Di Dinya Me Ya Îro De Înqîlabek Dunyewî û ‘Ecêb Heye - Kelhaamed

Di Dinya Me Ya Îro De Înqîlabek Dunyewî û ‘Ecêb Heye

Article

 

 بسم الله الرحمن الرحيم

S: - “Di Quranê de nehiy hatiyekirin ji hezkirina Yehûdî û Nesara (yanî cihû û fillehan):

 لاَتَتَّخِذُوا الْيَهُودَ وَالنَّصَارَى أَوْلِيَاء Yanî: Cihû û fillehan ji xwe re nekin heval û dost.” Tevî vî qasî tu çawa dibêjî bi wan re bibin dost?”

C: - “Ewwela: Delîl, hem metnê wê hem jî delaleta wê gerek qet’îbin.”

Heger hem metnê ayetê hem jî delaleta wê Qet’îbe wê çaxê hukum jî dibe Qet’î. Di vê ayetê de metnê delîlê ji ber ku ayet e, qet’î ye.

“Îhtîmala tewîlê jî heye. Çimkî di vê derê de nehya Quranê ne ‘umûmi ye, mutleq e.”

Yanî ayet nabêje; “temamê cihû û filleyan ji xwe re nekin dost.” Lefzê “temaman” tuneye.

Madem qeydek bi vî şeklî tuneye, ew çax ayet mutleq e.

“Cumlên mutleq jî merev kare li ser tişkî mu’eyyen me’ne bike. Zeman mufessirekî mezin e. Ku qeydên xwe derxe holê îhtîraz lê nayê kirin.”

Ji dema ku ev ayet nazilbûye û heta niha, ev zemanê ku derbas bûye, dibe tefsîra ayetê. Kirinê Pêğember sallallahû ‘eleyhî wesellem û sehabî û ‘aliman me’na ayetê bi me didin zanîn û delil in ji bo vê tefsîra me re.

“Û hem ev jî heye: Ku hukum li ser kelîma muşteq hatibe, kelîma ku îştîqaq jê çêbûye dibe ‘illetê hukmê.” Di vir de hukum ku dibêje “wan nekin dost” li ser kelîma “yehûd” û “nesara” hatiey avakirin. “Dêmek nehya ku dibêje Yehûdî û Nesara nekin dost û heval, bi heseb dîn û ‘îbadetê wan e.”

Ji cîhet ‘eqîda wanî batil û ‘îbadetê wan hezkirina ji wan re hatiye qedexekirin, ne ji ber tişkî din. Di zemanê berê de xelîfe û ‘alimên me fille û cihûyan anîne bi wan ‘emeletî kirine, qîzên wan li muslumana nîkah kirine.

“Hem ev jî heye: Însan ne ji ber zatê xwe tê hezkirin, ji ber sîfetê xwe tê hezkirin.” Dema tu ji kesekî kafir hezbikî ji ber bîr û baweriya wî, tu jî dibî kafir (ne’ûzû bîllah). Lê ji ber wesfê wî û sin’etê wî tu jê hesbikî caîz e.

“Ew çax her kesê musluman, ne lazim e ku her wesfê wî jî muslumanbe. Her wiha her kesê kafir jî ne lazim e ku her wesfê wî jî kafirbe.”

Kesê musluman carna karê wî muxalifê Îslamêne. Kesê kafir jî ‘eqîda wî kufr e, bes sin’etê wî û hinik me’melê wî ne kufr in.

“Ew çax wesfekî yan jî sin’etekî ku muslumanbe merev wî qenc bibîne û hilbigre çima wê ne caîzbe? Ji ehlê kîtab ku jinik te hebe helbet tuyê jê hezbikî.” Ne ji ber ku ehlê kîtab e, ji ber ku sin’etê Îlahi ye û jina te ye ji cîhet pêrekantiyê tu mecbûr jê hezbikî.

“A duduya: Di dewra Se’adetê de înqîlabek mezinî dînî çêbû. Vê înqîlabê berê herkesi da nuqteya dînî. Zihna her kesî bi dîn ve meşğûlkir. Temamê hezkirin û ‘edawetê di mesela dîn de civiya. Hezkirin jî ji bo dîn bû, dijminantî jî. Ji ber vê, ji hezkirina ğeyrîmusluman bêhna nîfaqê dihat.”

Hezkirina ji alî dinyayê ve wê demê jî hebû. Feqet ji sehaban re derdekî dunyewî tunebû. Hezkirina wan jî ‘edaweta wan jî ji bo Xudê bû. Sehabe ji bo dinyayê nêzî ehlê kîtab nedibûn. Sin’etê dinyewî jî di nezera wan de bê qîmetbûn. Sehaban jî zanibû munasebeta bi ehlê kîtab re ji cîhet sin’et ve caîz e. Lê wê demê bi sebeb ku temamê me’mela li gor dîn dihat hesibandin nêzîkbûna bibal wan ve bihna nîfaqê jê dihat.

“Bes di dinya me ya îro de înqîlabek dunyewî û ‘ecêb heye. A ku temamê zihna zeftkiriye û temamê ‘eqlan meşğûl dike nuqteya medeniyetê ye û dunya ye. Ji xwe pirrê Yehûdî û Nesara (yanî Yehûdî û Cihû) ne girêdayî bi dînê xwe ve ne. Ji ber vê, ku em îro bi wan re bibin dost emê medeniyet û tereqqiya wan bigrin û ew asayişa ku esasê dilrihetiya dinyayê ye wê were muahfezekirin.”

“Ha! Vê dostanî û hevaltiya bi vî şeklî, qetî’yyen di nehya Quranê de tuneye.”

S: - “Hinik Jonturk dibêjin ji filleyan re nebêjin; “hey kafir.” Çimkî ehlê kîtab in. Ê ku kafir be, çima emê jê re nebêjin kafir?”

C: - “Çewa ji zilamkî kor re hûn nabêjin “hey koro”, ev jî wek wê ye. Çimkî di vê gotinê de ezyet heye. Ji ezyeta zimmiyan jî (di hedîsê de) nehî hatiyekirin.”

Hedîs dibêje: “Kî li zimmîkî ezyetê bike ez xesmê wî me.”

“A didiyan jî: Ji kelîma “kafir” re du me’ne hene: Yek jê, a ku derhal tê ber zihna merev, kesê bê dîn û înkara Xweda Xaliqê kaînatê dike. Bi vê me’nê heqê me tuneye ku em ji Fille û Cihûyan re bêjin kafir.”

“Me’na duduya: Kesê ku înkara Pêğemberê me û dînê Îslamê dike jê re tê gotin kafir. Bi vê me’nê em karin ji ehlê kîtab re bêjin kafir. Lê di ‘urfê de kelîma kafir bi me’na înakra Xweda tê bikaranîn û kelîma tehqîrê ye, pê ezyet çêdibe.”

“Îdî ne lazim e ku em seha î’tîqad û seha ‘emel tevlihev bikin.”

Ji alî î’tîqadê ve ehlê kîtab kafirin. Bes ji alî ‘emel ve ne wek kafirê dinin. Musluman karin xwarinê wam bixun û bi qîzê wan re bizewicin. Ji vê hêlê ve me’mela kafiran bi wan re nayê kirin.”

Di debarê nivîskar de

Têhev

20

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

Ê Berê ددونيا مە يا ئيرۆ دە ئينقيلابەك دونيەوي ئو عەجێب هەيە
Ê Li Pey ئەم هاي ژخوە نەمان ئو مە ڕيعايەتا تەدبيران نەكر

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.