EZ KÎ ME?

Article

Ez Kurdim ne Fransî û Cermenî me,

Ne xwînxwarim ne xwînsar ne jî serserî me,

Ne Erebim ne Ecem ne jî Tûranî,

Ez im Kurdmanc û Kelhor û Goranî,

Ez im Serhedî û Torî û Botanî,

Beraz û milan im seranseranî.

 

Ez Urfa û DîloKim şareza me,

Seranserê axa xwe pareza me,

Amed û Mêrdînim ne berhewa me,

Ez Şirnex û Hekkarî me,

Sibe û êvar li her karî me.

 

Ez zariyê Mûş û Wanim,

Bilbila li  her qad û eywanim,

Ez çavkanî û jêderka jiyanim,

Cezerî me Feqî me Xan’im,

Ez zozanim ez deş im,

Ez xwedî welatek beheştim.

 

Ez Sêrt û Bedlîsî me,

Ez neyar û dijminê iblisî me,

Bêrîvan, şivan û gavanim,

Ez bomba me topa giranim.

 

Ez Qersî me Erdexanim,

Li kêlek û rexa gulanim,

Ez tav û tîrêja di ezmanim,

Ez stran û dîloka ser zimanim.

 

Ez Kirmaşan û Ûrmiye me,

Ez Mahabad im û Sîne me,

Ez Helepçe û Dûhokim,

Rûh û rewana her devokim,

Ez mirov im mirovhez im ne şevşevokim.

 

Ez qamişlo me ez Efrînim,

Ez navenda xweşexlaq û jînim,

Ez ne serkeş û ne jî dînim,

Ez aştî me ez peyman im ez evînim,

Min got a ezbenî ez Kurdim,

Ez rindim ez serbilindim.

 

Ehmed Hûseynê Berazî,

Bang dike dengekî bilind,

Xwezî bibihîzin lal û gêj,

Ev rist û helbestên dirêj.

 

 

Helbestvan:Ehmed Huseynê Kêtikî.

Di debarê nivîskar de

Têhev

2

Gotar

Ehmed Huseynê Kêtikî

Ê Berê
Ê Li Pey EY BAJARÊ BERXWEDANÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.