Zewaca Berê

Article

Mêr û mêrxasên berê, soz û serdanên berê, urf û adetên berê, dewr û dewranên berê her tim bi hesret û şahnazî tên bibîranîn. Her çiqas dewr û zemana niha gelek xweşî û rihetîyan di xwe de bihewîne jî, însanên navsere û yextîyar pir caran xwezîya xwe bi berê tînin. Bêşek dewra niha jî qenc û gernasan, merd û fêrisan dihewîne. Ji xwe her dewr bi qenc û xerabên xwe tê naskirin. Lê heqîqet ev e ku dewra bê li ser dewra borî ava dibe; bêpêşî û bêborî, dewra niha û ya bê tuneye.

Bajar fireh bûn, însan zêde bûn, wesaît û malzeme pir bûn, rê û îdeolojî şax şaxî bûn, teknolojî û ekonomî bi pêş ketin, çek û parastin meztir û girantir bûn, medya û ragihandin qewî û hêsantir bûn… Lê tiştek neguherî: Ev jî hiş û qelb û rûhê însane. Xweda çi qebîlîyet dabe însan, ew qebîlîyet dîsa li ser eynî fonksîyonê ne. Ken û girîn, bîr û birîn, derd û qêrîn, fikr û xwezî, kar û bezî, şên û xweşî her hene. Mesele ewe ku di her demê de navbêna însan û Rebbê wî dûr û xera nebe. Gava însan ji Xwedayê xwe ğafil û dûr bikeve, xwe davêje nav xisar û xusranîyê.

Ev nivîs ne li ser şîretê ye, tenê wesifandina serpêhatî û xweşîyeke borîye. Gelek caran îman û biratîya berê, hizûr û cîrantîya berê bixweşî tê gotin, her çiqas nezanî û feqîrî pir ba jî, ji dil safbûnî, tirsa ji Xwedê, hemd û şukurkirin, merivantî û alîkarî zêde bû, ji lew tê gotin evana jî sebebê bereketa berê bûne. Xweşîw geşî ne di pirbûnê de ye, şad û bextîyarî di hizûrê de ye. 

Xalê Hecî Pîro bi ser 80 salî re ye, lingê wî bê dar nameşin. Jiber kirêcê, zêde xwe nikare bide ser lingê xwe. Pişta wî hinek tewîyaye. Gava hinek mêvan û nas diçin serdana wî, li ser mîndera xwe rûdine, pala xwe dide balîfê, tesbîha xwe ya nod û nehî derdixe û “ê wun bi ser çavan re hatine, halê we, halê kuflet û zarokên we çawaye?” dibêje û dikeve galgaleke nerm û nişmî. Peyv tê ser peyvê bi hesret û hêsran behsa zewaca xwe ya nêzî 65 sal berê dike.

Berê, zavê ku dizewicî jê re digotin “paşa” yanî ê ku dizewicî dibû paşa, zava paşa bû. Jixwe di dawet û dîlana da jî jiber vê digotin “kî zava kî zava, kî paşa kî paşa” Zava şerefa malê bû, şerefa mam û xalê bû, hewce bû ‘eşîr ji bo zava bicivîyana, jê re xelat û şabaş berhev bikirana. Gava xalê Hecî Pîro, behsa xalojna Gewrê (jina xalê hecî) dike, xalê wî Saliho, Xwedê rehma xwe lê ke, dibê “Xwarzîyê min! Tu behsa qîza kê dikî? Ewê çawa bidin te?” Di wê dewrê de herkesî nikaribû qîzên mezin û giregiran bixwesta. Lê gava emrê Xwedê pê çê dibe, xalê wî Saliho îja weha dibê “Bi emrê Xwedê, roja Xwedê xwarzîyê min kiriye zava, paşa ye, şerefa wî mezine.”

Xalê Hecî Pîro weha dewam dike: Ez wê çaxê li kêleka xalê xwe Salih bûm. Ez êdî zava bûm, yanî paşa bûm. Ê biba paşa, divê eskerên wî hebana yanî çend egîd û mêrxasên pêlewan di emrê wî de bana. Evan esker, bi emrê paşa diçûn li nav mehelê hinek tişt ji zavayê paşa re kom dikirin.  

Îja çend hebên neqane, kesên wîjdanî yanî weka fîtan ewên xurt ên karibin îş bikin, bûn eskerê min. Esker bi emrê zava diçûn ji mirîşk û bizinên xelkê, çi bi destê wan biketa, weka xelata ji zavê re dianîn. Diçûn ji nas û merivan dianîn, ne yên ğerîban. Ji lew kesî îtîraz nedikir. Eskerên zava dizanibûn kî xwedî çiye. Ew kesên fît bi şev diçûn û li derîyan dixistin, ji kê zêde bû li wan îtîraz bikin. Ew nehawî dikirin. Kesê xelat neda zavê, cezê wî giran bû, di serî de lêdaneke wîjdanî bû.

Îja yextîyarekî me hebû, jê re digotin “Simê” Eskerên min diçin ber derîyê wî û jê re dibêjin “were em herin cem paşê” Kesê biça cem paşê, divê xelatekê bi paşê vekira. Kalê Simê dîtiye ku kî û jibo çi hatine, derî li xwe digre û li wan venake. Evana israr dikin, ew jî ji paş derî ve ji wan re û ji paşê re xebera dide (çêr dike). Esker lê dinêrin ku neyta Kalê Simê û çûna cem Paşê tune. Radibin diçin ser xênî û di taqa xênî re, misîn e ka bê çiye, bi gurrîn bera hundir didin. Û ew dû û toz û duxana agir û tifik û pixêrîyê, li hundir belav dibe, hundir tije duxan dibe. Dîsa jê re dibêjin derî veke. Ew jî venake.

Di hundir de ew û jina xwe tenê ne. Kalê Simê ji jina xwe re dibêje “tu were şitalî min bike, em wê herrîka dimsê bînin” herdu herkê bi çembilekê sitîlê digrin û tînin ber derî. Kalê Simê ew herrîkê di qula derî re davêje ser çav û kincê eskeran. Esker lê dinêrin ku serçav û kincên wan tev dibin herrî û tewq. Eskerên zavayê paşa, bêtir hêrs dibin. Ceza lê zêde dikin. Vana radibin pihênekê li derî dixin û dişkînin û dikevin hundir. Bişev e, nîrê raketinê ye. Kalê Simê başçewala ye, weka min a niha xwe vekirîye, ewê rakeve. Bi dara dikevin ser wî, lê dixin û bi pîya digrin, bi delka bi hundika ew tînin ba paşê. Zilamê yextîyare.

Camîya nav gund li kuderê û Gavanê li kuderê? Yanî ji mesafeke dûr ew tînin. Gava anîn cem paşê yanî cem min, dibêje “Yaw niha hûn de’wa çi li min dikin, ev derdê we çîye?” Xalê min Salih dibêje “Yaw me çîye? Va paşa. Wî emir kirîye.” Ew jî dibêje “… we û paşê we…” yanî dîsa xeber dide (çêr dike). Zilamekî henekçî bû. Eskerên paşê radikşên serê. Û talîya dawî dibê “yaw ne lazim, herin du mirîşkan bînin.” Esker dev jê berdidin. Ew û civat bi hev henekan dikin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

14

Gotar

Fexreddîn Şemrexî

Ê Berê KÎJA REMEZAN
Ê Li Pey GULÎZAR Û GULÎSTAN - 1

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.