CÎNÎGARÎ U DÎROKA FARQÎNÊ A KEVIN

Article

Nivîsa me ya borî derheqê Farqînê da wek pêşgotinek bû. Meyafarqîn, bajarek e ku li bakurê rojhilatê Amedê yanî Diyarbekirê dikeve. Awayên dîtir ên navên wê yên Îslamî Mafarqîn, Mefarqîn, Farqîn e. Bajar bi Yewnanî Martyropolis (bajarê kela şehîdan), bi Suryanî Mîfîrqêt, bi Ermenî Nifîrqet û li gor Yaqûbê dîrokvan ji bajêr ra Tigranokerta jî tê gotin.

Bajar li ber berojkê nîvro yê rêzeçiyayê Hezroyê yê zuxirê pêşî ye. Navserên herî bilind ên van rêzeçiyayan Derkoş, Andoke û Mereto ku li nîvroyê Mûşê dikevin. Ji navçeyê çemê Dîcle û milên wê vediqetin û ber bi Firata Rojhilat ku jê ra dibêjin Ava Mûradê ve diçin.

Meyafarqîn bi 40 km.yî li bakurê Çemê Dîcleyê û bi 19 km.yan jî li rojavayê çemê Batmanê dikeve.  Meyafariqîn bi çemekî piçûk tê avdanê. Niha jê re dibêjin Ava Farqînê. Ev çem diherike tê bi 19 km. li nîvroyê rojhilat dikeve ser Ava Batmanê. Ev av ji herêma çiyayî ya nîvroyê Mûşê, navçeyên Qulp û Sasûnê tê. Navê kevin ê Ava Batmanê bi zimanê Ermenîyan “Xwînxwar” e.

  

Resîm 1: Ava Çemê Batmanê

Meyafarqîn li ser devê xaçerêya hin rêyan e. Navbera Diyarbekir û Meyafariqînê bi qasî 75-80 km ye. Rêya kevin a Diyarbekir-Bedlîsê ku berê di nav Meyafarqînê re derbas dibû, niha gelek jê dûre, di nivroyê wê re derbas dibe. Li binîya Elmedîna, li Ava Batmanê dixe û diçe Diyarbekir-Sînan-Zoq-Weysilqiranî û Bedlîsê.

Meyafariqîn ji 1850î û pêda rûmeta ciyê xwe yê berê ya li ser riya di navbera Ermenistan û Mezopotamyaya jorîn wînda kir. Ji wê tarîxê û pêde êdî hew bu navendeke siyasiya herêmê ku bala navçeyên li derûdora xwe bikişîne. Bi tenê giringiya tiştinê bazarê wek berhemên ji çiyê û yên çandiniya li ber Ava Batmanê gihîştî di dest de man.

Dîroka Kevin a Farqîn ê

Li Meyafarqîn û vê herêma hanê, berîya mîladî ji sala 3000î heta sala 790î Subarû, Hurrî u Mîtanî jiyane. Piştra di navbera salên 775-736an yên berîya mîladî, li Meyafarqînê Ûrartû û di navbera 736-653an da jî Asûrî bûne hakimê vê herêmê.

Dîsa ji sala 653an bigre heta sala 625an (berîya mîladî) li Meyafarqînê Îskîtî bûne îdarevan. Û ji sala 625an heta 550î Medî, ji 550î hetanî sala 331ê Persî bûne îdarevanê Meyafarqîn û herêmê. Û ji sala 323an hetanî sala 40î (berîya mîladî) Îskenderê Mezin Meyafarqîn îdare kiriye.

Piştra di navbera salên 95-56an ji malbata Artaksias bi navê Tigran, merivek bû qralê Ermeniyan. Vê Tigran hicûmî ser dewleta Partliya kir. Gelek welat ji wan girt. Tigran di zamanekî hindik da nîvê Anatolê û Mezrabota zevt kir û îdara xwe xurt kir. Tigran di sala 77an de (berîya mîladî) li cîhê Meyafarqînê bi navê Tigranokerta bajarek çêkir. Û li vê derê taca kraltîyê a ecdadê xwe da serê xwe. Ev bajarê Tigranokerta kir paytexta xwe ya nû. Jibo ku ev bajarê hane şên bike 300 hezar kes, ji Qapadokyayîyan û Kilîkyayîyan anîn vir.

Gelo ev bajarê dîrokî ku bi navê Tigranokerta tê gotin, Meyafarqîn e yan na? Di 1838an de Von Moltke pê nîşan kir ku Meyafarqîn Tigranokertaya kevin e. Ji ğeyrî çend dîrokvanan, li gorî gelek dîrokvanan, Tigranokerta bajarê Meyafarqînê ye. Û ji teref Tigran ve bûbû paytext.  

Serdarê Artêşa Romiya Lukulus, bi 20 hezar şervanî girt ser Tigran û dewleta Wî ji hev belawela kir. Lukulus paytexta Tigran ku navê wê Tigranokerta (Meyafariqîn) bû xera kir, talan kir û wêran kir. Piştî vî şerê hanê bajarê Meyafarqînê kete destê Romiya. Meyafarqîn û Diyarbekir ji sala 69an (berîya mîladî) hetanî sala 53an (piştî mîladî) di destê Romiya da ma. Ji sala 53an hetanî sala 226an Meyafarqîn û ev herêm di destê Partlîya da ma.

Di dîrokê da ji Meyafarqînê ra tê gotin Martyropolis. Yanî bajarê Şehîdan. Yekbûna herdû bajaran bi temamî qet’îye. Verêkirinên çavkanîyên filehan yên li ser avakirina Martyropolîsê gelek in. Li gorî çîrokek Yunanîyan tê gotin ku bajar li cihê gundekî mezin ji alîyê Metran Merûta (Merûsa, Mâr Marûtha) ve tê avakirin. Metran Merûta-Merûsa zilamek Îsevî bû. Xwedî îlm û zuhd û fezîlet bû. Yek ji wan 318 pîskopostanan bû. Ji ğeyrî teqwayê însanekî hekîm bû jî. Him bi hêla dînî him jî bi hêla hekîmtîyê va, nav û dengê wî derketibû. Xelkê herêmê bi ya wî dikir û ji gotina wî dernediketin. Ev herêm û tevî Meyafarqîn tev ê Bîzansîyan bû. Di nabeyna Kralê Bîzansîyan û Sasanîyan da neyartî hebû. Kralê Sasanîyan gelek cara hicûmî herêma Erzen û Amed (Diyarbekir)ê dikir. Di şerekî navbera Bîzansîyan û Sasanîyan da li gorî rîvayetekê 5000 şervanê Bîzansîyan hatine kuştin. Gelek cara artêşa Sasanîyan dihat bajarê Metran Merûta-Merûsa talan dikir û heywanê Metran Merûta ji xwe re dibirin.

Resîm 2: Ji Kelha Meyafarqînê du menzere

Rojekê keça Şapûrê kralê Sasanîyan nexweş dikeve. Şapûr ji temamê herêma xwe ra xeber dişîne ku temamê hekîma werin paytextê daku keça wî baş bikin. Hekîmê naskirî tev tên, lê belê nikaribûn keça Şapûr tedawî bikin. Hinek bazirgan ji Şahpûr ra behsa hekîmtîya Metran Merûta dikin. Şapûr qasidekî xwe dişîne dû Metran Merûta. Metran Merûta zilamek pir biaqil bû. Liser vê teklîfa Şapûr bi qasidê Şapûr ra diçe qesra Şapûr. Metran Merûta bi hinek dermanan keça Şapûr tedawî dike. Kêfa Şapûr zehf tê û ji Metran Merûta ra dibêje: “Ji min tu çi dixwazî bixwaze” Metran Merûta jê re dibêje “Ez du tiştan ji te dixwazim”

1) Ez dixwazim di navbera te û Bîzansîyan da aşîtî çê bibe.

2) Daxwazîya min a din jî eve: Hinek leşkerên Bîzansîyan bi destê artêşa te hatibûn kuştin. Ez dixwazim tu hestîyê wan kuştîyên Bîzansîyan bidî min, ez bi xwe ra bivim. 

Şapûr van herdû daxwazîyên Metran Merûta ‘ecibandin û ji wezîrê xwe ra ferman kir ku hestîyên leşkerên Bîzansîyan bi Metran Merûta ra bişîne. Metran Merûta wan hestîyên leşkerê Bîzansîyan bi xwera anî Meyafarqînê. Kralê Bîzansîyan bi anîna hestîyên leşkerên Bîzansîyan, gelekî kêfxweş bû û ji Metran Merûta ra got “ez vê qencîya te jibîr nakim. Ti ji min çi dixwazî?” Metran Merûta got “alîkarîya min bike ku ez kelhekê li Meyafarqînê çêkim” Kralê Bîzansîyan alîkarî da Metran Merûta û kelheke dagirî-dolmekirî li Meyafarqînê çêkir. Metran Merûta wan hestîyên leşkerên Bîzansîyan di kelha Meyafarqînê da defin kir. Jiber vê mes’elê navê bajêr ji wê rojê pê va bû Martyropolîs yanî BAJARÊN ŞEHÎDAN

Di sala 241an da Meyafarqîn û ev herêm kete destê Sasanîyan. Kralê Sasanîyan yê ewil Ardeşîr, Meyafarqîn zevt kir. Zerduştî kir dînê dewletê yê fermî.

 

Resîm 3: Ev figurê ji dewra Ardêşîrê ewîl, di Kelha Boşatê daye

 Piştra Meyafarqîn gelek dest guhartin. Herb nesekinîn, dewam kirin. Weka dergûşê dilolipî, carna diket destê Sasanîyan, carna jî diket destê Romiyan û Bîzansîyan. Meyafarqîn hetanî sala 639an a mîladî, di destê Bizansîyan da ma.

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Hêvîdar Se‘îd

Ê Berê FARQÎN
Ê Li Pey FETHÂ FARQÎNÊ 3

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.