Rewşa 'Aborîya Tirkî

Article

Vezîre karê aborîyê ê Tirkîyê beyanateke viha daye. 'Aborîya (ekonomî) Tirkî li ser hev sisê çaryeka mezin dibe.  Di vê çaryeka paşî de ji %11.1 mezin buye. Bi vê pleyê aborîya Tirkî di pêşveçunê de ketîye  pêşîya aborîya Çînê u saîr velatê dî jî" 

Mîxabin em weke esnaf u hem welatîyên Tirkî nikarin bêjin 'El heq' vîhaye.  Lewra li pîyasê tiştê ku xwîya dike ji sedî sed bi eksa vê beyabatê ye. Tevê esnaf u sinetkarê piçuk runîştî ne. Çek u senedê teva ji teref beka ve protesto dibin. Esnafên mezin li ê piçuk nema ewle dibin ku bi deyn mal bidinê. Esnafê biçuk şixwe piçuke. Sermaya wî zeîfe. Ku esnafê mezin muhleta mal firotinê nedyê, nikare bi perê hazir ticaretxana xwe tijî bike. Şixwe dikana vala ti kes lê na sekine. Key ev wezîr qet li küçe u kolana na gere ku li 'her sikakekê çend dikanê vala hene. Li ser derê wana 'bi kirê ye' di nivîse.

Xwîyaye ku wezîr u 'hikumet li reqemê benka u kara mitehidê ku bi îhaleyên hikumetê îhya bune dinêre. Bê güman evan şîrket u kesan gelkî dewlemend u bilind bune. Lewra 'hikumet baş dizane ku çi rêçên karkirinê ji benkçî u tirşikçiyan re vekirine. 

Binêrin gelî xwendevana 'hikumet jibo ku dan u standina bê qeyd (kayitdişi) ji 'holê rake, hemu şiklê xizmetan bi meqbuzên benka di meşîne. Şexsan mecburî benka dike.

Benk jî komisyona van xizmetan teva ji hemwelatîyan bi kêfa xwe distîne. Bi vî awayî riya hemu kesan bi xwaze ne xwaze, bi beka dikeve. U komisyona ku ji teref xwedîyê benkê tê t'eyînkirin,bêîtîraze bi vî şîklî benkdar dikeve fideke mezin. Bi vî şîklî benkdar roj bi roj qelew dibe. Hemwelatîyên jar jî roj bi roj ji zeîftî bê teqet dibe. 

Wer xwîyaye ku hikumet u wezîrê xwe kara Koç u Sabancî u emsalên wan li ser kaxetê ji tevê welatîyan re pay dike u istatistîkê fermî li se van reqeman îlan dike. Yanî perê bi reqemên astronomîk diçine berîk u kasayên qelewan, lê li ser kaxetan diçin ser navên bê çareyan. Werxwîye ku îdarevanê me di jiyana xwe de oldarin lê karê aborîyê de kapîtalîstin.

Bimînin di xêr u xweşîyên de. 

 Nureddîn Qoserî

Di debarê nivîskar de

Têhev

18

Gotar

Nureddîn Qoserî

Ê Berê Heqîqetekî vî welatî
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    Zêdetir