NAVÇEYA KERBORANÊ

Article

Ji Mêrdînê mirov derbasî Mîdyatê dibe, bi aliyê rohilat de diçe, pişti sîw pênc-çel kîlometreyê mirov dighê navçeya Kerboranê. Kelîma “Kerboran” bi me’na derbasbûna karwanêye. Berê navçe bi Mîdyatê ve girêdayî nahîyeke biçûk bû. Di sala 1987an de Kerboran bûye navçe û ji wê çaxê heta îro nufûsa wê ro bi ro zêde bûye. Îro bi gunda nufûsa navçeyê 27.308 kesin. Navçe di rastê de hatiye avakirin. Pişta navçeyê li çiyaye. Çiyakî mezin bi navê Çiyayê Sîtê di hudûdê Kerboran deye. Rêya kû ji Mîdyatê diçû Kerboran, rêyeke gelekî biçûk bû. Du erebe bi zehmet di ber hev re derbas dibûn. Ji ber vana çûna Kerboran zehmet bû. Lê belê di van salên nêz de rêyeke mezin û xweş hatiye çêkirin. Di 25-30 deqîqeyî de mirov dikare ji Mîdyatê bighêje Kerboranê. Rê ji Kerboranê derbasi navçeya Basê (Güçlükonak)a navçeya Şirnexê dibe.  

Heta salên 1990î jî Kerboran bi dehlê xwe meşhûr bû. Ev dehl biser hev ve bûn û gelek çeşîd û texlîtên fêkî di wan de hebûn. Sêv, hirmî, hejîr, hinar, xox, mişmiş û tirî di van dehla de bi piranî hebûn. Û darên sipîndaran di van dehlan de hebûn. Di nav dehlan de xwediyê dehlê jibo mala xwe zebze jî diçandin. Ev dehl li bakurê navçeyê ji newala aşa ji serê avê dihatne avdan. Cihoka avê ji teref dewletê ve hatibû çêkirin. Ji vê cewê ev dehl bi dorê dihatine avdan. Nehtor dihatne girtin. Şopandina avdana dehla nehtor dikir. Lê belê ji ber bûyerên terorê kû gund xirabûn û navçe mezin bû, ev dehl û bexçe hatne xirakirin. Di şûna wan de li navçeyê avaniyên nû û mezin ava bûn ce’de û sûk di wan de hatne çêkirin. Heger bihata xwestin li erda bê dehl û baxçe, lêkirina avaniyan mumkun bû, lê belê qîmeta wan dehl û baxça nehate zanîn û ji teref belediyê ve îzna avaniyan hate dayîn. Ji ber vê îro kû tu li navçeyê dinêrî, tevde avanî ye û ew dehlên berê nemane.

Li Kerboranê berê Suryanî jî dijîyan û dêra wan hebû. Di salên 1980î de Suryanîyên hebûn yên dawî jî çûne Evrûpayê. Mulkên di dest xwe de tevde bi daxwaziya xwe firotin Muslumana. Ji ber vêna îro li Kerboranê Suryanî nemane. Navçe tev Musluman û Kurmancin.  Li navçeya Kerboranê Camîya Minare meşhûre. Li vê camiyê bi navê Mela ‘Ebdûllah melakî ‘alim, wexteke dirêj dersa feqehan daye û xizmeta wî gelekî çêbûye.  

Sî û çar gund bi Kerboranê ve girêdayî ne. Mirovên li van gunda dijîn, debara xwe bi xwedîkirina heywana û çêkirina rez û erda dikin û gelek kes havînan wexteke dirêj berê diçûne bajarê Konya û bajarên din jibo ji xwe re bişuğulin. Çile jî li malê bûn, debara xwe bi wî perê kû dianîn dikirin. Ji gundên Kerboranê yên kanîyên wan hene, berê erdên xwe ji van kahniyan av didan û aviyên van gundan meşhûr bûn. Li gundê Gulbîş birinc dihate çandin. Ev birinc bi te’ma xwe ji birincên din diveqetiya. Gundên kû kahniyên wan tunebûn, jiber tunebûna avê zehmetî dikişandin. Gundên aviyên wan hebûn, fêkî dibirin li gundên bêav difirotin. Ji gundên Kerboranê yên mezin Xelîla (Kılavuz) û Deywan (Sümer) in. Herdu gund berîya qanûna bajarê mezin derkeve, belediye bûn. Li Deywan Şêx Xelîl hebû û tirba wî li wir e. Şêx Xelîl terîqa neqşîbendî dimeşand û li der û dora Kerboranê gelek mirov murîdên wî bûn. Bi eslê xo ji zurrîyeta Seyyîd Bîlale. Ji ber kû li Serdefê melatî kiriye, bi navê Şêx Xelîlê Serdefî tê naskirin. Ji sofiyên Şêx, Mûhammed Nûrî çaxa diçû limêja ‘îşayê hatiye şehîdkirin.

Li gundê Germavê (Ilısu) jî kaniya ava germ heye kû însan ji wê ava germ ji bo şîfaya nexweşiya îstifade dikin. Li ber vî gundî li ser çemê Dîcleyê berajeke mezin bi navê Ilısû hatiye çêkirin kû ceyran li ser bê çêkirin û avdan jê bê kirin. Îro di av û riya Kerboranê de cihê vê berajê muhîme.

Navçeya Kerboranê jî weke navçeyên Mêrdînê yên din her tim li hêviya mêvanên xwe ye kû wê ziyaret bikin. Herne Germavê, ji ava wê ya germ îstîfade bikin. Fêkîyên kû ji gundan tên û di havînê de tirîyên rezên Kerboranê buxun. Û herne ser tirba Şêx Xelîl û Şehîd sofî Mûhammed Nûrî, jibona wan fatîhakê bixwînin û mucadela wan di bîra xwe bînin. Heta nivîseke din bimînin di xêr û xweşîyê de.

Esselamû ‘eleykûm we rehmetullahî we berekatûhû.

Di debarê nivîskar de

Têhev

10

Gotar

Yehya Ezdarî

Ê Berê STEWRÊ: NAVÇEYA MÊRDÎNÊ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.