Evîna Min Ji Ezel Tê

Article

 

Evîna min ji ezel tê, 
Bi qasî cennetê qedîm û dilşad
Lâlelzar e jîyana min 
Giryê çavê Adem e, weka cuda bûnê; nedamet e 
Qurban û xelat e li ser destê Habîl
Ji hesûdê dûr in, bi çilkê baranê em digerin
Mezlûm dighên Rebbê ‘alî di piştî îxanetê
Me çok da bi hingaftinê ji paş ve; evîna min şehadet e,


Huner û şaristanî bi hinarîyê me naskir 
Evîna min li çenga Nûh gelî û gazin e;
Tofan e li kufra gemar, pak û paqijî ye îman,
Gerdûn ji nû ava bû, evîna min li rû keştî ye...
Cûdî welat û pêxêl e...  Ajû şağên nû  cardin, ji nû de wîladet e.

‘İsyan e evîna min li hember tağûta, bi reng cesaret e
Li dest Îbrahim gêran, ji pût û seneman çîya tînim xwar, 
Di alavên agir de gulîstan, li dilên mumin selamet e 
Spartîyê Rebbê ‘Alî, bi tev Îsma'îl li ber kêrê ceşn û felat e evîna min, 
Şahînet e...

Kûr di meşe karwanê huzn û kerbê
Li Kin'anê wunda ye ehsentirê evînê
Yûsûfê Zuleyxa ye li dil ‘aşiqanê heq
Di kûrana nefsê de li delavê tengîyê heya û ‘îffet e
Rohnayîye li der heps û zîndanan 
Derê medresa însan bi wehyê ava bûn 
Di pey hêvî û sebrê  dewlet û ‘izzet e

Serhildan e evîna min li ber zordesta
Perengê agir e li çenga min, di balînim şewatê, 
Ma'sûm e evîna min, pak û paqij e, di qesra wehşetê zîlanek nazenîn e
Li dest Mûsayê kelîm ‘esayek bi efsûn e
Behrê qetand, benda gihand hev. Zulmetê fetisand.
Nûr û cemal e çîya heland dema resmê Îlahî li Sîna xwîya bû.
Îksîr e ji destê Cebraîl di bare
Li Tîha bayeban hem teyrik û qudret e 
Nîşana qudsî ye, îşaret e erda qedîm 
Her êvar kevkanî mirinê dikujin. 

Evîna min Dawûdî ye li sênga tewhîdê 
Zebûr e di gulbanga Qudsê de evîna min 
Asteng û bendê hesin û pola derbas dikim
Name ye li textê Belqîs a Seba
Mulkê Suleyman şan û şeref û hîkmet e
Evîna min ezelî ye, pîroz e evîna min.. 

Pak û paqij e evîna min 
Gazî ya pêçekê ye li dest Meryem bêrî û ma'sûm.. 
Mizgîna Ehmed e bi rêza nubûwwet ê hetanî... 
Tewrat û İncîl û hêm a zaneyan
Hêvî û întîzar e evîna min ji bona xelasîyê,
Di qernê paşî de felat û hîdayet e

Baran e evîna min
Ebabîl bi refa zaferê di barînin
Hîre xemilî bi nûra heyatê, herikî ser bejavê şewat...
Di berî sal û dewrana de bi çavên Behîra li bende bûm.
Şirk û le'în di qîrin...
Sîwan a Ehmedî xwîya bû, cemidî kela pesarê min. 
Şopa rehmetê giha zozan, bayê Ebwa li Yesrîbê da.
Quswa ye li hîcretê evîna min, di germa şewat de rê çûnek selamet e. 

Bêhna Medînê heye li dor evîna min 
Sûreta bi tevnê sûr û bend e li dor çavê şirkê. 
Li navderê kevok, li siwarê qestê mu'cîzew hîdayet e
Roja Medînê heye li ser evîna min 
Li Bedra namîdar barî leşkerê semawî 
Li 'Eyneyn ê qêrîn li Huneynê gazî ye, Xendeq şu'leya beşaretê
Di piştî dewr û salan Îlahî! Serketin û kesb û ğenîmet e

Evîna min ebedî ye... 
Li Kerbela meşa renc û dijwar, 
Siwarê azadî, ‘eşqa Huseynî ye di her 'esrê...
‘Aşûra ye evîna min her roj û an
Li sahilê Firatê tî bûn e, şehadet e. 
Kewser e li dîdara Nebyê Emîn.
Refê kevoka difrin ser cennetê, xweşik û dilşad e evîna min, 
Bi qasî ruhê şehîda hurr û azad e, gewrîya teyrikê hêşîn, perê meleka di nixumîne
Di bin ‘erşê ‘ezîm felat û rehmet e.

Gazî ya Qudsa brindar heye di şîna evîna min de
Enbîya seff digrin bi huzna secda azadîyê. Azadî bilindî ye.
Evîna min ebedî ye. 
Di Mî'racê de bûraq, di secdê de xelasî ye.
Huzna evîna min heye li qerara Selaheddîn,
Beşera evîna min dîl û jar e
Heye carek bêt abadî, Qasidê pîroz dagere ji Mî'racê. 
Vegerek bi nûr û bereket e 
Ji meşriq ve bi herikin siwarê cehda felat,
Rimbaz serî hildin li bin sîwana 'erş.
Megrî evîna min 
Dû'a ya min heye, li brîna şîfa û selamet e, 
Mî'rac heye li heyama te, tev rohnî û se'adet e, 
Dilê me dagirtîye ji tekbîra, her gavek em tên bi himmet e
Li deryê fethên nû evîna min, di 'esrê de zafer û qudret e. 

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Fethullah Yalçin

Ê Berê Hîkmet, Windayiyê Mumina ye...
Ê Li Pey Konê Ummû Ma'bed

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.