Xem u Xeyala Kurd u Kurdîstan

Article

Kurd jî wekî her ferd, her mîlletî xwedî xem u xeyale; mîna xwarîn, vexarîn, şoxulandîn, xwastin u nexwastinê. Hemû însan; tiştek dajo, diçine û tîne ser bêderê; bi wan tiştan rizqê xwe temîn û aborîya xwe serrast dike.

Evan tiştana; temamî cîlve-î İlahîne, taybetî bo hemû însan û milletan jî lihîstika man û namanê ye.

Behsên jorîn, bo milletan parsekî nîne, ‘eyb û şerm nîne, înayet jî nîne. Evana temamî heq û hiqûkê temamî netewan, yên hemî kes û însanane. Çitor evîna dilan bi zordarî, bi xatir û dilê xeyrî kesan nabe, evana jî nabin.

İro ro, li rû erdê gelek kes û gel henin, ji van heq û hiqûqê Rebbê Jorîn bexşandine benî adem mehrûm in. Bi dilê xwe nikarin tiştekî hesbikin, zimanê wan, keltur û baweriya wan temamî hatîye qedexekirin. Nasname înkar bûne; zordarî û zulm, li ser gelên belengaz û bêkes aşkere çêdibe û hikum dike.

Evan bêdadîyana, di qeyd û quyûdê Koma Galan’de mevcûd in. Temamî devletên mezin, hemû zanayê rû erdê jî behsa van mehrûmîyetan, van bêdadîyana dikin, lê belê ev jî têr û tesellîya kesê bindest, kesê mehrûm û mehkûm nake.

Esas ev e; heqîcrakirin, qezî û gotin nîne, îcraat dixaze lê belê ev jî tunne.

Em ewil behs bikin; daxwazî û armanca me, yekîtîya temamî gelê musilmane, hetta em temamî rû erdê di bîn îdara yek dewletek muslimande dixwazin. Kesê Musliman û ehlê tewhîdê çi dixwaze, ev tiştana temamî şuxul û daxwazîya me ne; amenna û eşhedû bîllah. Lê belê ehwal û heqîqeta cîhanê jî li ber çavê me ye. Gelek milletên malava, li ser milletên malxerab û bêçare zordarî dikin, hiqûqê wan înkar hetta îtlaf dikin.

Ehlê îmanê û heqîqetê; gerek evan “mehrûmîyetan, mexdûrîyetan, mehkûmîyetan, kerbalayên rû erdê..” ji xwera bikin da’wî û doz. Gelê mezlûm, her kî dibe bila bibe, bila qeşd û şert, mudafeya hiqûqê evan vezîfeya ehlê îmanêye. Li hemberê hêsrên çavên belengazan “mira çê gidî” gotin hem guneh e, hem jî însanîyet nîne.

Rebb’ê me; “emrî bîl me’rûf û nehyîl en’îl munker” emr û ferman dike.

Zana û mezinên meyê qedîm; bo evan tiştan gotine “Bê qeyret la ummet?”

Evan tiştan  xem û xeyala tamamî kesên rû erdênin. Evana; yekî re heq, yekî dîre minnet û neheqî nîne. Çitor huqûqê Îİran u Tûran, ‘Ereb û ‘Erebîstan, heye wisan jî yên Kurd û Kurdistan jî heye. Gerek hebe jî.

İslamîyetê, tucar hiqûqê gelên rû erdê înkar nekirîye, redda hiqûqê gelan jî heram kirîye. İro roj, em ‘alema îslamê dinêrin temamî di çembera pirsgîrekên mezin de xeriqîne.” Înkarîya neseban û di jîyana gelande qedexekirina bîr û bawerî..” pirsgîrekên giran in.

Kurd û Kurdistan gerek tirsa ümmetê derkeve, gerek bibe sedema “netirsîyê, wekhevîbûnê û biratîyê.” İro hemî milletên Musliman, gelek perçe bûne. Meriv dikare bêje her netev; bûye xwedî devlet, otonom, an jî eyalet.

Xeyrî Kurdan; ‘eşîrên van netewan jî dîsa bûne xwedî dem û dewran û dewlet. Mala xwe ava kirine; li rû erde, cîhanê dikarin mudafea xwe yên maddî û manevî bikin. Lê belê; ehwal, ji bo Gelê Kurd wisan nîne.

Mexdurîyeta kurd û kurdistan, pişt Osmanîyan li rojhilata navîn, bûye sedema fîtne û fesadîya herê mezin.

Ehlê Xaç û Seneman; temamî fitne û fesadîyên xweyên mezin, şoxulên îstixbarî û sîyasî hemû li ser gelê Kurd bîna kirine. Gerek dewletên musliîman, evan tiştên hanê bibînin. Gerek evan birînên ku her sal kûr dibin, zêde dibin, ji halîyên dewletên herêmê ve bête dîtin.

Birîn dîtin, baş e lê belê ne çareye. Lazim e ku; evan ehwalê gelên bêkes, di meclîsên muhîm û mehrem de bê mişêwrekirin, vê pêvajoya mezin re ji çareserîyek meqbûl bête holê.  

Em bi rastî u mêranî bibêjin; çira Awrupa, di nav xweda temamê pirsgîrekan behs dike, tîne holê û çareserîyan peyda dike? Çira em “mezheb, gel û dewletên musliman” pirsgîrekan pur dikin, perde dikin, aqîbet jî mezîn dikin?

Qur’an’a Kerîm dibêje; “heq û heqîqetê ketm mekin, eşkere bibêjîn..” Bo çi em behsa heqîqetê nakin, bahsa menfîeta şexsî dikin. Em bi zimanê Seyîd Elî Findikî bibêjin;

Musilmanî bi dev nabe, bi hirt û hirtê çênabe

Bibêj ev kes bila şâbe, ku safî bî ji rîyayê.

Hola vala de her kes, her serok, her dewletên Musliman dibêje “em hemû bira ne; heta roja qiyametê bira ne; Kurd û Tirk, Kurd û ‘Ereb an ‘Ecem.. bira ne..” Qebul û temam lê belê gotinê zêdetir gerek pir tişt şîn bibe, hasilat bête holê.

İro roj her milletên Kurd û Kurdistan, gelekê Kurdan diçe rêyek dur.

Ev îmtîhanek pir mezin e. Dawîya wê îmtîhana de; “mukerreren Helepçe heye; ketina kufrê û muxlis musulmanî heye; qetlîam an jî muhacerat heye.

Di şexsê Kurdan de; temamî gelên Rojhilatanavîn; ya dibin bira, ya jî ewê bibne dijmin.

Seyyîd Riza; pêş îdama xwe Kemal’re gotîye; “We go biratî, aşîtî; ev çi hale? ‘Eyb e, guneh e, zulm e, cinayet e!” 

Esasên İslamîyetê, bo hemû kesan e. Wextakî em tenê ji bo Kurdan bahsa helal û heramê İslamîyetê bikin ev, dibe sedema isyan û delaletê.

Yekîtîya gelan; li ser “Kemalîzm, ‘Ecem û ‘Erebîzmê; li ser sekulerîzma ehlê Xaç û Seneman çênabe. Li ser Fermana İlahî û Dewleta Resûlê Xuda avadibe. Ev bo me mînak e, xeyrî wî jî mînak tinne û nabe.

Em fermana îlahî lînç dikin, hiquqên gelen bindest dikin; piştre jî dibêjin filan gel asê ye, bêvan kes terorîst e, yên dî jî cinavir e.

Awrupa, tevlî temamî gel u eşaîrên xwe di halîyê biratî û yekîtîr e diçe, em halîyê redd û inkarê, neyarî û tefrîqeyê re diçin.

Serok û rêberên muslîman gerek çuyîna dunyayê bibînîn. Dîsa Seyîd Elî gudarîkin;

“Heval çune tu paş mayî, dikin gazî çira nayî

Dibêjim tu ne zanayî,  Ji lew guhdarîyê nakî”

Kê gohdarîyê heqîqetê neke, û nezerê çareserîyên heval û hogirên xwe neke, ev kesa hetta ev dewleta sulh û selahê naxwazi û nabîne.

Em gerek li ser heqiqetê zû şîyarbin; ehlê kufr û zulmê; bi temamên hêz û quwwetên xwe eriş dane ser dînê me, mal û milkê me.  

Em nabêjin dawa millî û netevî lê belê em dibêjin dewa îlahî, heqq û hiqûqên belengazan.

Em dibêjin biratî lê belê li ser rastî û wekhevî.

Rêz û silavên bı dıl û bo Xudayê ‘Alemê.  

Di debarê nivîskar de

Têhev

6

Gotar

Şerîf Emîn

Ê Berê Li Kurdistanê Selat u Tekbir
Ê Li Pey Kurd û Kurdîstan Kuda?

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.