XEYALÊN XALÊ EḤMED

Article

Xalê Emed mirovek feqîr e lê xeyalperest e. ‘Umrê wî li dor hêla pêncî salî ye. Porê serê wî bûne wek hirî, yek muyek reş li sûretê wî nemaye. Kes nagîje xeyalên wî. Her roj di karekî de ye. Rojkî xezînê dibîne, roja dî zêra dibe hûr dike, dotira rojê di orta gund de fabrîqekî ava dike. İdî ew patron e, gundî jî ‘emelê wî ne.

Xalê Eḥmed îro dîsa ketibû xewn û xeyalan.  Reşîtê Qoto dît ku Xalê Eḥmed dîsa ket nav xewn û xeyalên dûvdirêj,  xwest ku dersek bide wî û wî ji xewna xeyalî hişyar ke.  Hema rahişte çakûç û miqara xwe û berê xwe da zinarê pêşberî gund ku jê re digotin Kevirê Hars û Pars. Li ser zinar bi çakûç û miqarê wêneyê marekî çê kir. Dûvê mar bi alî gund ve serê wî ber bi Kela Boko ve vegerand. Di binê piyê mar de resmê şêrek bi cîh kir. Şêr pencê xwe ber bi gelî ve vegerandibû. Piştî ku wêne temam bû Reşît ma li benda keysa xwe.

Çend roj bi ser de çû. Baran barî, lêmîş rabû. Paşê bû sayî. Tavê da der û dora gund. Reşîtê Qoto çû mala Xalê Eḥmed.

-Selamûn ‘eleykum

-We ‘eleykum esselam! Tu bi xêr û selamet hatî Reşît!

-Xêra Xwedê li te be. Xalê Eḥmed!  Ez vêga ber bi kevirê Hars û Pars ve çûm, min li ser kevir tiştek ‘xerîb dît û min tu tiştek jê fêm nekir. Dibên ku tu di vî warî de şareza yî.

Xalê Eḥemd guhê xwe bel kir û ket guhdarîyê:

- De zû bêje ew tiştê ‘Ecêb çi bû. Xwedê xêr ke.

-Xalê Ehmed! Min tiştek ‘xerîb dît. Lê ez newêrim ji kesî re tiştek bêjim. Bes tu sirdaşê minî ezê ji te re bêjim. Ew kevirê pêşber heye ya. Li ser wî kevirî Resmê marekî heye. Marê li ser Kevirê Hars Û Pars tam li serê Kela Boko dinêre

-Ê ẋeyrî mar tiştek tune gelo!

-Çawa tune. Tam di binê piyê mar de şêrek heye. Şêr rabûye ser piya, te dibê qey ku xwe li pêy nêçîrê bi alî Geliyê Camitê ve diavêje.

-Kekê Reşîd! Eman eman! Tu tiştek ji kesî re mebêje. Ev nîşana xezînekî dagirtîye. Zêrên wê têrî me û ḥeft bavê me dikin. Qet gundiya hişyar neke. Rabe em biçin ser Kevirê Hars û Pars.

Reşît li pê Xalê Ehmed li dû çûn ser kevir. Reşîd got:

-Aha wêne ev e. Ez jê fêm nakim bes tu şarezayî.

Êdî kêf kêfa Xalê Eḥmed e. Dê xezînê derîne û fabrîqa veke. Ew patron e temmamê gundiyan jî xulamê wî ne. Li Reşît vegerî û got:

-Kuro dengê xwe neke! Ev mar nîşan dide ku xezîna me di Kela Boko de ye. Cîhê xezînê jî tam li gelî dinê re. Lewra şêr bi lepê xwe bi bal gelî ve îşaret dike. Lê ev xezîne sêrkiriye. Lazime em Filekî sêrbaz bînin da ku xezînê ji me re derîne. Min saliẋê sêrbazek li Erzeromê girtiye. Ezê nuha Herim Erzeromê heqê wî bidim, wî bînim û pê xezînê derînim.  Paşê jî emê para Xwedê jê derînin û zêrê xwe li hev par ve bikin. Ḥeta ez bêm nebe nebe tu hîç bi kesî re neşteẋile.

-Temam xalo.

Xalê Ehmed berê xwe da Erzeromê û raste rast çû Qereyaziyê. Bi salixê salixdana çû mala sêrbazê file. Li derî da û çû hundur. Deḥkere danî. Ḥal û eḥwal ji sêrbaz re got. Ji xwe sêrbaz jî li benda rojek wihareng bû. Lewra nêçîra wî bi lingê xwe hatibû ketibû qefê. Simbêlê xwe li hev ba da, bi vî alî û wî alî de vegerand û got:

-Tu tam hatiyi ciyê rast. Di Kela Boko de xezînekî giran heye ku ji dewra Deqyanûs maye. Lê ez nexweş im bê heq nikarim bêm. Dibê tu hinek pera bidî min. Ezê bêm sêrê betal kim zêra derînim û tu dê dewlemend bibî.

Xalê Ehmed bi tedbîr hatibû,  zêrê pîreka xwe bi xwe re anîbû. Bazinek bistûçar ‘eyar pê da. Texsî kirê kir, sêrbaz bir gund û di mala xwe de veşart. Şev bû nîvî sêrbaz girt bir ser Kela Boko. Sêrbazê me xêlî bi serê xwe de anî û di bin xêliyê de bû norîn û nalîna wî. Bi qasî du sa‘eta dem borî sêrbaz got:

-Kuro ez westiyam. Sêra vê xezînê û cinên Muhafiz rê nadin ku ez tiştek bikim. Ji ber ku mal girane bekçî jî pir in. Em  êdî vegerin mal û sibê dîsa bixebitin. Rabûn vegerîn mal. Dotira rojê wextê çûnê hat sêrbazê me dîsa ‘ingirî.

-Ev  kar bê pere nabe. Dibê tu zêrek dî bidî min. Feqîrê Ehmed îcar zêrek pê da. İdî ev hal berdewam bû. Her roj û zêrek. Lê cina nedihişt ku xezîne derê. Rewşa Xalê Ehmed bi xeyala dîtina xezînê roj bi roj ber bi xerabîyê ve çû. Sêrbaz mala wî li ser cila reş danî. Temmamê zînnetê ehlê mala xwe bi dest sêrbaz ve berda. Lê hêj jî xeyala wî dîtina xezînê bû. Rabû ji der û dora xwe gelek pere û zêr deyn kir û da sêrbaz. Bi vî hawî salek borî. Xalê Ehmet êdî wek mirişka serjêkirî ji teref sêrbazê cindar ve hatibû rûçikandin. Tu tiştek wî nema bû.

Sêrbazê me piştî ku nêçîra xwe baş rûçikand û ava wî guvaşt li ray û tevdîra revê geriya. Şevek di nîvê şevê de ew di xew de hişt, revî û çû. Serîyo tu bi qurbana linga…

Li ser vê revê xalê Ehmet hişê xwe ji dest da. Dîn bû bi çola ket. Lewra temmamê malê xwe di oẋira xeyalek pûç de serf kir. Xezîne ji xwe nehat bi serda jî bû deyndarê temmamê gundiya. Paşê gotina bavê wî hat bîra wî. Çakilê xwe girt li nav gund gerîya û şîreta bavê xwe nuhurand.

“Gencîneya herî baş keda dest e. Xweydan û qezenca ḥelal e. Gencîne pez e, dewar e, zîra‘et e. Xweydan û keda dest, kesba ḥelal û keda dest. Xezîne, xezîne…”

Di debarê nivîskar de

Têhev

11

Gotar

Cewdet Karaman

Ê Berê Mele Xelîlê Mişextî û Helbesteke Wî
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.