinê, dixwestin têxin mejîyê mirovan de. Jiber kû ew milîtanên kû ev kûştin dikirin bi rî bûn; dixwestin  mirov, ji sinneta Resûlullah, ye’nî ji rîyê jî nefret bikin.

Hasîlî kelam, Ğerb, bi vê pîlanê hem hizûrê nade Mislimana; hem Mislimana bi hev dide nefretkirin; hem jî dixwaze bibe mani’ ji belavkirina Îslamê li Ğerbê. Belê, ev hesabê wane. Ji bona ev hesabê wan bigre, her rîyê şeytanî diceribînin. Belê ji vê, canê me dişewite û bê  êminîyekî dixe nava me; lê belê, bera ev neyê jibîrkirin kû li ser van teva, hesabê Xuda jî heye.

Di wextê kû tarîtî herî kûr dibe, çawa kû fecir davêje û roj diderkeve, îro ev buhrana kû em tê dene jî, wê derbas bibe û nûra Îslamê, wê dîsa me ronî bike. Çawa kû kes nikare, rojê bi herîyê biseyîne, wê Îslam jî, digel tevê dijmintîya jî, wê ji teref mirovên rast û durist ve, wê bête gotin û bête ‘emelkirin û wê kes nikaribe têkêve pêşîya belavkirina Îslamê li Ğerbê. Lewra “Nêze kû roj ji ğerbê ve derkeve!”

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Mustafa Turan

Ê Berê Em hevalê heqqîyê ne yan ê pirrîyê ne?
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.