EV CEJİN CEJNA ME YE

Article

Ez Cejnekê tesewur dikim ji zeman û mekan azade, ruhê min î bê mecal bifirîn dewletek bê teswîr. Da ku ecacokê diltengîyê yî bi salan ji dlê min xalî nebuye, piştî barana biharê,  wek keskesora ji nişkave dertê tesewur dikim...

Ez îdyekê hêvî dikim agirê firqet û jihevqetandinê  bi dawî bike;  temamê êş û elemen mezlum û mustezefan  bide ji bîr kirin; devlıkenbun pêl pêl di wecha de xuya bibe, ça’vên ji hêsira zuwa bune bi dilşadî bikenin, guhên bi hewar û gazîya ker bune bi dengvedana dilgeşîyê şa bibe tesewur dikim…

Cejnek xweş, dilşad, delal, bihêvî,  ji esaret û bindestîyan azad duxazim pêşvaz biki...

Ez cejnek bi hêvîyê  barkirî, şahî, hezkirin û dilgeşîyê ji nuve bijine tesewur dikim. Yanî devlikenbun  di lêva de nîvco nemîne, hêvî neqemitin, hezkirin nezîvirin nefreta, hêvî wunda nebin, şerrê biratî û xwe bi xwetîyê nemîne tesewur dikim...

Cejnek Coğrafya me seranser bipêçe, Ümmeta Îslamê li başur û bakur,  li rojhilat û rojava bîne cemhev, bike yekwucut, bi şiara azadî,  biratî û wekhevîyê di bin Ala Tewhîdê de bike yek wicut duxwazim...

Ez Îdyek wuha tesewur dikim; ji esra saadetê qetîyaye,  hatiye,  bi bêhna  Serwerî Alem, sedeqeta Ebu Bekir, Edaleta Umer, Hilma Usman, Gernasîya Elî û bi teslîmîyeta Ebu Zer bar kirî  doz dikim.

Ez cejnek ku sebÎyên bi çuk sebîtîya xwe bi tevê xweşîyê wê bijinin, bazbazingê zarokên bi çuk yê ji avêtina Kevira westîyane, beyreqa zaferê hilgirtine li ser qutsa şerîf li ba dikin doz dikim...

Zarokên şehîda yê diltengîya yetîmîyê jan daye dilê wan, serê wan bi destnî şefqet bêne mizdan, bêne dilxweş kirin, jibo  qehra yetîmbunê  his nekin, bi qedera xwe re sernaser nemînin, ji wechê wanî mehsum mizicandin, devlikenbun kêm nebe û ji bo dayikê fedakar bi pirsê wanî  “Dayê bavê min kengÎ wê were?”  neeciqin, mehzun nebin duxwazim...

Yanî Ez cejnek wuha tesewur dikim... Hesreta jihevqetandina bi salan bi dawî bike,  Kul û Keder û kesera bide ji bîr kirin, ji hevqetandina  rake,  diltengîyê fîraqê, bi dilgeşîya pevgihandinê li erdê raxe... Û were, hêvîyê bide mezluma, ronî bike tarîtîyê, bibe mizgîn ji jar û sutuxwara re...

Di sibeha Cejnekê de…

Bi tekbîrê nimêjê, artêşên küfrê ji hevdu bela wela bike, canborîyê Îslamê qewmê lanetkir hîlak kiribe, roja mezlum û bindesta re bavêje hêvî dikim...

Ez cejnekê duxwazim ku sîtemkarê zülmê yek bi yek ketine erdê, Bircê WanÎ bilin yê zülmê ava kiribun,  beramberî erdê bune,  koledar û zordest di xwîna mezluma de fetisîne... Yanî ez Îdyek wuha ji Rebbê xwe duxwazim...

Ez cejnek; Şewqa tava Îslamê di hundira de şi’le daye, biharek bi xêru bêr bi xwe re anîye,  Mesaja Qur’ana pîroz dilê hişk nerm kiriye, Mustekbîr û Koledar qulipîne yan jî teslîmî dawetvan û dozvanê Îslamê bune,  çune secdê ; Nemrud û Firewnê hemçax bi xwarve çune û mustezef bune warisê mülkê wan duxwazim...  

Ez cejnekê tesewur dikim; deku dolab,  hîlew  planê kafira bi sere wan de teqîya ye, nura Xweda temam buye, cîhan hemu ronî kiriye,  ji qedera İniya kêslanÎ û nedeynkirin rabuye,  Mü’minê muwahid ji azadîyêr xêlî vekirine, herdu ferê mêzêna  Edaletê  jibo feqîr û dewlemenda û jibo Zalim û mezluma Wekhev disekine doz dikim…

Ez duxazim vê cejnê weke rojê ku Însan ji bêjêyên xweş û selamê pêve tu galgala nebhîzin û bextîyar, dilşad bijinin bibînin. Yanî ez îdyek wuha tesewur dikim; kû Kul û Keder û tengasî carekedin venegere, mînak xatirakê di deftera mazîde bê qeyd kirin; li coğrafya Îslamê hew hükmek bi tenê carî buye; pozê kafira weke wî gîhayê di ber linga de eciqiye bi erdêve hatiye xişiqandin û ta’ma mexlubîyetê heta mejîyê hundir hestîya ta’m kirine; bi şiklekî carekedin nezîvirin li ser pa’nîyê xwe bazdane û çune... Belê ez cejnak wuha ji Rebbê mustezefan duxazim…

Ez doza cejnekê dikim, zincîrê esaretê perçe parî bune, qeydê bi hêsirê ça’va zeng girtine biqetin, zend û bend  ji qelepça azade bibin tesewur dikim...

Girtîgehên sembola zulmê ji girtiya vala bune, dildayê dil berdane azadîyê gavê xwe avêtine baxistanî cÎnan û azadîyê buram buram dihilmijin tesewur dikim... Dayikên hesretê xwe cemidandine, salên ji hevqetandinêyî weke bizotê agir ketibu dile wan; hevgihîştina sebîyên bi çuk ditefînin… Êdî  Sebî gihaştine bavê xwe, xuşik gihaştine zilamê xwe. Yanî ez îdyek wuha tesewur dikim. Ez îdyek wuha tesewur dikim bi hevgihîştinê kelandî, bê ji hevqetandin, ji metirsiyê, ji qiliqandinê azade, ji ramana bi dur bikar were...

Ez cejnekê tesewur dikim ji xeyala wêde...  Îdyek bêje ji gotina wê aciz dimînin, tevên xwestek û Hêvîya bikar tîne û navên xweşik teva di hundir xwe de dihewÎne tesewur dikim...

Û ez baş dizanim tevê van hêvî û xwestekê min yê ez tesewur dikim,  ji ezamet û qudreta Rebbê minî  ku xwedyê Emrê Kunn’e;  Qet zor nîne. Xwestin ji min û xilata van xwestina ji Rebbê min. Ma ne ewe yên îcabetî di’a dike:

 “Çaxa ji min buxaze dia bike muheqeq ezê îcabetî duayê yên diakir bikim, ezê bersivê bidme diayê wan.” Beqera: 186

“Dia ji min re bikin da ku ez icabetî diayê we bikim.” Mü’mîn: 60

“ Bêje! Heger ne diayê we be ma Rebbê min qîymetê dide we.” Furqan: 77

Ji  ber vê yekê ez îdyek wuha tesewur dikim, ji xweda duxazim. Ez vê tesewura xwe bi nîyeta di’a teqdîmî xweda dikim, û bi temamê hissê xwe dibêjime Amîn...

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Mehmûd Kilinç

Ê Berê QURBAN (GORÎKİRİN) ÇİYE?
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.