BÊSARANÎ Û DU HELBESTÊN WÎ (1641-1702)

Article

Navê wî Mela Mistefayê kurê Mela Qutbeddînê kurê Mela Şemseddîn e. Li gundê Bêsaran ji dayik bûye, ku ev  gund êk e ji gundên mezinên navça Jawero li rojavayê Sine ye. (Senendec)

Bêseranî li Nodişe, Paygelan û Sine ders xwendiye. Ẋeynî wî di destpêkê de li ber destê babê xwe xwendiye. Wextê xwendin qedandiye bûye mela. Di temenê 61 salî de wefat kiriye û li ser wesyetê xwe li qebristana Pîrehejare” nêz Sewllawaî bajêrê Merîwan têt binaxkirin.

Bêsaranî xuya nake ku nevî hebûbin, lê zewicîye, herwek di helbestên wî de xuya dike.

‘Elaeddîn Secadî di pertûka xwe ya bi navê  “Mêjûy Edebî Kurdî”  û Miḥemed Behaeddîn Saib di pertûka “Pîrşaliyarî Zerdeştî” de îşareyan bi wê kirye ku evîna Amîney Paygelanî di dilê Bêsaranî de hebûye. Lê belê helbestvan çi caran di helbestên xwe de navê Amîne bikarneanîye, tenê çend caran navê Şîrîn û Zilêxa bikaranîye, ew jî mumkîne ku kînaye be. Li gelek cêhan jî peyva “çiraẋ û qîble” hînaye wek ewê navê yarê xwe di nav wan peyvan de veşartibe.

Helbestên Bêsaranî ji aliyê mijarê ve helbestên romantik in, rast e ku li gor serdem û kat serdema kilasîk bûye, lê teknîk û îmajê romantîk gelek di nav helbestên Bêseranî de hene. Em dikarin bejin ku berya romantîka ewrupî jî, Bêsaranî bi ḥalê romantîkî xemilîye. Çunke Romantîk di nav Kurdan da xumalî û sirûştî bû, lê belê di nav Ewrupa de destkirid û bi plan hatibû çê kirin. 

Bêsaranî wek helbestvaneke karîger têt naskirin û bandora wî li ser gelek helbestvanan çê bûye, bi taybet li ser Mewlewîyê Tawgozî û Pîremêrd û Mestûreya Erdelanî[1].

(1)

Ax pey[2] minallî, ax pey minallî[3]

Ax wa dirêẋa perê minallî

 

Goşey[4] xatirim[5] ce[6] xem bî xallî

Laqeyid[7] bîm ce tan, ce weşî[8] û tallî[9]

 

Her bazîm[10]  mekerd min çenî yaran

Meşîm[11]  we baweş[12] nazik nazaran

 

Nazaran[13] cemîn[14] lêm nimepoşan

Mekerdim[15] seyran zullfî weşboşan

 

Îse[16] ce şûmî zemaney batill

Nazaran yek yek lêm mekeran[17] sill[18]

 

(2)

Tasey zerûrî, tasey zerûrî

Derdî bê hamderd, tasey zerûrî

 

Nêşî[19] giyan kêşî, jarawî dûrî

Lêm senden aram, sebr û sebûrî

 

Kes pêm newaço[20] nûrîş[21] ne dîden

Min nûrî dîdem[22], ew berguzîden[23]

 

Sa ke nûrî ew, ce dîdem dûren

Dinya lêllawen[24], dîdem bê nûren



[1] Jêder: Dîwanî Bêsaranî, lêkolînewe û lêkdanewey ekîm Mela Sali, çapxane Mîhin, Senendec, Îran, 1375.

 

 

[2] Pey:                     Ji bo, bo

[3] Minalî:               Zarokatî

[4] Goşey:                Koşe, qurne

[5] Xatirim:            Dilê min, Hizrê min

[6] Ce:                       Ji

[7] Laqeyid:            Azad, serbest

[8] Weşî:                  Xweşî

[9] Tallî:                  Te’li

[10] Bazî:                 Yarî, Listik

[11] Meşîm:              Ez diçûm

[12] Baweş:              Hembêz

[13] Nazaran:          Nazdarên

[14] Cemin:              Tewêll, rû, navbera çaw û porê

[15] Mekerdim:       Min dikir

[16] Îse:                     Niha, êsta

[17] Mekeran:         Dikan

[18] Sill:                    Ji min merevin

[19] Nêş:                    Nûkî tîj

[20] Newaço:            Nebêje

[21] Nûrîş:                Nûr jî

[22] Dîdem:              Çavê min

[23] Berguzîde:       Helbijarde

[24] Lêllawen:         Xêm, mij, tevlîhev


Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Hêmin OMAR

Ê Berê Şeş Rojname Yên Despêk Li ‘Êraqê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.