Qetlîama Rebî’ayê Di Sala 5emîn De

Article

 

Di salvegera 5emîn a qetlîama Rabîa ya ku di 14ê Tebaxê de ji teref polês û artêşa di bin fermandarîya Sîsîyê darbeker ve li Misirê hat kirin de, li welêt ne ewlehî ne îstîqrara sîyasî û ne jî hizûr ma; lê belê neheqî, zilm û îşkence berdewam dikin.

Li Misirê zîhnîyeta leşkerî ya darbaker ji Îngîlîzan ma

Misir di wextê xwe de parçeyeke axa girîng a Dewleta Osmanîyan bû û di sala 1882an de ji teref Îngîlîzan ve hat îşxalkirin. Digel ku di sala 1922an de Misir xweserbûna xwe îlan kiribe jî ewlehîya welêt di destê yekîneyên Îngîlîz ên li Misirê de bû. Îngîlîzan bo dahatûya xwe nedixwestin ji mewqîyên muhîm destê xwe bikşînin. Piştî îşxala ku kirin re li Misirê mekanîzmayên leşkerî ava kirin û nerasterast be jî Misrê têxistin bin kontrola xwe û li pey xwe zihnîyeta leşkerî ya darbê hiştin. Sîmayê ewil ê vê nîzama Îngîlîzan Cemal Abdunnasir bû. Nasir xwest ku Misirê bi zihnîyeteke leşkerî îdare bike û di bergeha vê zihnîyetê de gelek zêde zext û zordarîyan li camî’ayên Îslamî kir. Piştî Nasir, Enwer Sedat hat. Sedat bi hatina xwe ya serê îdarê gelek zêde peymanên ku nedihatin qebûlkirin bi siyonîstên terorîst re îmze kir. Sedat di sûîqesta ku lê hat kirin de hat kuştin û îdareya welêt kete destê Husnu Mibarek ku Misir 30 salan di bin dîktatorî û zilma wî de nalîye û êş û elem kêşand.

Artêşê niyeta xwe ya rastî veşart

Dema ku di 25ê Çileya sala 2011an de xwepêşan dest pê kirin artêş di heyama ewil de wek polêsan hereket nekir. Digel ku Mibarek fermanan dide artêşê fermanên wî bi cî nedianî. Encax piştî hilbijartinên ku hatin kirin re di sala 2013an de derbe hat kirin  û derket holê ku artêş bendewar bû ku îdare bi temametî ji destê Mibarek û malbata wî derkeve da ku îdare bi temametî bikeve destê artêşê. Artêş di vê pêvajoyê de stratejîyeke wisa şopand.

Muhammed Mursî di hilbijartinan de ji 51ê sedî, 73yê rayan stand

Piştî ku  Husnu Mibarek ji îdareya Misirê vekişîya hikûmeta demkî hat damezrandin û di 28ê Mijdara sala 2011an de hilbijartinên Meclîsa Xelkê hatin kirin.  Di encama hilbijartinên ku hatin kirin de Partîya Edelat û Hurrîyetê ya ku şaxa siyasî ya Îxwanul Muslîmîn bû ji sedî 47ê dengan girt ku bi vî awayî di Meclîsa Xelkê ya Misirê de ji 508 kursîyan tev de 235 kursî ketin destê Partîya Edelat û Hurrîyetê ya ku şaxa siyasî ya Îxwanul Muslîmîn bû. Dîsa heman partîya ku şaxa siyasî ya Teşkîlata Birayên Misliman bû di 16-17ê Hezîrana sala 2012an de tevlî hilbijartinên serokomartîyê bû û Muhammed Mursî wek namzedê serokomarîyê nîşan da û di encama hilbijartinê de Mursî ji 51ê sedî, 73 dengan stand. Di encama hilbijartinê de Mursî wek serokomar hat hilbijartin.

Serkeftina partîyên Îslamî hêzên tarî yên li hundir û derve aciz kir

Dema ku artêş dît di nav xelkê de yekîtî û digelhevî heye bo demeke xwe veşart û da alîyekê. Lê belê di vê navberê de jî artêş ji xwe re rihet nesekinî û planên xwe yên qirêj domand û bi şikleke veşartî di nav civakê de dest bi hereketên dabeşkirinê kir. Wek mînak; di nav camî’ayên Îslamî yên ku di pêvajoya şoreşê de bi hev re tifaq kiribûn de micadele dest pê kir. Li Misirê hema hema temamê şêx û aliman hatine asta damezrandina partîyê. Nexasim di dewra Mibarek de ji hinek koman re destûr nedihat dayîn da ku partîyê ava bikin, lê belê bo pêşîya Îxwanul Muslîmîn bê girtin ji wan re destûra avakirina partîyê hat dayîn û hetta ji vê yekê re hatin teşwîqkirin. Ji ber ku artêş çavkanîyên îqtîsadî di destê xwe de digirt, li welêt krîzên sûn’î hatin derxistin holê. Li herêma Sînayê hinek leystik hatin tezgahkirin û bo mudaxeleya leşkerî bingeh hat avêtin.

Rojên zor û zehmet li benda Mursî bûn

Piştî encamên hilbijartinan Meydana Tahrîrê bi kesên laîk, sekuler û sosyalîst tije bû. Ji ber ku li welêt nîqaş zêde bûn û xwepêşan belav bûn, artêş di Yekê Tîrmeha sala 2013an de 48 seat wext da Serokomar Muhammed Mursî, da ku bûyerên li welêt çareser bike. Di netîceya 48 seatan de Serokomarê Misirê Muhammed Mursî ji wezîfê hat girtin.

Serokomar Muhammed Mursî qerarên ku hatin dayîn qebûl nekir

Muhammed Mursîyê Serokkomarê Misirê  daxuyan da ku ew tu sûcdarkirin û qerarên ku hatine dayîn qebûl nake û ew heta dawîyê li pey gotin û kiryarên xwe be. Xelkê ku dibû ku azadîya xwe û temamê hêvîyên xwe winda bike xwe berda kolanan û li Meydana Rabîa dest bi berxwedaneke mezin kir. Çawa xwepêşan dest pê kirin, artêşa Misirê dest bi êrîşan kir. Di qonaxa ewil de di 8ê Tebaxê de li ber avahîya Muhafizên Komarê yên Qahîreyê êrîşî li ser xelkê hat kirin û zêdetirî 50 kesan hatin qetilkirin. Dû re jî di 17ê Tebaxê de li ber Mizgefta Rabîa 80 kesên ku dijberên darbê bûn hatin qetilkirin.

Qetlîameke mezin li Meydana Rabîa hat kirin

Ji ber xwepêşanên ku bênavber berdewam dikirin di 11ê Tebaxê de artêşa belavokek belav kir û ji xelkê daxwaz kir ku meydanan vala bikin. Lê belê xelk bi temamê hêz û qeweta xwe li ber darbê li ber xwe dida. Di 14ê Tebaxê de artêş cardin êrîşî li ser xelkê kir. Di êrîşa ku hat kirin de zilmeke mezin hat kirin û kon, war û nexweşxaneyên seyyar ên xwepêşandaran hatin şewitandin.Leşkeran, gelek Mislimanên ku li berxwe didan qetil kirin û bo cesedên wan ji holê rabikin pêşî eciqandin û dû re jî şewitandin. Dilê leşkeran bi vê yekê jî rihet nebû û Camîya Rabîa ya ku xwepêşandar xwe spartibûnê jî şewitandin. Dû re zarok û pîrek jî nav de tev de 700 kes di Mizgefta Fethê ya li Qahîrê êsîr hatin girtin. Di vê berxwedanê de hejmara wan bi şikleke teqez nayê zanîn lê bi hezaran Misliman hatin şehîdkirin. Dîsa di heman bûyeran de Esma Bîltaciya ku qîza Muhammed Bîltaciyê ji pêşîvanên Îxwanê bû ji teref nîşangiran ve hat şehîdkirin.

Ew kesên ku li Misirê darbeya leşkerî kirin ji welatên derve destekê distandin. Mîna rejima îşğalkera siyonîst. Urdun û Neteweyên Yekbûyî, Yekîtîya Ewrûpa, Amerîka  di daxuyanîyên ku roja ewil ên darbê dan de daxuyandin ku ew birêveberîya Sîsîyê darbeker qebûl dikin.

Darizandin û îdam

Piştî darbê, bi hezaran kesên ku endamên Îxwanul Muslîmîn bûn hatin binçavkirin. Ev darizandin heta roja me jî berdewam dikin. Heta îro ji bi hezaran kesan re cezaya îdamê hat dayîn. Muhammed Bedî’îyê Murşîdê Îxwan, Serokomar Muhammed Mursî, Muhammed Bîltacîyê Sekreterê Giştî yê Partîya Edalet û Hurrîyetê ya partîya Îxwanê jî di nav wan de ji gelek kesan re cezaya îdamê hat dayîn. Muhammed Mursî bi hincetên mîna; bo Hamasê casûstî kirin, belgeyên veşartî ji Îranê re dayîn û li ber Qesra Îttîhadîyê kuştina xwepêşandaran hat sûcdarkirin.

Operasyon û navendên veşartî yên îşkencê

 Di vê heyama piştî pêvajoya darbê de ji teref hinek sazîyên mafên însanî ve hat tespîtkirin ku di zindanan de îşkenceyên gelek mezin li endamên Teşkîlata Birayên Misliman hatin kirin, bi mehan di tecrîtê de hatine girtin û nehatin tedawîkirin. Di zindanan pîrekên Misliman marûzî îstîsmarê man. Di girtîgehan de  piştî darbeya ku hat kirin re îşkenceyên gelek mezin bi sedan însanan hatine kirin.

Sîsî çi qas bi sernakeve ew qas zilmê li xelkê dike

Îcratên Sîsî tu feydê nedan Misirê û roj bi roj bi paşve bir. Ew polîtîkayên Sîsî yên ku kêrî tiştekî nayên bûn sedem ku Misir sê qet zêdetir feqîr bibe. Îqtîsad hilweşîya, Giravên Tîran û Sanafîrê hatin firotin Siûd ku di rastîyê de ev girav ji îsraîlê çeteya terorê hatin firotin. Sîsî di lehê siyonîst û Yewnanîstanê de destê xwe ji hinek heqên Misirê yên li Behra Spî kişand. Dîsa destketîyên ku di dewra Mursî de di Çemê Nîl de hatin qezenckirin di dewra Sîsî de hatin windakirin. Ev polîtîkayên  zilm û zordarîyê û her wisa tehdayî û îşkenceyên ku hatin kirin  bûn sedem ku desteka xelkê ya ji sedî 80î dakeve ji sedî 10an.

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Cîhan Turan

Ê Berê Qatilên pergala kûrewî yên bi şemsiya Nobel
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.