EY BULBUL

Article

 

Ey bulbulê bi huner
Vê xwendina bi keser
Li dilê min kir eser
Perçak agir danî ser.

Ê te mêrg û tev dar e
Gul û nêrgiz buhar e
Tub wîsal û hem yar e
Dilrehet û bê keder

Ez bê gul û buhar im
Şev û rojan ğemxwar im
Bê wîsal û bê yar im
Jiyan ta’l û bê şeker

Ez aşiq im hezîn im
Dil bi kul û birin im
Nutqa ‘eşqê dixwînim
Berya fecrê her seher

Tub ‘îd û ‘erefat î
Şevê qedr û berat î
Tu ne dûrî welat î
Tevdê salê seranser

Tu serbest û azad î
Bi mehbûb û mirad î
Çav bi ken û dilşad î
Bi dîlberê gula zer

Ey bulbulêm ka were
Derda bêjim ji te re
Salih bi te bawer e
Tu sirra wî navê der

Ez ğerîb im bindest im
Aşiq û heqperest im
Ji hicranê ez mest im
Xortaniyam bû heder

Wek Mecnûn û Ferhad im
Bê si’ûd û mirad im
Bindest im ne azad im
Bêçare me were ber

Dîlbera min wenda ye
Biqîmete buha ye
Ne wek Zîn û Leyla ye
Lê digerim li her der

Îro li ser cîhanê
Ez nabînim nîsanê
Kanî hukmê Quranê
Dunya tarî bê fener

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

M. Salih AKAY

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.