Navê Şêrin Mûhemmed

Article

Xalıqê her mexlûqan

Çêkır ji ter ev cîhan

Navê te-l ser neqişand

Navê şêrin Mûhemmed

 

Ji bo ‘alema bû xweşî

Bû rehmet li her kes3i

Îman anî yek bi yek

Wek qiralê Necaşi

 

Bite însan şeref dî

Bi teye her xelasî

Bi te dîtin azadî

Wek Bîlalê Hebeşî

 

Nûra te ji Mekkê da

Pût şikî bi ser hevda

Cehalet rabû-j erda

Bi teblixa Mûhemmed

 

Teblixa te belav bû

Dunya hemî pê şabû

Şirk û kufur jê rabû

Wek Ameda Mûhemmed

 

Te go mumin bira ne

Pey Îslam wek şêra ne

Dunya dikin zindan e

Li dujmunê Mûhemmed

 

Li şerq û xerbê cîhan

Di nava erd û esman

Dawa te bû ronayî

Li pêşya xelkê nezan

 

Cîhan temam seranser

Dengê Ellahû Ekber

Mûhemmed kirne rêber

Evîndarê Pêxember

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Cîhad GUZEY

Ê Berê EY NEFS
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.