Hevpeyvîna civaka Kurda Bi Seydayê Bedî’uzzeman re

Article

“Paşayê paşayan, sultanê ezel bi musîqiya xwe ya Îlahî ku Quran e, temamê ‘alemê dadigre. Di qubbeya asîmanan de “zirmîn”ê dertîne. Wekhawê ku li şikeftêkeve li dev û qelb û dimağa ‘ulema û meşayix û xutebaan dixe. ‘Eksê sada ji zımanê wan derdikeve, diçe û diherike. Bi sadayên çeşit çeşit, bi zirmînan dinyayê dilerizîne. Bi tecessuma wî sadayê ‘umûmî kitêbên Îslamî dixe hukmê têl û şerîdên tenbûrê û her têlek bi new’ekî wî î’lan dike. Kesê ku vî sadayê semawî û rûhanî bi guhên qelbê xwe nebihîze û guhdarî neke wê çawa vizvizên zilamên hukûmetê bibihîze? Hal ewe ku deng û vizvizên zilamê hukûmetê bi nisbet wî sadayî wek vizviza kelmêşê ye.”

Ê ku dînê Îslamê muhafeze dike Xweda ye ne hukûmet e. Hûn li halê xwe binerin ka hûn çikas bi dînê Îslamê ve girêdayîne. Biguhertina hukûmetan dîn nayê guhrtin û bi paş nekeve. Bes hûn xwe bi dînê Îslamê ve bigrin û bi Îslamê pêşve herin.

“Kesê ku bi înqîlab û guherînê siyasî ji windabûna dînê Îslamê bitirse û bêje wê Îslam rabe ew kes ji Îslamê para xwe hindik sitendiye, para wî ze’îf ketiye bûye wek “beytul’enkebût”ê (konikê pîrê). Halê ku ew têdeye û wî ditirsîne cehalet e. Û bi sebeb ku îmana wî teqlîdiye diqeliqe. Çimkî kesê ku î’tîmada wî pê tunebe û bi xwe ne aminbe se’adeta xwe jî di berîka hukûmetê de dibîne, qelbê xwe û ‘eqlê xwe jî di kîsê hukûmetê de xiyaldike, loma ditirse.”

Hal ewe ku dînê xwe nasbike, îmana wî tehqîqîbe wê ‘eqlê wî ne di berîka kesî de be.

Ey gelî Kurda! Se’adet û dilrihetiye we ne diberîka hinik kesan de ye. Hûn wiha zen dikin bes heqîqet ne ev e. Bi sebeb ku we ‘eqlê xwe û qelbê xwe û heskirina xwe xistiye kîsikê hinik kesên neehil hûn li ser kîsê wan diqeliqin û bi zimanê wan diaxıvin û bi axaftina wan  difikirin û bi fikrên wan hereket dikin. Heger hûn dînê xwe rast nasbikin û bi ‘ilmê ji teqlîd û îmana teqlîdî bifilitin û xwe bi Îslamê ve bigrin hûnê dilşad û bextiyar bibin, hûnê ji înqîlabê dunyewî netirsin.

S: -“Tu baş dibêjî bes hinik kes wek te nabêjin. Dibêjin gerek Mehdî were. Çimkî dinya me pîrbûye û lihevketiye. Her kesek li gora meslek û meşrebê xwe Îslamê bi cîkî ve dikşîne, tevlîhevî ketiye nav Îslamê jî.

C: -“Heger ‘ecele bike û were ser sera ser çava, bira nesekine were. Çimkî bi rabûna îstîbdadê rê jê re vebûye, ciyê wî hazir e û em jî hazirin. Wek hawê ku hûn zen dikin rewş ne xerabe, di biharê de kulîlik vedibin.  Ji şuûnatê rehmeta Îlahi ye ku sefalet û perîşanî û şerpezeyiya vî milletî rabe. Belê ez vê jî bejim: Kî ji we bêje zeman bi temamî xerabûye û meyla dewra bere dewra îstîbdadê bike, ewjî bi nezanî –wek zenna ecnebiyan- neqenciyên însanê bere dixe sityê Îslamê”

Di dewra îstîbdadê de ecnebiyê ğeyrîmuslim xetayên ku ji fi’lê şexsa çêdibûn dikirin mal ji Îslamê re. Heger hûn jî xerbiyê îro bêjin û bêjin dewra berê baş bû hûnê xwedî derkevin li zulma zalimên berê, hûnê bi nezanî xetayên zalima meşrû’ bibînin û têkevin sefa kafira.

S: -“Kesên ku fikra xera dikin û meşrûtiyetê baş nabînin kîne?”

C: -“Ê ku meşrûtiyetê baş nabîne û fikrê însanan xera dike cem’iyeteke. Reîsê vê cem’iyetê hene, ew jî ev in: Yek; cehalet ağa, ê duduwa; ‘înad efendî, ê sisya; ğerez beg, ê çara; întîqam paşa, ê pênca; hezretî teqlîd, ê şeşa; mîrze geveze

“Di nav new’ê însanan de kesê ku întîsabî vê cem’iyetê dikin ev in:

Yek: Kesê ku dirhemik zirara xwe nade bi hezar baqnot menfî’eta muslumana.

Dido: Kesê ku menfî’eta xwe di zirara însanan de dibîne.

Sise: Kesê nezan ku bê muwazene, bê muhakeme û ne bi mêzêna Quran û Sunnetê li hadîsa dinere, li gora ‘eql û fehma xweya kêm mêzênê çêdike.

Çar: Kesê ku hem hirsa xweya întîqamê û ğereza xwe ya şexsî feda nake hem jî xwe qure dike dibêje ri‘hê min di ber milletê min de feda be.

Pênc: Kesên xwedyê hinik fikrên ne me’qûl; wek kesê ku fikra muxtariyetê bi wan re heye ji bo ku li hinik herêma bibin serbixwe. Wek tewaîfê mulûk yan jî begîtî. Vana dixwazin ummet ji hev bikeve bibe perçe perçe û her qewmek bibe bi serê xwe. Yan jî kesê ku bi navê cumhûriyetê fikra îstîbdada mutleq bi wan re heye (wek rejma kemalîst) dibin navê cumhûriyetê de zulmê dikin.

Şeş: Kesê ku berê zulm dîtine û kîn girtine (wek ermeniyan), tehemmula wan ji ‘efw û aşîtiya ûmûmî re tuneye. ‘Efw û aşîtî jî qenciya yekemîne a ‘hürriyet û meşrûtiyetê. Vana dixwazin bi ‘huzura xelkê bilîzin, wan bînin hêrsê û tevlihevî û şer derkeve û dewlet li muslumananxe, dilê wan rihet bike.”

Navê wê çi dibe bira bibe heta ku îstîbdad hebe wê van her şeş sinifan hebin, vana fêkiyê îstîbdadêne.

-------------------------

Musîqî: Müzik

‘Eksê sada: Ses yankısı

Vizviz: Vızıltı

 

Şuûnat: Özellik

Di debarê nivîskar de

Têhev

29

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

  • بگوهێ قەلبێ خوە گۆداري بكن ئو بچاڤێ عەقلێ خوە بنەڕن
  • SERÊ XWE RAKIN BÊJIN TU RAST DIBÊJÎ
  • سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن
  • HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE
  • بهەركەسيڕە مەيلا دينێ ئيسلامێ پەيدا بويە
  • NÛRA DILAN JÎ NERMÎYÛ MERHEMET E
  • هەڤپەيڤينا جڤاكا كوردان بسەيدايێ بَدِيعُ الزَّماَنْڕَه
  • Î’layê Kelîmetullah Bi Pêşveçûnê Ve Girêdayı Ye
  • ئيعلايێ كەليمەت الله بپێشڤەچونێڤە گرێداييە
  • ئەم هاي ژخوە نەمان ئو مە ڕيعايەتا تەدبيران نەكر
  • Di Dinya Me Ya Îro De Înqîlabek Dunyewî û ‘Ecêb Heye
  • ددونيا مە يا ئيرۆ دە ئينقيلابەك دونيەوي ئو عەجێب هەيە
  • Wekhevbûnî Ne Di Fedl û Şerefê de...
  • وەكهەڤبوني نە دفەضلو شەرەفێدەيە، دحقوقدەيە
  • Hurriyeta Me Wê Bibe Fecra Sadıq Ji Bo ‘Alema Îslamê
  • حوڕيەتا مە وێ ببە فەجرا صادق ژبۆ عمومێ عالەما ئيسلامێ
  • Hurriyeta Ğeyrîmusliman Şu’bek Ji Hurriyeta Me Ye
  • حوڕيەتا غەيري مسلمان شوعبەك ژ حوڕيەتا مەيە
  • HURRIYET; XUSÛSIYETA ÎMANÊ YE
  • حوڕيەت؛ خصوصيەتا ئيمانێيە
  • Hurriyeta Li Hember Însan...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Rafiziyê Huriyetê Kolê Nefsê Ne
  • ڕافزيێ هەرتشتي هەنە ئێ حوڕيەتێ ژي كۆلێ نەفسێنە
  • Yan Xîlafeta Şer’î Yan Jî Îzmîhlala ‘Umûmî
  • يان خيلافەتا شەرعي يان ژي ئيزميحلالا عمومي
  • Em Li Şerî’etê Xwedî Derkevin...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Hevpeyvîna civaka Kurda Bi Seydayê Bedî’uzzeman re
  • Ê Berê
    Ê Li Pey ڕەچەتا كوردان

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.