Şerîet Li Zahir Dinêre

Article

     Rojekê camêrek, nêzî sersala fila, ji gundekî Reşkota qederî bist û pênc şamiyan ji bo firotanê dibe Batmanê. Şamiyên xwe li sûka ‘Elo Tewşo, li cihê bazarê datîne û dide ber firotanê.

     Komek diz çewa wî ferq dikin, gohê wan dilebitin. Bi hevdû re dişêwirîn û dibêjin: “Em ê fenekê li vî zilamî çêkin û van şamiya jê bidizin.”  Li dor xwediyê şamiya diçin û tên. Dibin du qisim. Qismek ji wan xwe dur dikin, qismek jî li wir dimînin. Xortek ji diza ê herî jîr û hevalekî wî nêzî xwediyê şamiya dibin û pê re bazara şamiya dikin. Ê din jî, wekî ku haya wan ji hev tine be, ‘erebokekî desta didin hevalekî xwe û wî dişînin nêzî xwediyê şamiya. Diz dipirse:

     -Xalê Hecî, ev şamiyê te ê firotanê ne?

     -Belê ê firotinê ne.

     -Gelo yeka wan bi çi qasî ye?

     -Yeka wan bi pêncî ye.

     -Xalê Hecî, a niha ez teva ser hev bistînim tê yeka wan bi çilî bidî min? Ji bo em jî hinkî kara xwe tê de bikin.

     Zilam destê xwe dide ber erçena xwe û li şamiya dinêre, ji xwe re difikire. Di dilê xwe de dibêje: “Heyanî êvarê jî li ber wan bimînim ez ê yeko yeko bifiroşim, wê nîvî were firotin, nîvê dî ê di destê min de bimîne, divê carkî din bi xwe re bibim gund. Ka ez ê çi ewqas tadeyî pê re bibînim? Tevî serhev bifiroşim çêtir e.” Ji ê diz re dibêje:

     -Heyra bila weka we be.Tevî serhev bibin ji xwe re.

     Diz, gazî erebokvan, ê ku hevalê wi ye dike. Wekî ku qet wî nas nake, jê dipirse:

     -Tu aşê ber pirê nas dikî?

     -Erê nas dikim.

     -Tê van şamiya bi çiqasî bibî heya wê derê?

     -Keko, weleh tevgera şamiya zor e, lê ez ê ji bo te bi deh banqnota bibim.

     Ê diz dibêje “baş e” û bi hev re şamiya tevî li erebokê bar dikin. Diz ji erebokvan re dibêje:

     -De hadê tu û birê min Rizo bi rê kevin, ez ê jî dê di pişt re li pey we werim.

     Erebokvan û Rizo tevlî şamiya bi rê dikevin û diçin. Ê diz, ji xwediyê şamiya re dibêje:

     -Xalê Hecî! A niha ewqas pere li ser min tine ye. (bi vê gotina diz re madê zilam xira dibe.) Lê melayê vê camiyê bavê min e. Ji xwe wexta nimêja nîvro ye. Em herin camiyê nimêj kin û ez te bi bavê xwe bidim naskirin. Wê bavê min perê te bide te.

     Piştî vê gotina diz, madê zilam tê cî û di dilê xwe de dibêje: “Kurê mela ye û xwedî taet e jî. Xortekî qenc û spehî xuya dike. Şeytanê kor çi zû zena xirab têxe dilê meriv.” Bi banga nîvro re diz û xwediyê şamiya bi hev re diçin camiyê. Piştî nimêjê bi silavê re diz diçe kêleka mele û xwe xwar dike ber guhê wî, jê re dibêje:

     -Seyda! Bibexşîne, li min negire. Lê karekî min ê bi lez heye û divê ez zû biçim.

     Seyda lê dizivire û dipirse:

     -Xêr e, li te çi hewal e?

     -Dizanim ne wextê wê ye, lê meselekî pir bixêr heye!

     -Mesele çiye lawo?

     -Seyda! Yekî Êzîdî ji Şengalê ji ber şer reviyaye û hatiye vê derê. Dixwaze ku misilman bibe. Ez şert û şurûtê vî karî nizanim. Min jî ji bo Xwedê wî aniye cem te. Bi xêra xwe tu vê meselê çareser kî.

     -Ka? Çi kese, li ku ye?

     -Haa! Ew ê li sefa paş, li şipiya sekinî ye; ê ku saqoyê gewr lê ye.

     Mele berê xwe didê ku erê waye yek li şipiya li wan dinêre. Zilam jî bala xwe didê ku xort wî nîşanê mele dide, ew jî destê xwe ji wan re dihejîne. Mele jî destê xwe jê re radike û deng dide zilam. Dibêje:

     -Temam temam! Hinkî sebir bike, piştî tesbihat û sineta ez ê te bibînim.

     Qinyata zilam tam lê tê û rûdinê ciyê xwe. Diz jî, xwe xwarî destê mele dike û maçî dike. Mele jî diçe rûyê wî û jê re dibêje:

     -Xortê hêja! Tu dizanî ku tu buyî sedemê xêrek çiqas mezin?

     -Belê seyda, çawa nizanim! De bi xatirê te, divê ez zû biçim.

     Diz, bi derketinê re diçe cem xwediyê şamiya û dibêje:

     -Wa te dît min ji bavê xwe re got. Piştî ku sinetê xwe biqedîne here balê wê perê te bide te. Te got herê, me li hev kir, tu gihiştî heqê xwe?

     -Erê erê me li hev kir. Tu here! Oxir be ji te re.

     Diz dertê û diçe. Piştî tesbihat û sinet diqedin mele diçe cem zilam. Bi kêf, bi dilekî xweş û safî zilam himbêz dike. Bi herdû destan destê zilam digire û dibêje:

     -Birako, tu bi xêr hatî! Ser çavan û ser sera hatî. Misilmantiya te ser xêrê be. Xwedê misilmantiya te qebûl bike. Gelek kêfa me hat!

     Zilam li hev şaşomaşo dibe û dibêje:

     -Tu çi dibêjî seyda? “Misilmantiya te ser ser xêrê be” çi ye îca?

     -Qey tu ne ji Şengalê hatî yî?

     -Şengala çî seyda? Ez Reşkotî me, ji gundekî Reşkota hatime. Ji xwe ez misilman im. Ji bab û bapîrê xwe ve misilman im. Ez hatime ku tu perê şamiya bidî min!

     -Şamiyê çi, perê çi, tu behsa çi dikî?

     -Seyda! Min bist û pênc şamî firotin kurê te. Wî got pere li ser min tine, lê melê vê camiyê bavê min e. Ez ê te bibim cem, wê ew perê te bide. Kurê te nehate ba te? Te jî destê xwe ranekir, tu li min nezivirî yî? Te negot temam, heya em nimêja xwe biqedînin? Bist û pênc heb şamî milyarek pere dike!

     Wexta ku dibê kurê te, wexta ku dibê milyarek pere û wexta ku dibê ê din... Seyda, weka ku tu aveke germ pê dakî. Xwe bi xwe dibê “weleh wî min jî xapandî ye û vî jî xapandî ye.” Ji xwediyê şamiya re dibêje:

     -Heyra! Weleh tiştekî wiha tine. Ji min re got, va zilamek ji Şengalê hatiye û dixwaze ku misilman be. Min jî jê re got temam.

     Xwediyê şamiya dibêje:

     -Seyda! Welleh ê tu perê min bidî! Şamiyê min çûne, ez mexdûr im. Mecbûrî ku tu perê min bidî!

     Yek ji wî yek ji Seyda, yek ji wî yek ji Seyda...

 Xwediyê şamiya dibêje:

      -Seyda! Tu ji şerîetê re heyî? Em herin şerîetê!

     Seyda, qey kare bêje ez nayêm şerîetê. Seyda bi dilekî şikestî dibêje:

     -Heyra temam! Em herin şerîetê!

     Welhasil xwediyê şamiya û melê camiyê bi hev re diçin bal melekî dinê. Derdê xwe ji mele re qal dikin û jê re dibêjin: “haal û mesela me ev e!”  Melê dî li melê camiyê dizivire û dibêje:

     -Seyda! Weleh şerîet li te dikeve. Çima li te dikeve? Divê te hem vî camêrî gohdarî bikirina û hem jî ê dinê gohdarî bikirina; gere te li gorî wê qirara xwe bidana. Şerîet jî li zahirê dinêre. Wexta te destê xwe hilda û te got temam bisekine li wirê, hetanî piştî nimêjê ez ê karê te hal bikim; tê wê manê ku te ev ewka hanê qebûl kiriye.

    Melê camiyê bersiv dide, dibêje:

     -Seydayê min! Ev mesele ne a du kesê ku di heqê hev de asê bûne û ez jî her du aliyan gohdarî bikim. Divê meselê de xapandin heye!

     -Nexwe kî were di gohê te de di derheqê kesekî de tiştekî bêje tê li gor wî hikim bidî? Tu hatibî xapandin jî tu sûcekî vî camêrî tine. Lewra te bi ziman û tevgera xwe qebûlî xwe kiriye. Li gor zahirê şerîetê divê tu perê vî camêrî bidî.

    Werhasil milyarekî sax li mele dikeve. Dİ vegerê de hingî gunehê xwediyê şamiya bi mele tê, dinêre halê wî ne xweş e, dibêje:

     -Seyda weleh tu jî mexdûr bû yî, û ez jî mexdûr bû me. Heyra pênc sed ji te û pênc sed ji min.

     Welhasil hev razî dikin û mele diçe malê. Pîreka wî bala xwe didê ku madê mele qet ne xweş e. Li halê wî dipirse.

Mele bersiv dide û serpêhatiya xwe tevî ji pîreka xwe re qal dike û dibêje:

     -Hermet! Eva haal û mesala min ev e.

     Pîreka wî hingî aciz dibe bi hêrs ji mele re dibêje:

     -Seyda! Ma misilmantiya xelkê bi serê te ma ye? Ji bo bazarê, ji bo şîvekî, tiştekî heta em pênc qirûşa ji te distînin rihê me derdikeve. Lê dizekî pîs kare bi du gotina pênc sed baknot te bêxe zirarê.

     Mele jî bi keserek dirêj bersiv dide û dibêje:

     -Aax ax! Weleh hermet, carina tişt ne li gor niyeta meriv çê dibe; li gor hikmê şerîetê çê dibe. Şerîet jî li a dilê meriv nanêre; li zahir dinêre...

Di debarê nivîskar de

Têhev

9

Gotar

Mustafa Turan

Ê Berê ‘Alema Îslamê Çima Perîşane?
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.