DÛ’A

Article

Elhemdû lîllahî rebbîl ‘alemîn. Wesselatû wesselamû ‘ela resûlîna Mûhemmedîn we ‘ela alîhî we sehbîhî ecmeîn

Ya Rebbî! Resûlê te gotiye ku dû’a îbadet e. Jiber vê jî me jî destê xwe li ber dergahê te vekiriye û bi sitûyekî xwar gazî û giliyan bi te da dikin ya îlahî!

Îlahî! Tu mezinantî û pîroziya Qudsê di dilê temamî ummeta Îslamê de zêde bikî. Bikî wesîla yekîtiya ‘alimên me, meşayîxên me û milletê me yê musluman. Bikî wesîla hişyarî û tifaq û rabûna muslumanan. Ya îlahî! Tu ‘alim û seydayên me bikî warisên ji dil û heqîqî, warisên bi ‘ilm û ‘emel û îcraatê ji pêxember re.

Îlahî çawa Hz. Mûhammed (‘e.s) bi şev û roj kon bi kon digeriya, xizmet û xebat û teblîğa dînê Îslamê dikir, tu wî rûhî, tu wê cehdê, wê xizmet û xebatê bidî ‘alim û seydayên me yên ‘esrî jî ya Rebbî! Tu ‘alimê me bikî rehber û rêzan, pêşkêş û îdarevan ji xelkê me re û milletê me li pey wan bidî meşandinê. Ya Rebbî! Tu yekîtî û wehdetê, biratî û uxûwwetê, hezkirin û muhabbetê têxî nava ‘alim û milletê me. Dilê me li hev germ bikî, da em hevûdû himêz bikin, li ser hev bigrîn û em li halê hev bipirsin.

Ya Rebbî! Tu bi xizmeta ‘aliman, xelkê me hişyar û bican bikî. Tu me ji îxtîlafa mezheba, meşreba, cemaet û terîqa dûr bikî ya Rebbî! Tu seyda û ‘alimên me, li hev ketinê, ji hev ketinê muhafeze bikî. Tu mezheb û meşreba bikî wesîla dewlemendî û zengîniya di navbeyna me de ya Rebbî! Ya Rebbî! Em î’tîraf dikin ku em meğlûb û bindestên Emerîka û Îsraîl nînin. Em meğlûb û bindestên îxtîlafê nin, ji hevketin û bihevketinê nin. Ya Rebbî tu vana ji nava me bidî rakirin.

Îlahî! Tu ‘ilm û mêrxasî û cesareta Hz. ‘Elî bidî ‘alim û seyda û zanayên me. Weka îmamên mezheban, wek Îmam Ehmed bîn Hembelê bi cesaret û fedekariyeke mezin û got “Qur’an ne mexlûqe” kete heps û zîndana û eziyet dît, tu wî rûhî bidî ‘alim û seydayên me jî ya Rebbî. Weka Se’îd Nûrsîyê ku ‘umrê xwe tev di heps û zindanan de derbas kir û got “ji bona heqîqeteke şerîetê bi hezaran canê min hebin, ez hazirê fedakirinê me” Tu wî ruhî û xizmet û xebatê bidî me jî ya Rebbî!

Ya Îlahî! Em bi dû’aya Resûlûllah (‘e.s) ya li Taîfê gazî te dikin. Gotibû “Ya Rebbî! Ez ze’îfî bêçaretî û bêrûmetiya di nava însanan de şikayetî te dikim. Tu erhemûr rahîmin î, tu Rebbê mustezefa û Rebbê minî. Îlahî! Em jî weka Hebîbê te, ji vê medreseya han ji dil û can, bi kezebeke şewitî, bi tevlî ‘alim û mela û meşayîxê xwe, em jî halê ummetê, ze’îfî û bêçaretiya ummetê, mezlûmî û melûlî û perîşaniya ummetê, stuxwariya ummetê, em şikayetî te dikin Ya Rebbî! Tu li me werî rehmê, me ji vî halê hanê xelas bikî Ya Rebbî.

Îlahî! Nalîn û girîn û fîğan û qêrîn û zarîna zarok û pîrek û extiyar û yetîm û sêwiyan, erd û asîmanê te tije kirine. Em hewar û gazî te dikin Ya Rebbî! Tu bi hewar ûgazîya musluman û muminan de werî. Ya Rebbî! Tu li muslimanê cîhanê werî rehmê û tu wan ji vî halê wanê hanê xelas bikî. Li Filistînê, li ‘Iraqê, li Sûriyê, li Efğanîstanê, li Myanmarê tu wan ji vî halê hanê bidî xelaskirinê Ya Rebbî! Tu di hewar û îmdada me de werî Ya Rebbî!

Îlahî! Ya Rebbî! Tu serê fitne û fesadiyê Emrîka, Îsraîl û Îngîltereyê bi îsmê xwe yê Cebbar, xusran û perîşan bikî Ya Rebbî! Wan û tevlî alîkar û ‘amil û xizmetkar û ğulamên wan jî Ya Rebbî! Tu tifaq û yekîtiya wan xera bikî û kîn û buğd û ‘edawet û îxanet û tohmet û dijminantiyê têxe nava wan Ya Rebbî! Tu wan xwe bi xwe berra berhev bidî, tu berê tanq û top û teyare û firrok û fizokên wan bidî hev, tu muslimana bi wan bidî jibîrkirinê Ya Rebbî! Tu dînê xwe, hukmê xwe, Qur’ana xwe li ser me hakim bikî, tu muslimana li ser me bike îdarevan û bibin hakimê ser rûyê erdê Ya Rebbî!

Ya Rebbî! Çawa ku te dû’a bavê me Adem (‘e.s) qebûl kir, tu dûa me jî qebûl bikî ya Rebbî! Çawa te dû’a Hz. Îbarîm, Hz. Yûnus, Hz. Yûsuf, Hz. Ye’qûb, Hz. Mûsa, Hz Mûhemmed (‘e.s) qebûl kir, tu dû’a me jî qebûl bikî ya Rebbî! Tu yekîtî û biratî û hezkirinê têxe nava me muslimana, van civînên wiha bikî sebebê hişyarî, rabûn û tifaqa muslimana ya îlahî! Amîn welhemdû lîllahî rebbîl ‘alemîn.

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

M. Kerbela ŞANLI

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.