GUNEHÊN MEZIN

Article

‘Îmran kurê Husayn (ra) dibêje: Rojekê Resûlê Xwedê ‘eleyhîsselam ji me pirsî û got: "Di derheqê sûcê kirina zînayê, vexwarina araqê û kirina dizzîyê de hûn çi dibêjin." Me got: "Xweda û Resûlê wî çêtir dizanin."Li ser vê yekê Pêxember ‘eleyhîsselam wiha kerem kir: "Evana her yek heyasizîye (gunehin). Lê belê ez ji we re gunehên ji vana mestir bibêjim? Ev guneh, ji Xwedayê Ezîz û Celîl re çêkirina şirîkaye; bêemrîya dê û bavaye. (Resûlê Xweda di vê hînê de paldayî rûniştîbû. Ji nişka ve xwe rast kir û go) derewkirin jî ji gunehên herî mezinin." (Rûyanî, Taberanî)

Xwendevanên ‘ezîz! Em dîsa hedîseke Resûlê Ekrem ku heyatê dide me, pêşîya me ronî dike dixwînin. Roniya çava bi pirsekê despê dike, ji bo bala me bikşîne û ehemmiyeta tiştê ku wê bibêje bide fehmkirin, sê gunehên mezin dihejmêre. Kirina wan gelek kirêt e û heyasizîyeke li hember Xweda û însanaye. Jiber vê, kesek were tesbîtkirin ku van gunehan kiriye, lazime bête cezakirin daku herkes ji xwe re dersê jê bistîne.

Resûlê Ekrem ‘eleyhîsselam piştî van gunehan, behsa gunehên ji wan mestir dike ku cezayê wan jî qebeheta wan jî mestir e. Ya ewil û herî mezin, ji Ellah ‘Ezze we Celle re çêkirina şirîka ye, yanî wesfên ku xasî Xweda bin, merev bide ğeyrî wî jî. Yan jî kirina îbadetê ji ğeyrî wî re. Ev çi însan be çi sazî be û çi eşya be. Rebbê Kaînatê di heqqê çêkirina şirîka de me şiyar dike û dibêjê: "Bêguman Xwedê gunehê şirîk û hevpişkîya ku jê re bê kirin nabexşîne; lê belê ji wê pê ve kesê ku Xweda bixwaze, li gunehên wî dibore." -Nîsa 116-  "Bizanin ku kî ji Xwedê re şirîkan çêke, bê şek Xwedê cennetê li wî heram dike, êdî cihê wî agire û ji sitemkaran re tu alîkar jî tune ye." -Maîde 72-

Rebbê me dîsa li ser zimanê Hz. Loqman ‘eleyhîsselam, şirîkçêkirinê wek zilma herî mezin wesif dike û bi me dide naskirin ku şirîk zilma en mezin e. Xweda me ji şirîkçêkirina mezin û biçûk dûr bike.

Ji gunehên herî mezin ê dudiya, bêemriya dê û bavaye ku dîsa Pêxemberê me dibêje:  "Razîbûna Xwedê di razîbûna dê û bava deye. Hêrsbûna Xwedê jî di hêrsbûna dê û bava deye." Belê ezizê dila! Bifikire di dunyayê de wexta tu bêqûwwet bûy, bêmecal bûy û biçûk bûy, ma ne dê û bavê me bûn ku qehra me dikşînin, me mihafeze dikin û lis er me diricifin da ku tu zerar neghêje me. Ma ne dayîkên me ne ku bi zor û zehmet em hilgirtine û piştî du salan em ji şîr vekirine. Ji ber vê Xweda Teala emrê me dike bi şêkirîya Xwe û dûre şêkiriya dê û bavên xwe. Îja em te'de û te'lîyê bidin wan, emê ji rehma Xweda mehrûm bimînin.

Ya sisîya derewkirine. Wexta Pêxember ‘eleyhîsselam vî gunehê mezin dibêjê, paldayî bû xwe rast dike dibêje: baş guhdar bin, derewkirin ji gunehên herî mezinin. Di rîwayeteke dinê de sehabî dibêjin Pêxember ‘eleyhîsselam, hingî derewkirinê tekrar kir û kir, me got xwezî bisekiniya.

Belê xwendevanên ezîz! Derew qet bi muslumanekî nakeve. Resûlê Xwedê îman û derewê ji hevdu dûr dibîne û dibêjê "Musluman derewan nake"

Derew di nav civakê de jî nexweş hatiye dîtin. Derewçîn hatiye lomandin, yekî ku derewçîn be, li peyva wî nayê bawerkirin. Jiber vê di nav me de tê gotin "Ê mala merev xera dike derew, ê dilê me rehet dike dew" Rebbê ‘alemê, me ji gunehên biçûk û mezin bisitirîne. Emanetî Xweda bin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

7

Gotar

Abdurrahîm Omerî

Ê Berê Xwedê Gazî Bal Cennetê Dike
Ê Li Pey Sê Tewsîyen Rebbânî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.