GULÎZAR Û GULÎSTAN 2

Article

Not: Ez di nivîsên xwe de: 1- Herfên H û Ğyê serf dikim. 2- Edatên ( grûbên daçekan) bihev re tên bikaranîn, jihev venaqetînim mîna jibo, bihev re, jiber, liber, bihev ….  3- Pêveka di dawîya cumleyên îsmî de (qertafa di dawîya pêvebera hevokên navî de) jî venaqetînim. Mîna “ew başe, ğerîbî zore, gerroye wek herroye …”   

(Piştî vegera ji kermesê, Fîrdewsû Gulîzar dîsa li Gulîstan rast tên)

GULÎSTAN: Gulîzara pîr‘ebok! Tu dîsa hatî?
GULÎZAR: Gerregunda min! Tu li vir fîlm û tîyatroyê dileyzînî?
GULÎSTAN: A ji xwe li wan perçê di destê xwe de binhêre! Wek te ne pel û potikçî me. Dixwazim millet xwe nasbike, zilmê lixwe qebûl neke.
GULÎZAR: Başe! Lê yên wek te bi navê hurr û azadîyê, qîz û jina tazî dikin, serê wan vedikin. Em jî dixwazin jibo Xweda qîzên misluman bi hîcaba sembola mislumantîyê, serê xwe binixumînin. Ka îcar kî li millet qencîyê dike?

GULÎSTAN: Gulîzara boçik dirêj! Çima tu ewqas liber serbestîya qîz û jinayî?
GULÎZAR: Lê çima yên wek te ğerbînperest, ewqas liser tazîbûna qîz û jina disekinin?
GULÎSTAN: Jin û mêr wekhevin. Çima jin wek mêra ne serbestbin?
GULÎZAR: Te rast negot. Ez bêjim. Heger qîz û jin xwe vekin, bêheya dibin. Bêheya bin, ji dîn û namûs dibin. Heger ji dînû namûs bibin, êdî ne aîle dimîne ne exlaq. Civat û heyat diherime. Kafir û zalîm jî, însanê xerab bi kîja alî ve bixwazin, bi wî alîve dajon, kaş dikin. Dûre însana çawa dişêlînin û dikin koleyê fikr û modernîzma xwe, tu baş zanî.

GULÎSTAN: Way! Way! Way! Tu ji xwe lê binêre. Tu dibê qey zanîstên civakî xwendîye.
GULÎZAR: Mekteblîya min! Ne hewceyê xwendina felsefê genîye. Te Qur'ana xwe terk nekiriba, tê zaniba Xweda, helal û heram çawa bi însanan dane nîşandan? Tê fêm bikra ku civat û heyat bi emr û ferzê Xweda, çawa islah û bihizûr dibe. Tê bidîta.
GULÎSTAN: Gulîzara pirzana, dîsa ket meselê berê. Ma derdê te nemaye?
GULÎZAR: Baqila min! Ma te berê ne digot "Mala Xweda ava be. Xelqê me mislumane, bi namûs û ğîrete, qîz û jinên Kurd sernixumandîne, binimêj û Qur'an xwendîne." Hey baqila min! Te berê weha nedigot?
GULÎSTAN: Çi bêjim? Ewçağ were bû, niha wehaye.
GULÎZAR: Tu li unîversîtelîyê binhêre! Ji polîtîqacîya çi xweş polîvirrika elîmîye. Ewçax were, nuha weha! Wek benîşta di dev de. Bi çi hawî bixwaze bi wî şiklî dicû.

GULÎSTAN: Ne heyfa vî zimanê te! Xwezya te bixwenda. Nuha çi ebûqat ji te derketibû. Tê heqqê xelkê me bi anîya ziman.
GULÎZAR: Zilm zilme. Lê berdilêxwe xweş neke. Ez tucar nabim ji kûçkên Evrûpa.
GULÎSTAN: Hey Serpotik! Qeysa zimanête dirêj bûye, tu lingê xwe jî zêde davêjî ha. Ev çi heqarete?
GULÎZAR: Ma ne wereye? Gava ji Denîmarqayê cûrnalîstekî leîn, dev avêt pêxemberê me Hz. Mûhammed(‘e.s), li her derê dinyayê mislumana ev heqaret qebûl nekir, li ber vê heqaretê rabûn pîya. Lê kîja ebûqat û fîkîrşorê te peyvek di ‘aleyhê wî mel'ûnî de got? Tew hineka digot "herkes di fikra xwe de hurre." Madem wehaye: “Kesê xwe bi terrîya Evrûpa bigre û xwe pê şinek bike û heqaretê li pêxemberê me normal bibîne, ma nabe ji kûçkên Evrûpa?  
GULÎSTAN: Kesê zilma li vî milletî tê kirin bêje, ma ne başe?
GULÎZAR: Kesê ji pêxemberê me hez neke û heqaretê li wî normal bibîne, ewê çawa baş be Gulîstan? Ka bêje azadîya Kurda, Tirka, ‘Ereba teva bi çiye? Rehberê Kurda, Tirka, ‘Erebe, ‘Ecema teva kîye? Ji ğeyrî Hz. Mûhemmed(‘e.s) û dînê wî, ewê li dinya û axretê kî û çi me xelas û dilşad bike? Ez û dêw bav û birayê min, em tev ji Hz.Mûhammed re feda bin. Û heşra me jî roja qiyametê bi Hz.Mûhammed(‘e.s) re. Deka tu jî weha tiştê di dilê xwede rast bêje.

GULÎSTAN: Eee! Hûnê hern û bên, meselê bînin ser mirinê!
GULÎZAR: Ne ez, fîkra te pê girtîyî li mirinê asê bûye, îflas kirye. Fîkr û rêya te ya modern, li dinyê te kêfxweş nekirye. Gelo li axîretê ewê te çawa xelaske?
FÎRDEWS: Qey ne bese? Du dostê hev, gewrî li hev qetand. Heger ewê peyva we dirêj be, em herin hewşa me. Ji we re çay û qehwê jî bînim! Li vir kesê me weha bibîne, ewê bêje "ma vana qereçîne? Di kuçê de ketine qirika hev."
GULÎSTAN: De haydê! Ji derdê şarpeçî emê bibin qereçî jî.
GULÎZAR: Bimbarekîya min çi bi xwe bawere! Qereçî jî Xweda jibîr nakin. Lê tu?

(Her sê diçin hewşa mala Fîrdews. Piştî rûniştinê dîsa dikevin niqaşê.)

GULÎSTAN: Dinyanedîya min! Kes wek te ji heq û hurrîyetê, ji demoqrasîyê ne bi gazine!
GULÎZAR: Xwendevana min! Dibe ku Ewrûpa û welatên ğerbê jê tu gazina nekin. Lê ka ji Tirkê dîndar, Kurdê musluman, Fîlîstînê mezlûm, Îraqîyê şerpeze, Çeçen û Efganê prîşan, Boşnaqê pepûk bipirse. Gelo kî û çiqas ji vana feydê dibînin?
GULÎSTAN: Li dinyê ew tenê tunene. Li Emrîkayê li Ewrûpayê xelk ji sîstem û heyata xwe razîne.
GULÎZAR: Gulîstan! Tu însanekî ne bêfême. Madem heq û hurrîyet jibo herkesîye. Çima evan xelkên mezlûm û musluman ji heq û hurrîyetan mehrûm dihêlin?
GULÎSTAN: Ew jibo me û wan jî dixwazin, lê yên wek te çi fêm dikin?
GULÎZAR: Madem Ewrûpa û Emrîka li pey demokrasîyêne. Wê çaxê ez bêjim tu guhdar bike. Îngilîz û Emrîqa, morîkê dîya wan li Iraqê neqetîyabûn çûne, bi navê aşîtîyê û demoqrasîyê ketinê. Ev serê çend salaye, carkî ku ketine Efğan û Iraq û Sûrîyê, kîja roja Xwedê teqîn û bombardiman û kuştin neqewimîye? Tu zanî, bi qeysa misqalekî jî naxwazin menfîet li muslumana bibe. Ber ‘eqlête dere ko yekîtî û menfîeta Kurda dixwazin?

GULÎSTAN: Çima nebe? Wextê bixwazin dibe. Ji berê de heqqê Kurda dixwazin.
GULÎZAR: Dixwazin! Pir dixwazin! Bi qasî gurê birçî, ji xwe re berxa xwedîke dixwazin! Hetta petrol hebe!
GULÎSTAN: Hetta tiştekî bi te bidim qebûlkirin, ewê çavê şeytên birjê.
GULÎZAR: Delala min! Emrîqa hetta berî îşgalkirina Iraqê, Kurd berrahev didan? Îro jî hamîtîya wan dike!? Gelo jibo Kurdaye? Wellehî ne jibo feyda Kurdaye. Kîmyasala avêtin ser Halebçê, gelo ji kîja welatê Evrûpa hat şandin tu çêtir zanî. Ev serê şêst salaye zelîl sîyonîst Îsraîl, zilmê li Fîlîstînê dike. Çima Ewrûpa rojekê li sîyonîst İsraîl, lome nekirye? Zilm û wehşeta li Bosna li jina hat kirin, ziman nikare bêje. Madem xwe ji ehlê heqq û aşîtîyê, ji însanetîyê dihesibînin, qey evan xelkên misluman ne însanin?
GULÎSTAN: Helal be ji te re Gulîzara pirzana! Ka kîja fikirşor weka te dikare van tişta biserhev bîne?

GULÎZAR: Mekteblîya min! Evana tev marîfetên sosyala te ya ğerbîne. Hinekan bi navê modernîzmê hinekan jî bi navê aştî û demokrasîyê li pey xwe kaş dikin.
GULÎSTAN: Baqilê! Van tişta ji xwe re neke dert, tu li xwe binhêre.
GULÎZAR: Belê! Evana nayin hesabê te. Yan na tê zîzanokî bi qasî kundirekî mezin bikra, û bigota. Emma jibîr neke: Xweda musluman tev kirine birayê hev. Pêxemberê me dibêje "Mislumanê bi derdê birayê xwe biderd nebe, bira ji îmana xwe bitirse."
GULÎSTAN: De lê… Derdê me besî meye. Tu radibî behsa çi dikî?                                          
GULÎZAR: Gulîstan! Tu şuhreta liba însana ewqas dixwazî. Lê axîret? Lê li hizûra Xwedê ewê çawa be? Heya em xelasîw azadîyê liber deryê neyarê dînê xwe bigerin, ewê halê me ne weha be?
GULÎSTAN: Gulîzar! Ez nikarim biser peyva te xim. Heyfa te, te mekteb ne xwend. Yeke wek te zana, ez dixwazim pê re hevaltîyê bikim. Lê tu hetta weha bî, ez liser soza xwe me.
GULÎZAR: Şêrîna min! Hetta tu li ser soza xwe bî, ez jî soza xwe jibîr nakim. De bi xatrê te.   

 (Gulîzar radibe diçe malê. Pey re Gulîstan jî radibe. Piştî çend rojan, Fîrdews û Gulîzar diçin zîyareta dîya Gulîstan. Li derî dixin. Gulîstan derî vedike.)

GULÎSTAN: Çîye sergirêdayî? Qey tu ji gerr û peyvê aciz nabî?
GULÎZAR: Bimbarekê! Ne meraqlîyê bejn û bala te me. Derî veke, emê xaltîka min zîyaret bikin.
GULÎSTAN: De bila wek te be. (Diçin hundir)

GULÎZAR: Roja te bixêr xaltîkê!
MACÎDE: Xêr bixêr, gelekî silamet serçava! Hun jî bixêr hatine. Qîza min! Hun zûde nexuya bûn. Qey rêya we pir dûrbû?
FÎRDEWS: Xaltîkê me effûke. Me hew biserhev anî.
GULÎZAR: Xaltîkê maşallah wechê te îro xweşe. Înşallah ewê Xweda bê rehmê. Em hinkî dereng hatin, li qisûra me nenêre.
MACÎDE: Qisûra çi Gulîzara min! Hun bi ser çavê xaltîka xwe re hatine. Xaltîka we bi qurbana we û îmana webe. Bila Xweda rehmê bike, êdin hêçin.
GULÎZAR: Xaltîkê! Te pir êş û ta’de dît. Rebbê ‘alemê, vê zehmetîya te ji te re bixêr binivîsîne.
MACÎDE: Qîza min! Doxtorê doxtora Xwedaye. Ew başîya ‘evdê xwe, ji herkesî bêtir dixwaze... Gulîstan! Qîza min! Ka ji mêvana re çayekê, tiştekî hazir bike.
GULÎZAR: Xaltîkê ne hewceye. Zehmet nebînin.
FÎRDEWS: Em zêde rûnanin.
GULÎSTAN: Temam dayê. Va derim.

-----

MACÎDE: Qîza min Gulîzar! Çend roj berê min rehmetîya dîya te di xewn de dît. Xwedê zane, ez dibêjim belkî di nêzîk te herim ba wê…
GULÎZAR: (Bi kelogirî) Xaltîkê tê here ko? Piştî dîya min, tu jî herî ezê çi bikim? Te wek dîya min li min nêrîye. Wer nebêje. Eger tu herî, tu ta'ma heyatê namîne.
FÎRDEWS: Xaltîkê bê te emê çi bikin?
MACÎDE: Berxika min! Qeder mirin di destê Xweda deye. Ha îro ha sibê, emê tev herin hizûra wî. Tiştê muhîm, merev bi rûsipîtî derê hizûra Wî... Gul û reyhana min! Xwezya Gulîstan jî wek we bi îman û exlaqbaş ba, bi heyaw terbîye ba. Ez wê dispêrim Xweda, dûre dispêrim we. Gerek hun lê xwedî derkevin.
GULÎZAR: Xaltîkê em soz didin, hetta ji destê me bê, emê wê tenê nehêlin. Dûê dêw bava meqbûlin. Jê re dûa bike.

-----

GULÎSTAN: Vaye ez hatim. Kerem kin.
FÎRDEWS: Destê te zehmet nebîne Gulîstan.
GULÎSTAN: Noşîcan be. Şîfaw şekir be.
GULÎZAR: Xaltîkê! Dûê dêw bava, dûê nexweşa li ba Xweda pir bi qîmetin. Gerek tu ji me re dûa bike. Piştî dîya min, te ji min re dêtî kirîye.
MACÎDE: Delala xaltîka xwe! Hedîgara xaltîka xwe! Dûê qenca be, dûê salih û pêxembera be. Ewê Gulîstan jî înşallah wek we dest nimêjê bike, serê xwe binixumîne. Hîmmeta Nebî Mûhammed liser we be. Rebbê ‘alemê we ji ehlê îman û îffetê binivîsîne înşallah.

GULÎZAR: Xaltîkê! Xwedayê Te‘ala di ayetekê de weha dibêje: "Miheqqeq jin û mêrê misluman û mu'min, jin û mêrê guhdarê emrê Xwedane û rastin, jin û mêrê sebirkêşin û jidil ji Xweda ditirsin, jin û mêrê sedeqe didin û rojîyê digrin, jin û mêrê namûs û ğîreta xwe mihefeze dikin û Xweda pir zikir dikin, Xweda jibo wan meğfîret û xelateke mezin hazir kirîye."
MACÎDE: Gulîzara min! Liber vê êşê, te ewqas dilê min xweş kir, Xweda jî dilê we xweş bike. Ji İslamê xweştir ma çi heye? Aaaax. Mala gawir ne avabe. Kete kuderê, hizûr û bereket lê nema. Dostanî û biratî, qedr û qîmet hate jibîrkirin. Fîrdews! Ğezala min! Berî mala we were vê mehelê, em dîndar bûn. Qendîlên me yên mubarek, roj û şevên me yên bixêr hebûn. Temamê cîran û nas dihatin cem hev. Bi selawat, bi sohbet, bibereket bû. Cîran bi ser cîran re bêselam û kelam derbas nedibû. Barê tu kesî li erdê nedima. Herkes ji cîran û dora xwe, emîn û rehet bû. Qîz û jin, bi heya, bi edeb; zarok bi terbîye bûn. Aaaax, ax. Mala gawir ne avabe, çi anîye serê me.
GULÎZAR: Xaltîkê, wê dîsa xweş bibe înşallah. Rehma Xweda pire. Em xwe layiq bikin, me bi destê kufrê ve bernade.

MACÎDE: Berxika min! Jihevdû hez bikin. Nimêj û Qur'anê terk nekin. Heqqê cîran û eqrebetîyê bicî bînîn. Axîretê jibîr nekin. Îhhe ihhi... (Dikuxe)
GULÎSTAN: Yadêêêê! Bi qurbana te bim.
GULÎZAR: Gulîstan hinek avê bîne.
MACÎDE: Qîza min, temam tişt tune. Ez başim.
GULÎZAR: Me te rehetsiz kir. Me effûke Xaltîkê. Heger bi dilê te be emê rabin.
MACÎDE: Qîza min, hûn bi kêfa xwene. Hûn biser çavê xaltîka xwe re hatine.
GULÎZAR: Xweda rehetîyû başîyê bide înşallah. Xaltîkê ji mere dûa bike. Me jibîr neke.

  Dê bidome…

Di debarê nivîskar de

Têhev

13

Gotar

Fexreddîn Şemrexî

Ê Berê BICEHEMME ÎSRAÎL
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.