Konê Ummû Ma'bed

Article

Ummû Me'bed, xatûnek bi‘iffet û bi‘aqil û bihêz û qewîn bû. Navê wê ‘Etîqe bintî Xalid. Bavê wê Xalid bin Hûweys, mensûbê qebîla Xuza'a ye. Keça malbatekê bû ku di navbêna Mekkê û Medînê de li herêma Qudeyd'ê di kon de jîndewarî di bûn. Dema ku mezin bû û bû qîza xame bi lawê apê xwe Temîm bin ‘Ebdul’uzza re zewicî. Navê kurê xwe Me’bed danîn. Piştî vê ev dayîka me bi kunya Ummû Me'bed hate nas kirin.

Di dema qehtû ğela ê de li pêş konê xweyê Qudeydê rûdinişt û rêwîyên ku di wir de derbas dibûn nan û av û xwarin ji wan re îkram dikir. Xanimek merd û dest vekirî bû, lazimatî û îhtîyacên feqîr û xizana didît. Ev exlaqê wêy rind û xweşik, bû wesîla ku bighêje nûra Îslamê. Yek ji ewan mêvanê pîroz ku giha konê vê xatûna xwedî dilê pak û paqij Resûlê Ekrem (‘eleyhissalâtû wesselâm) bû. Ev dayîka me, nûra dila, Eşrefê benî Âdem Mûhemmed Mustefa hîn nas ne dikir. Resulullah (‘eleyhîsselatûwesselam), bi tev Hz. Ebû Bekir, ‘Âmir b. Fuheyre o ‘Ebdullah b. Ureyqit rêpêxist in konê Ummû Me'bed. Xwestin ku goşt û xurma jê bi kirin. Belê li ba wê ev tişt ne mabûn. Çikû di hezer û sefere de, kesên debare û xwarina wan ne mabûn û ji ber ğela hebû, merovên daxilî vî konî bûbûn hemî derxur kirî bûn û xelas kiribûn. Ummû Me'bed:

"Wellahî ku liba min xwarinek hebûna ji bo ku îhtîyacên we bi qedînim minê ji wer îkram bikirana."

Resûlullah (‘eleyhîsselatûwesselam);

"Ey Ummû Me'bed, li cem te şîr heye?"

Ummû Me'bed:

"Tune, wellahî pez stewr e"

Resûl (‘eleyhîsselatûwesselam) mêşina lewaz dît:

"Ey Ummû Me'bed! Ev çi mêşine?"

Ummû Me'bed;

"Ew mêşinek bê taqet û lewaz e ku ji colê xwe maye."

‘Eleyhîsselatûwesselam:

"Ma di wê de şîr heye?"

Ummû Me'bed;

"Ew bi temamî ji şîr mehrûm e."

Mûhemmed (‘eleyhîsselatûwesselam);

"Musa'eda te heye ez wê bi doşim?"

Ummû Me'bed go;

"Belê! Dê û bavê min fedayê te bin, ger tu guman dikî tê şîr jê bi bînî wê bi doşe."

Resûlê Ekrem mêşinê da anîn, li pey wê rûnişt. Pîyê wê ji hev dûr kir û besmele xwend, paşê bi destê xwe ser guhanê wê miz da. O vê dû’ayê xwend:

"Ya Rebbî! Tu mêşina wê (Ummû Me'bed) jê re bi bereket bi gerînî."

Bi qasî deh kes têr jê şîr vexwun firağek xwest, hetanî ku bi dev re mişt bû şîr dot. Berê Ummû Me'bed jê vexwar û di dûre jî sehaban jê têr vexwarin. O paşê Wî (‘eleyhîsselatûwesselam) vexwar û o got:

"Avdarê qewm paşê vedixwe."

Di pey re dîsa ku tî bûn dîsa jê têr vexwarin. Resûlûllah (‘eleyhîsselatûwesselam) dîsa firaq heta ku bi dev re tije bû mêşin dot û da Ummû Me'bed. Ummû Me'bed mêşinek anî şerjê kir û goştê wê keland û da ber wan. Ji wî goştî jî têr xwarin, Ummû Me'bed ji bona rêwîtîyê jî hinek goşt xist nav barê wan. Gelekê goşt jê re ma. Pêğember (‘eleyhîsselatûwesselam) û hevalên xwe ji vir derketin û rêya xwe ya pîroz meşandin.

Di vê rêzê de muşrikan şopa ‘Eleyhîsselatûwesselam li her derê di meşandin û di vê geranê de bi ser konê Ummû Me'bed ve bûn û jê pirsin, ka Mûhemmed (‘eleyhîsselatûwesselam) bi kur ve çû. Ev dayîka bi qasî ku merd bû heqwasî jî jîr û zana bû, ewilî ji van pirsî ku ka li kî digerin. Muşrikan bi hêrs jê re ‘Eleyhîsselatûwesselam te’rîf kirin. Ummû Me'bed pêşî sekinî û cewaba wan neda. Ji ber vê muşrikan zor lê kirin û bi israr bi ser ve çûn. Ewê jî got:

"Ez tişkî ji we fêm nakim. Ez dibêjim qey ev kesê ku par hatibû vir û min jê re îkram kir hûn behsa wî dikin." Muşrikan jî qeşmerî kirin û jê re gotin evê ku em lê di gerin ha ew e. Di dû vê peyvê re muşrik ne gihîştin meqseda xwe û bi rêke din ve meşîn.

Hê di peyre zilamê vî konî Hz. Ebû Me’bed hat. Firaqa tije şîr ku dît ew lê ma heyirî. Got:

"Ev şîr ji me re ji kur hat, pez stewr û li dûre, li vir jî mêşinek ku were dotin tune?"

Ummû Me'bed got:

"Naxêr! Wellahî ancax Zatek mubarek hat vê derê. Wisa wisa peyivî û wisa wisa dikir." Çi bû, çi nebû behs kir. İcar Ebû Me’bed got:"Wellahî evîya Ez di bêjim qey ew kes e ku xwedyê Qureyşîya ye û ew jî lê di gerin. Ey Ummû Me'bed! Ka tu ji min re ewî terîf bike."

Bi qasî jîrbûna xwe xwedyê xîtabetek qewîn bû Ummû Me'bed. Bi edebek belîğ û fesîh dest pê kir. Ji ziman misre misre herikîn mislê helbestê:

"Ew Zatê ku min dî, çi Zatek ehsen bû. Dervayê Wî di biriqand,

Wechê Wî xweşik bû, ne zikê Wî mezin bû, ne serî biçûk.

Qesîm bû; xulqê Wî xweşik, Wesîm bû; exlaqê Wî qenc.

Reşka çavê Wî pur reş bû, mijankê Wî dirêj û gurr bûn.

Dengê Wî têr û qalind, belê bi nezaket bû.

Reşayîw spîka çavê Wî ji hev qetandî.

Çavê Wî ji Qudretê kildayî bû.

Biryê Wî zirav û dirêj û nêzî hev bûn.

Sutyê Wî dirêj û bilind, hem bi nûr bû. Riha Wî gurr bû.

Dema sukûtê li ser Wî giranîw weqar hebû.

Di peyv û axavtin ê de meznayî li ser peyde dibû.

 

Xeberdana Wî şêrîn, kelîmê Wî ji hev bijartî. Heqqê û batil ji hev di qetand. Ne hindik û ne ğelet.

Gotinê Wî rêz kirî bûn wekî durr û morîyan. Ji lêva bi aheng di herikîn.

Ji dûr ve bi heybet bû, ji nêz ve xweşik û şêrîn.

Bejna Wî nîvend, ne kin ne dirêj bû.

Çav ji dirêjaya Wî ne ‘aciz bûn, kin bûna Wî kêm ne dihat dîtin.

Fîdanek giha bû di nav du terha de. Biriqandin û şînaya Wî zêde bû.

Rewşa xweş di nav hersêyan de rewşa Wî bû.

Pê re hevrîw hevalê Wî hebûn, ewî bi gotina lê guhdar di bûn, di emrê Wî de di bezîn.

Rûken bû, ne bê mehdew ne mirûzdarî bû.

Ne lomekar bû, ne tu kesî azar dikir."

Hz. Ebû Ma’bed got: "Wellahî ev Zat, ew kes e li Mekke'ê karê wî ji me re hatî gotin ku xwedyê Qureyşîya ye. Ey Ummû Me'bed! Ger ez rastî wî hatibûnam minê jê bi xwesta ji bona ku min qebûlî hevaltîya xwe bike. Dîsa jî Ez rêya xwe bibînim ezê vê bikim."

Di nîvê sehrayê de Resûlullah (‘eleyhîsselatûwesselam) û hevalên xwe piştî ku rêya wan bi vê rawestgehê ket û ji  vêderê qetîyan Hz. Ummû Me'bed o zilamê xwe van an û  lehzeyan tu carî jibîr ne kirin. Dilê wan bi nûra îmanê ronî bûbû û bi 'eşqa Peyğember (‘eleyhîsselatûwesselam) di şewiti. Piştî ku muşrikan dev ji taqîbê berdan û li etraf sukûnet hakim bû, Hz. Ebû Me’bed rahişt ‘aîla xwe û rêka Medînê girt. Çewa gihan wê derê çûn cem Resûlullah (‘eleyhîsselatûwesselam) îman pê anîn. Zemanekî li Medînê man, di pey re tevde vegerîyan cîhê xwey li Qudeydê. Li gor ku Hz. Ummû Me'bed dide zanîn ev mêşina Resulûllah (‘eleyhîsselatûwesselam) guhanê wê miz dabû, emir da bû ji bona neyê şerjêkirin. Ev mîh hetanî ğelaya 18. Hicretê ma û ku di wê dema heywan ziwa bibûn ewê bi bereket sibew êvara şîr dida.

Ji eqrebayê Ummû Me'bed (r.anha) yek dibêje ku: "Ew roja mubarek Mûhemmed (‘eleyhîsselatûwesselam) av ji me xwest. Av hat me daye, dest û rûyê xwe şûşt, qismê mayî rijand ber dara dirîreşk (helûtirşik)ê. Piştî anekê darek xurmê di wir de şîn bû û zûka mezin bû. Di nêzîk de jî xurme girt. Min jî ji xurmê vê darê xwarin. Rengê wan weke zaferana Yemenê bû, bêhna wê weke miskê, te’ma wan jî gelek xweş bû. Bi rastî darek bi gelek bereket bû. Rojek pelê vê darê zer bûn û xwurmê wê weşîyan, me seh kir ku Resûlê Xweda (‘eleyhîsselatûwesselam) wefat kirîye. Di çend hedîseyên manend de ev dar pel û xwurmê xwe weşandin. Ya paşî di qetlî’ama Kerbelayê de, wextê şehadeta Hz. Huseyn bitûnî hişk bû.

Ev îbara ‘Erebî, bi tev selat û selaman ‘Eleyhissalâtû wesselâm bi xesletên Wîyên raserîw hem me'newî zikir dike:

اَللَّهُمَّ صَلِّ عَلَى سَيِّدِنَا مُحَمَّدٍ طِبِّ الْقُلُوْبِ وَدَوَائِهَا وَعَافِيَةِ اْلأَبْدَانِ وَشِفَائِهَا وَنُوْرِ اْلأَبْصَارِ وَضِيَائِهَا وَقُوْتِ اْلأَرْوَاحِ وَغِذَائِهَا وَعَلَى آلِهِ وَصَحْبِهِ وَسَلِّم

"Tebîb û dermanê dila, sihhet û şîfaa bedena, nûr û ronaya çava, qût û zewadê ruha." Em çiqas bibêjin hindike jibona meznayîw lîyaqeta hebandinê. Ev ummet qedrê wê bilind e li bal Cenabê Xewda ('Ezze we celle). Kesê bi ‘izzet mümin e di her dema li pey Zatê mubarek bi meşe, hîcret bike ji esfelussafilînê bi bal bilindî ya heqqê. Ew çax ji nexweşîw zulûmat û bê kesî xelas dibe. Ma ne hêja ye ku em bi tevayî secîyet a Fexra Kaînatê, Eşrefê mexlûqatan di beden û ma'nayê de bi cîh bikin.

Hêja ye bi hezar selewatan her roj di bîr bînin,

Hêja ye bi hezar salan, ta qîyamet rêka Wî bi meşînin.

Hêja ye di germa şewat de li rêya hîcretê hênik hênik bi lezînin.

Hêja ye li bexçê gula bulbul sunneta Wî bi qêrînin.

Hêja ye gulên berbiro, şev û roj perîyên Hîva Çarda daqurtînin.

Hêja ye dargerînk, rehên xwe bi tehtê de kûr daxînin.

Hêja ye minminîk, li dor nûra Ehmedî bi gerin, ruhê xwe bifirînin.

Hêja ye jîyan, di îqlîmê wehyê de were havên, bi meyînin...

                                                                            ...bi kemlînin, bi helînin.

Hz. Ummû Me'bed dibêje:

"Bi salan zeman derbas bûbû. Di wexta xîlafeta ‘Umer b. Xettab (r.’a) zewceên Resûlê Ekrem (‘aleyhissalâtuwesselam) diçûne heccê. Qefîla wan di ber me re derbas di bû, li pêş ‘Usman b. ‘Effan, li paşî ‘Ebdurrehman b. ‘Ewf (r.’anhûma) hebûn. Li ber konê me rawesdan. Li ser serê wan ji pelê dara xurmê sîh çê dikirin. Ez çûm bi alî wan de û ez girîyam. Gotin tu çima digrî? Min got: Resûlullah (‘Eleyhîsselatûwesselam) Di bîra min hat."   Min behsa Wî kir ku di zemanê Hîcretê de hatibû vir. Li ser vê yekê ew jî girîyan. Ji min re gotin; “ku xelîfe miaşê me da me tu werî Medînê” û ji bona vê gelek israr û tenbîh kirin. Piştî zemanekî, min seh kir ku xelîfe miaşa daye ez rabum çume Medînê cem wan. Her yek ji zewceên Resûlê Ekrem ('eleyhissalâtuwesselam) 50 dînar hedîye kirin ji min re.

Ummû Me'bed hetanî wexta xîlafeta Hz. ‘Usman li heyatê bû. Piştî vê li kur, di çi zemanî de wefat kirîye em pê nizanin. Xweda 'Ezze we Celle me ji şefa'eta wê û hemî sehabiyan mehrûm neke.[1]

 



[1] Serkanî: Ev agahîyên der heqqê dayîka me Ummû Me'bed, hatine berhev kirin ji sîyera Îbnû Hîşam, Tebeqata Îbnû Se'd, Meğazî, Helebî û Tarîxa Îslamê M.A. Köksal

 

Rawestgeh:      Sekenok (durak)

Lewaz:               Ze'îf, a'cîz, zebûn

Nîvend:             Navîn

Manend:           Weka wê. Mîsal

Perî:                   Rohnayî

Dargerînk:        (sarmaşık

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Fethullah Yalçin

Ê Berê Evîna Min Ji Ezel Tê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.