NESLA NÛ

Article

 

Bidin xwendin vê nesla nû,

Bi navê Xaliqê ‘alem.

Bibin xwedî, li wan em zû,

De xelas bin-j bûĥrana dem.

 

Ders û te’lîmê îmanê,

Digel Sunnet û Qur’anê,

Bidine nesla zemanê;

Evin derman, evin merhem!

 

Di dersê dinyê zana bin,

Lê di wan da ne wûnda bin!

Guhdarê banga Xuda bin,

Yeqîn hingî şaş nabin em!

 

Îslamê bikin mefkûre!

Rêya rast e, her bi nûr e!

Yaqût û mercan û durr e!

Xuda li me pê kir kerem.

 

Bibin rêwingê Îslamê!

Xwendevan bin sıbh û şamê!

Bidin pêşya xas û ‘amê;

Ehlê ‘ilmê, ehlê qelem!

 

Heyfa xorta kû nezan bin,

Seyd û nêçîra şeytan bin,

Ğafilê ji îmtîhan bin,

Nefsê dikin pût û senem!

 

Şîrete ev (li) dê yû bava:

Di rîya rast bavên gava!

Dilê zaroka kin ava!

Bidin destê Qur’anê gem!

 

Hêvîya me wûnin yeqîn

Xort û ciwanê mey mu’mîn!

Bigrin bi Qur’ana mûbîn

Xweş mamosteye lew her dem!

 

M. Mustefa’yê Mela ʿElîyê Êzdarî

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

M. Mustefa’yê Mela ʿElîyê Êzdarî

Ê Berê MUHACIR
Ê Li Pey MEWLÛDA PÎROZ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.