Suxtê ber melle

Article

Demsal havîn e, dema çuna camîyê ye... De heydê zarokno rahêjin elîbêtkê xwe û herîn ba melle. Ê ku elîbêtkê wan tunebin bera ji xuh û birê xweyî mezin bistînin. Ew jî tunebe bera ji xwere bişinîn bajêr. Hinek pere bidin dolmîşê ji bo ji wan re elîbêtkê bikirin.

Roj derket û bejnekê duduya bilind bu. Zarok yek dudo ji nav gund kişiyan camiyê. Di destê wan de elîbêtkek û mînderek heye. Heryekî mîndera xwe ji malê dianî jibo ku lî ser runên. Ji ber ku gundî dixeyidîn zarok têkevin hundurê camîyê. Digotin “wê ev belqitîyana camiyê ‘edem bikin, nig mige wan giş heram in. Nigê hineka ji me ji ê hineka ji wan paqijtir bû jî de bera wek wan be.

Zarokna jî kursî dianîn, bele kursî ne rihetbûn. Tew hinek bê tiştekî dihatin. Ne elîbêtik ne mînder û ne kursî.  Hema tu dibe qey rojê li ser xanî daye ser çavê wî û ew jî jinav livînê xwe derketîye û hatîye. Seyda bi wan re dixeyidî. Dikira ji ber derî wan bi qewirîne. Îcar dîsa digot “la’net li ça’vê şeytên bê. De werin werin, ne sucê weye, ê dê û bave weye. Hema wê çêkin û berra çolê din.”

Li bin balkona camîyê her zarokekî ji xwe re li ciyeki rûdinişt. Li gora roj û siya sibê, nivro û piştî nivro cih diguhertin. Zilamê gund jî li nêzîk camiyê li ber siya dara zeytunê rûdiniştin. Sibeha li aliyê rojava û êvara li aliyê rojhilat. Însan heyata xwe li gora ayetê tekvînî pêk bi pêk ser rast dikin. Jiber ku fêde û xesara xwe di cîh de,  li vê dünyayê dibinin. Belê çima emrê ayetê Quranî bi cîh naynin. Ya ji îmana ze’îf yan jî ji bê aqilî.

Zarokê ku nû dest bi dersa Quranê bikin ji wan re digotin suxte. Suxta dest bi xwendina dersên xwe dikirin. Ğulğulik bi wan diket, kes nizanî bu kî dibêji çi. Seyda dor bi dor ba wan dikir û li wan guhdarî dikir. Ê ku dersa xwe jiber kiribana dersa nû dida wan. Kêfa wî ji wan ra dihat, carna jî serê wan maçî dikir. Û ê kû dersa xwe nizanibin di bû “iiiiii iiii” ya wan. Seyda bi wan re jî dixeyidi. Bavo bera wê şiva didestde bi kar neyne, tîştek bi xeydê nayê. Wê bi şivê li zaroka xistibûna û bigotana “Ciyê ku ez lêxim di cehnemê de na şewîte.”

Wexta pez û kerî dihatin malê, zarok jî diçûn mal ji bo ku taştê bixun. Mast û penêr û çayê. Yan jî zebeş û pettêx. Zarokin jê venedigerîyan; ew diçûn ber pez alincê. Belê gelek jê dîsa dihatin camiyê, û dixwendin heta nîvro. Carna melle seriyek dida malê. Ji zaroka re fersend derdiket. Ê ku bilistana ê ku li hev xistana û ê ku di camiye de li dora sitûna bera hev bi dana… Îcar seyda ji nişkê ve bi ser zarokê kû xwe hunda kirine de digirt. Ew çağ, dor dora şivê bû. Rojekê em reviyan; îcar bu wextê azana nîvro. Melle digot “werin azan bidin”, me digot “na tê li me xî.” Heta ku feqîro sund nexwar em nehatin.

Zarokê ku jêhatî bûna di hefteye kê duduya de digêtîn Cuzya Êmmê. Pêşî bi kesr û fetha dixwendin, dûvra di ser re… Ciyê xelata hebun. “Tebbet: Bîne mirîşkek wek bet; Feheddis: Bîne tasek dims” Belê min ne dî kesî ne mirîşk anî û ne dims.  Duvra Tebarek û Kadsemi’a û Zarîyat dihat; heta kû Quran giş xitim kiribana. Ê kû xitim dikir; kummê wî direvandin mala wî. Jibo ku malbata suhte xelatekî ji melle re têxinê. Pîştî xîtmê “carî” hebûn. Yanî her rupelek merev çend cara dixwend, ji bo ku merev tam biellîme. Ê ku xwendina wan qels bana deh carî dixwendin. Bê pesin e min çar carî dixwend, bes bû.

Piştî navbera nîvro û firavînê heta nimeja ‘esr jî ders hebû. Pîstî ‘esir em berdidan. İcar kî kari me bigre. Bi dû topeke ku carna qetîyayî û teqîyayî me pazdeh bîst heba baz dida. Ji xwêdan û tozê ruwê merev keymağ digirt. Kî zane bu êvar û kî zane mellê muğrîb azan da. Rojna meyê bilistana heta ku dunya reş bibe û topa me nema xuya bibe.

Suhtê kû xitma xwe kir û carîya xwe jî xelas kir. Dora mewlûdê dihat. “Hemdê bê hed bo Xwedayê ‘alemîn.  Ew Xwedayê daye me dînê mubîn.” Seyda dersa mewludê dida wan û wan jî di ber re dersa zarokê din dida, alîkarîya seyda dikirin. Kêm suxta ku mewlûd diqedandin ‘Eqîda îmane jî duxwendin. Jixwe zêde fersend jî tunebû. Xortê gund diçûn Enqera şixul. Zarokê kû hema karibin rahêjin dar, diçûn ber pez. Ê mezin şevîn dikirin, ê biçuk jî diçûn alîncê. Wekî di jî berxik hebûn, karik hebûn, ‘elok hebûn, çêçik hebûn. Her yekî karek pê dibû. Heger tu zarok bana jî, nanê belaş tune bû.

Dunya ji merev re heta ciyê ku çavê merev ditît hebû. Derdê merev jî ev qasî bû. Lîstikê bîlgîsayara û telefona tune bûn. Ku heba top bû û ku tunebana lîstike bi kevira û weşartok bû. Ew çağ xweş bû. Îcar dunya xweş bû yan zaroktî xweş bû ez nizanim.

Di debarê nivîskar de

Têhev

8

Gotar

Ehmed NAS

Ê Berê Roja Mehserê Wek Roja Mehşerê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.