Hilîne Heyfa Ummetê

Article

Esîr yetîmê bê qerar

Rabe ji xew zû bib şiyar

Her me’rûfa rengîn bi ğar

Dor merqeda şahê kubar

Yek gaziyû qîr û hewar

Hatin me dujmin çar kenar

Talan birin bê pirsiyar

Reşkonê malê kirne xwar

Her çî esîran zarezar

Zaro man bê xudyû sitar

Qîrîn diçin qe’rulbîhar

Carek were ey şehsuwar

                Binêre halê ummetê

 

Şahê feqîr û bê kesa

Em betilîn-j leyt û ‘esa

Hana me wer îdî besa

Qelbê me mîna ceresa

Nalîn dike subh û mesa

Em ketne weqtê teresa

Serqot û ehlê medresa

Dîn dan ber kêr û meqesa

Xusûsa pîsê her kesa

Zemkirne beytulmeqdesa

Zahir bike şûr û ‘esa

Jêke serê van teresa

                Hilîne heyfa ummetê

 

Binêre halê mumina

Herçî biçûk û mezina

Çi kal û xort û qîz jina

Mane esîr nav dujmina

Çar alî dor me girtina

Sûrek qewîn û qalina

Em ketne behrek bê bina

Melce terîq bo me nîna

Em tev li xwe behr kirina

Her yek dibê ev ya mina

Qey emrê Rebbê Mezina

Emê ji kî kin gazina

                Hêvya me Rebbê ‘Izzetê

 

Hêvya me Rebbê Ekbera

Daîm hewara me wera

Emir bide pêğembera

Çi ewliya û serwera

Hewar here tehtessera

Çar terefê behr û bera

Çiqa ehlê durb û bera

Bicvin li hev li her dera

Rabin qîrkin-l dor û dera

Bi gaziya pêğembera

Dûrkin bêdîn û qeşmera

Ew bûn bela-j dînê me ra

                Heyfa dîn û şerî’etê

 

Dîn çûye ehlê ğîretê

Em ketne weqtê huryetê

Şapek rabû-l şerî’etê

Windabû hukmê ayetê

Rehm nema ğeyrî zulmetê

Em ketne nîva zehmetê

Bin darê zor û ezyetê

J-qehra nema sebra me tê

Can û ceger agir ketê

Ya Reb Xudanê heyetê

Zû rake Mehdyê ‘adetê

Şûrkêşê Nebyê ummetê

                Wellah çiq-l bejna te tê

 

Qama şêrîn bejna delal

Ew qutb û ğewsê pur kemal

Rûhê me jêr bê qîl qal

Şêrînê Rebbê Zulcelal

Ew Mehdiyê qewmê dalal

Şer’û terîqet tev li bal

Mehbûbê Rebbê Layezal

Ew mani’ê cehla betal

Şîrîn Xuda ye bilwekal

Herçar kenar nîne heval

Şarq û cunûb ğerb û şimal

Ew saqiyê xemra helal

Fexra reîsê ummetê

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Mela Necmeddînê TENGZARÎ

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.