Sê Tewsîyen Rebbânî - Kelhaamed

Sê Tewsîyen Rebbânî

Article

"Ebu Zerê Ğifarî Xwedê jê razîbe wiha go:

Dostê minî Ezîz Resûlûllah eleyhisselam sê tişt tewsîyeyî min kir:

1) Îdarevanê ser te kolekî ko ‘ezayê wî jêkirî be jî, emrê wî guhdarî bike û îtaet bike.

2) Te şorbê çêkir ava wê zêde bixê, çavê xwe li cîranê xwe bigerîne; te yê hewcedar dî bi şeklekî xweşik îkram bike.

3) Nimêja xwe di wextê wê de bike. Eger tu çû camîyê û melle nimêj xelas kiribe, ji bo te berê nimêj kirîye tiştek ne lazime. Eğer melle hîn nimêj ne qedandibe, bi melle re jî bike. Ev kirina teya nimêja duduya ji te ra dibe nafile." (Buxarî)

Belê xwendevanên delal! Ê ko vê hedisa şerîf riwayet kirîye sehabiyê Pêxember eleyhisselamê ko em bi kûnya Ebu Zerê Ğifarî wî nas dikine. Ebu Zer yek ji wan muslumanê go ewil îman bi Xwedê û Resûlê wî anîye. Navê wî Cundeb kurê Cunade ye; bi netirsî û wêrekî tê naskirin. Nîvê ‘eşîra wî bi wesîla wî musluman dibin. Ji ehlê sûffe ye, di medresa Pêxember eleyhîsselam, di bin telîm û terbiya Resulûllah de gihîştîye. Weki ko di vê hedîsê jî em dibînin Ebû Zer evîndarekî Pêxember bû. Gelek ji Resulûllah hez dikir, jê re digo xelîlê min yanî dostê minî ezîz. Ji Pêxember ra şivantî kiriye. Xweda jê razî be.

Belê ezîzê min! Her çiqas Resûlê Xwedê van tewsîya li Ebû Zerê Ğifarî kiriye jî di şexsê wî de li me jî kirîye, yanî ev tewsîye û şîret jî bo me ne jî. Çunkî îro em jî muhtacî van tewsîyane, hem jî wek nan û avê belkî ji van zêdetir jî...

Eger em li rewşa xwe ya îro binêrin, bê em ketine çi halî, emê hîn bêtir fêm bikin bê çiqas îhtîyaca me bi van tewsîya heye.

Sê nexweşiyên me yên ko îro em mubtelayî wan bûne, Resulûllah eleyhîsselam bi sê dermanê rebbanî tedawî dike. Tabî ku em di heyata xwe de tedbîq bikin. Ev her sê tewsîyê rebbanî evin;

Îtaeta meşrû ji Îdarevanan re, Qencîya ji cîranan re, Nimêja bi cemaet û di wextê da.

Yek: Musluman mesûle ko emrê îdarevanê ser xwe guhdar bike û bicî bîne welew kolekî seqet be jî. Tabî lazim e emrê îdarevan ne xilafî emrê Xwedê be. Çunki "Di îsyana emrê Xwedê de îtaeta jî ebd re tuneye. Îtaet di tiştê meşrû/helal tenê de deye."

Dudo: Lazim e haya me ji cîranê me hebe. Feqir bin, merev bi wan re eleqedar bibe, îhtîyaca wan bi çi hebe, merev pêde bike. Eger em nikaribin van tışta bikin, bi rûyekî biken, bi zimanekî şêrîn em dilê wan xweş bikin. Çunkî Allahû Teala qencîya li cîrana ferz kirîye.

Sisê: Kirina nimêjê, lê belê di wextê wê de û bi cemaetî. Çunki herî ‘emelê ko Xweda Teala jê hez kirîye, nimêja ko di wexte wê de û bi cemaetî bê kirine. Pêxember eleyhîsselam liser nimêja bi cemaat gelek sekinîye. Nimêja xwe bêcemaetî li xwe derbas nekiriye.

Xweda Teala me bike ji pêgirtiyên van tewsiyên Rebbanî. Amîn


Mela Ebdurrehîm Omerî

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Abdurrahîm Omerî

Ê Berê GUNEHÊN MEZIN
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.