Piştî ‘Îdama Şêx Se‘îd Qetlîamên Li Herêma Me - Kelhaamed

Piştî ‘Îdama Şêx Se‘îd Qetlîamên Li Herêma Me

Article

Şêx Se’îd, qiyama xwe ya ‘ewil li hember Rûsan pêk anîbû. Ew bi xwe digel feqîyên xwe yên medresê, bi hev re ketin sînga leşkerê Rûs û warê Îslamê bi destê kafirê Moskof va bernedan. Çi wext Rûsê necîs ket erda muslumana, wê çaxê Şêx, kilîd li deriyê medresê xist û dest avêt mawzerê. Wê zeman bi xêra wan ‘alimên Îslamê ku xelkê herêmê de’wetî cîhada li hember Rûsa dikir, welatê me ji destê Rûsan xelas bû.

Dewleta Cimhûriyetê ya qedirnezan, îşê xwe bi muslumana qedand û temamê zanayên wan, ‘alim û rêzan û munewwerên wan şehîd kirin. Neyartî da Îslamê û muslumana. Zanayên muslumana ji holê rakirin daku wan bêserî bihêle. Ji wê çaxê da Kurdên musluman wek pezê bêşivan ji hev da ketin û careke din yekbûna wan çênebû. Jixwe meqseda wan jî ew bû ku însanê me bê serî û sermîyan bihêlin. Gihaştin meqseda xwe ya xerab. Bi dehsalan em bê serî û sermîyan hiştin.

Serê ewilî ez vêya bejim ku meqseda qiyama Şêx Se’îd a li hember Cimhûriyetê, qiyama duduya, islahkirin bû ne herb û şer bû. Belê M. Kemal rakirina ehkamên Îslamê xistibû serê xwe. Wê di sîstema xwe ya nû da cî nedida Îslamê. Ji lew berê ku hazirîyên qiyamê bigihêjin kemalê, berhevdanî kir.  Şêx Se’îd ji herbê ra mecbûr kir. Belê em di van nivîsan da li ser ğaya qiyamê û tiştê ku di qiyamê de qewimîne nasekinin. Emê li ser qetlî‘amên piştî ‘îdama Şêx Se’îd bisekinin.

Emê, qetlî‘amên ku piştî Şêx Se’îd li herêma me çê bûne, bi devê şahidên wê wextê û meğdûr û birîndarên êrîşên leşkeran, bînin ziman. Bira ew behsa xwe û birîndarîyên xwe bikin. Bila ew behsa zulma zalima bikin. Bira ew birînên dilê xwe ji me ra vekin. Bira ew bêjin, em jî guhdarî bikin. Belki em jî çend hêstirên çav û dilan bibarînin da ku xweda me ‘efû bike. Da ku haya me jî ji paşeroja me ya nêzik çêbibe. Daku haya me ji wan tiştên ku hatine serê bav û kalên me çêbibe.

Piştî ku mehkema Cimhûrîyetê Şêx Se’îd û 46 rêhevalên wî li Diyarêbekir, li meydana Derîyê Çîyê dan xeniqandin, leşkerên Kemal ên devbixwîn, girtin ser gund û bajarên me, can û malê însanê me derxistin bazarê, pergala milletê me belav kir.  Piştî ku Şêx Se’îd û hevalên wî şehîd bûn, kesên ku têkevin pêşîya wan leşkera û zulma wan bidin sekinandinê jî neman. Di wê wextê da tiştî herî giran ew bû ku zarok û pîrek dikuştin. Yê ji vêya girantir jî, pîrek û zarok dikirin kadîna û agir berdidane wan, ew bisağî dişewitandin. Emê wan şewata jî dîsa bi devê şahidan bînin ser ziman.

Dewletê berê neyartî da temamê welatîyan. Însanên ku hevaltîya Şêx Se’îd kiribûn, malbatên wan, teva kirin hedef. Însanên ku ji Şêx Se’îd hez dikirin, însanên ku nan û av dabûn wan, însanên ku selam li wan kiribûn û selama wan vegerandibûn, hemî dan ber lûla tivingê.

Li welatê me wê wextê însanên ku însanetî û merivantîya xwe hunda kiribûn jî derketin. Li nav gunda yekî çav berdaba malê yekê, gundî û cîranê xwe îxbar dikir. Li wî kesî îftira dikir û ew dida girtin. Yan jî bi leşkeran ew dida quştin. Paşê li ser mal û milkê wî rûdinişt û dixwar. Ev bêûjdan li welatê me çêbûn di wê demê da. Emê vana teva yek bi yek bînin ser ziman dîsa bi devê şahidên xwe.

Çi kesê ku tarîx û paşeroja xwe nizanibe û hîn neke, ew kes wê nikarebe pêşeroj û îstîqbala xwe bibaşî ava bike. Çiqas zeman bi ser de biçe jî cardin wê ‘eynî xetayê bike. Gotinê pêşîya ye ku dibêjin “Neyarê bava, nabin dostê lawa.” Ev gotina xweş di cî daye. Belê lazime ku law jî neyarên bava, baş nasbikin. Naskirina neyarên bava jî, bi hînbûna tarîx û paşeroja welatê însanaye. Lêbelê bi huzn û keder ez îfade dikim ku ewlad û zarokên welatê me, tarîx û paşeroja bav û kalên xwe nizanin. Di gundê wan de însan û zarok û pîrek hatine şewîtandin, serê wan hatine jêkirin, fena hebê tizbîyê di bena ra derbas kirine û di şehrê mezin da li ber çavê însanan bi rojan daleqandine, ew teşhîr kirine heta ku bîna genî ketiye wan, însan ji bîna wan nerihet bûne. Ew serîyên ku ji gewdan hatine veqetandin, li Amedê, liber Camîya Mezin (Ûlû Camî), li serê kazoğa xistine. Hinek ji wan serîyên muslumanên mucahîd jî, ji teref hinek leşkerên Cimhûriyetê ve li Diyarêbekir, di nava derîyê Mêrdinê û deriyê Çîyê de di serê singuya da bi merasim hatine teşhîrkirin. Însanên li kêlekên rê bi dehşet û ‘îbret lê temaşe kirine. Ji wan kesên ku ev menzera wehşetê temaşe kirine, yek ji şahidên me pîra Hedîye Akyildirim e. Wê jî menzera teşhîrkirina serê însanan bidehşet temaşe kiribû. Belê ji wan serê însanan ku li serê singuya xistibûn yek jê serê bavê wê ‘Elîyê Fettah bû. Wê çaxê nizanibû ku ji wan serîyan yek serîkî, serê bavê wêye. Paşê dibîhîze ku ji wan serîya yek jê serê bavê wêye. Lewra pîra Hedîye, niha wefat kirîye, Xweda rehma xwe lê bike, wê çaxê bi Şêx Se’îd û hevalên wî ra di hepsa Derîyê Sarayê de bû. ‘Umrê wê biçûk bû, hê di ‘umrê xwe yê 6-7 salîyê de bû. Seba ‘umrê wê biçûk bû, jibo hewceyên pîrek û zarokan ew bera derveyê hepsê dida. Ew jî bi dîya xwe û bi hemî xuşk û birayên xwe di hepsê de bû. Ji ğeyrî bavê wê temamê malbata wê di hepsê de bû, cîyekî ku pêda here tunebû. Derdiket dervayê hepsê jî, cardin dihate hepsê bal diya xwe û malbata xwe. Bi tevîhev 500 pîrek û zarok di vê hepsê de binçav kiribûn. Di nav wan pîrek û zarokan da malbata Şêx Se’îd, jin û zarokên wî jî hebûn. Şêx Se’îd û hevalên xwe di qata binî ya hepsê de bûn, pîrek û zarok jî di qata ser de bûn.

Ji şahidên me yên wan roja, ewê ku bixwe zulm dîtine yek jê pîra Hayrîye Akçil e. Hayrîye Akçil, behsa wî tiştê ku bi serê wê û bavê wê da hatîye dike. Diya wê, xuşk û birayên wê çi kişandine tîne ziman. Leşkerê Cimhûrîyetê dema dikevin gunda û gund bi gund dişewitînin û pêva tên, ew jî gundê xwe vala dikin, di rexê çemê Mûradê de xwe vedişêrin. Di wê reva wan da çi bi serê wan da qewimîye, tîne ziman. Ew û bavê xwe çewa hêsîr dikevin destê leşkera, çend rojan bi bavê xwe ra di bin çavan da dimîne, jibo bavê xwe ji mirinê xelas bike çi dike, tîne ziman. Piştî şehîdîya bavê xwe çi ezîyet û ta’de kişandine, behsa wan dike.

Pîra Hayrîye digel dîya xwe û xuşk û birayên xwe, li meydanê bêxwedî dimînin. Gundê ku nehatine şewitandin newêrin wan bihewînin. Mal û mulkê wan ji destê wan diçe, bavê wan ji destê wan diçe, 6 zarokên biçûk di ustîyê dîya xwe da dimînin. Temamê serpêhatîyên xwe û malbata xwe wê ji me ra bi zimanê xwe bibêje.

Pîra Sarîye ji gundê Şemsanê, bi Dara Hênê (Genç) ve girêdayî, ye. Ev Pîra me ya han ‘umrê wê bi ser 100 salî re bû, serpêhatîyên xwe ji me ra anîn ziman. Behs kir ku dîya wê bi çi awayî terka wê û xuşka wê ya di qomatkê da kirîye, jibo canê xwe xelas bike çawa bi hemî gundiya re revîyaye çîyê. Yanê diyek, jibo ji zulma leşkerê Cimhûrîyetê xelas bibe, dergûşa xwe ya qomatkê ji ber dilê xwe davêje. Paşê leşker wan çawa diqefêlin, li ber çavê wê çi îşkence û wehşetên li du amojnê wê dikin dibêje. Heta pêsîrên wan jê dikin û sînga wan heta ser dilê wan fena me’sî diqelêşin. Du apên wê dikujin û serê wan ji gewda wan jê dikin. Wan serîyan dibin Çabakçûrê. Bena di guhê wan re derbas dikin û li nava sûkê bi rojan wan seriya teşhîr dikin. Çawa ku meriv hebên tizbîyê di bena ra dike, bi wî mîslî serê însanan di bena ra dikin. Bena di guhê wan ra derbas dikin. Pîra me behs dike ku bi çi şiklî ji mirinê xelas bûye. Me 10 sal berê pê ra şiteğalî kiribû. Niha wefat kiriye. Xweda rehma xwe lêke. Wê bi cenneta xwe şa bike.

Dîsa ji şahidên me xalê Husnî Kartali, ji Dara Hênê, ji gundê Xerîb bû. Wî jî bûyerên pir ‘ecêb li ber çavê xwe dîtibûn. Dema Şêx Se’îd û hevalên xwe bi xiyaneta Bînbaşi Kasim tên girtin, di ber gundê wan re derbas dikin û dibin Amedê, wê wextê Xalê Husnî hêja dora 10 salî ye. Ji dayika xwe tasek av dixwaze ku bighîne Şêx. Belê leşkerê Kemal tasa avê ji destê wî derdixin, ava wî dirjînin erdê û tasê jî davên, li bin guhê keviran dixin.

 Xalê Husnî bi bavê xwe re diçe Diyarêbekirê jibo hewceyên malê. Bavê wî bi zimanê Tirkî nizane. Jiber bi zimanê xwe yê dayikê zazakî diştexile û cezayê şiteğilandina ji xeyrî zimanê Tirkî 25 quruş pê ra tuneye, wî binçaw dikin. Husnî bi çi şiklî diçe bavê xwe ji destê wan derdixe, bi zimanê xwe ji me ra behs dike. Li ber çavê wî gundîyên wî yên ku jiber perê xwe nedane leşkerekî, bi çi wehşetekê têne kuştin, ji me re tîne ziman. Pir tiştên ku bi çawê xwe dîtine ji me ra behs dike. Emê di pêş de goyê xwe bidin serpêhatîyên wî, malbata wî, dê û bavê wî bê ka wê ji me ra çi bibêje û derdê xwe çawa birêje. Vê gavê ew çûye rehmetê, Xweda rehma xwe lê bike û teqsîratên wî ‘ef û meğfîret bike.          

Hê bi dehan şahidên wê wextê ku me bi wan re, di heqê serpêhatîyên wan de hevdîtin û şiteğalî pêk anîne hene. Bi wan ra ev hevdîtin berîya çend salan çêbûye. Niha pirê wan çûne rehmetê. Belê wan temamê dîtin û zanînên xwe bi me ra parve kirin. Ew çûn dunya heq, lê şiteğalî û gotinên wan, bi îfadeya zimanê wan li ba me baqî mane bi tevî dengê wan û vîdeoyên wan. Xweda bike nesîb emê temamê şiteğalî û şahidîyên wan însanan, li pey hev di vê kovarê de bi we ra parve bikin. Her şahidekî/e tarîxa me ya nêz ku emê serpêhatîyên wan ji we ra pêşkêş bikin, pê ra emê sûreteke wî/wê jî diyar bikin înşallah. Di vê jimara kovara me da em bi vê sernamê îktîfa dikin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Mehmet Baran

Ê Berê XANIMA ŞEHÎD - 2
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.