Hurriyeta Me Wê Bibe Fecra Sadıq Ji Bo ‘Alema Îslamê

Article

 بسم الله الرحمن الرحيم

S: - “Heyhat! Çewa hurriyeta me dibe muaqeddîme û fecra sadiq ji bo ‘alema Îslamê?” Yanî dema ku îstîbdad ji nav me rabe û ğeyrîmuslim hur bibin çewa wê ‘alema Îslamê ‘ûmûmen hurbibe? Çi münasebet di navbêna herduwan de heye?

C: - Vêya bi du cîhetan tê beyankirin: “Cîhetê yekem: Îstîbdada di nav me de bûye wek sûrek tarî li pêşiya hurriyeta însaniyetê. Ronaya hurriyetê di wê perda tarî de derbas nedibû. Ji ber vê, çavê însanan venedibû û kemalatan nedidîtin. De îja dema ku ev sûr helweşiya fikra hurriyetê heta bi Çînê wê belavbibe.”

Bi sebeb ku dewleta ‘Usmanî merkeza xîlafetêye qencî û xerabiyên wê sîrayetî hemî muslumanan dike. Ğeletiyên wê bûbûn wek sûrekê li pêşiya nûra hurriyetê.

“Dema ku çavê teraziyê a hurriyetê giran were wê çaviyê din hêdî hêdî bi hewa bikevin”

Di ‘alemê de em sîstemên îdareyan bişibihînin tereziyê; çavîkê wê îdareyên şer’î, yek jî îdareyên ğeyrîşer’î û îstîbdadîbin. Dema ku li hember îstîbdadê mukemmeltiya şerî’etê xuya bibe wê hurriyeta şerî’etê jî bibe hakim.

“Dema ku hûn fikrên ‘ulemaan bixwînin û riya siyasetê bibînin û wan qezeteyên ku xîtabî ‘umûmê dikin û rast xeber didin bixwînin, hûnê fêm bikin ku di ‘Erebistan û Hindista û Cawa û Misir û Qafqas û Afrîqa  û emsalên vanan de fikra hurriyetê hewqas fûriyaye di fikra ‘alema Îslamê de guhertinnî mezin û înqîlabnî ‘ecêb çêbûne. Teraqqiya fikrî û hişyarbûneke tam netîce daye ku di bedêla wê de tu sed salî jî bidî dîsa erzan e.”

“Çimkî hurriyetê, milliyetê nîşan da. Di xezna milliyetê de jî cewhera nûraniya Îslamiyetê xwe nîşan da û bilindbû.” Millet ku ji seltenetê xelasbû bi hurriyeta xwe hisiya. Dema nerîn ku hur in, bi mesûliyeta xwe ya Îslamî hesiyan û li dînê xwe xwedî derketin.

“Dema Îslamiyetê xwe nîşanda bi me da zanîn ku her ferdekî musluman wek ferdekî bi tena serê xwe ne serberdaye.” Bira kes zen neke ku ew serbixwe ye û  çi bike wê bike.

“Belkî her yek ji wan cuzekî komê ye ku van cuzan di hev re debasbûne û bihev ve hatine sipartin.” Her muminek parçekî ji ummeta Îslamê ye, nikare munferid hereket bike û ji wezîfê bireve.

“Dînê Îslamê merkeza cazibe ye. Her muminek jî parçekî wê ye û di nav van parçeên wê de sileê rehim heye. Bibenikê îmanê bi hev ve girêdayîne.”

“Vê xebera hişyabûna muslumanan umîdek qewîn dide me. Cihê ku musluman xwe pê digrin û jê alîkariyê dixwazin gelekî qewîn û zexm e. Vê hêviya ku bi vê xeberê re bi me re çêbû, quweta me’newiya me ya ku hatibû kuştin, îhya kir. Fikra hurriyetê di ‘alema Îslamê de difûre, vê heyata ha ji fikra hurriyetê wê alîkariyê bistîne û perda îstîbdada ûmûmiya me’newî ku bi ser’alema Îslamê de girtiye perçe perçe bike.”

على رغم انف ابى اليأس

Pozê bavê yesê (bêhêvîbûnê) bi xwêr bê kişandin jî.” Yanî bira pozê bêhêvîbûnê bi xwêr bê kişandin. Tunebûn û mehrûmiyet û bê îmkanî çiqas hebin jî wê perda îstîbdadê ji ‘alema Îslamê rabe û musluman wê bi Îslamê rabin piya.

Me got ku îstîbdad ji nav me rabe wê ji nav temamê ‘alema Îslamê rabe. Ev tiştê me got cîhetê yekembû ji beyana vê meselê.

“Cîhetê duyem: Heta niha ecnebiyan hinik me’na ji xwe re didîtin û milletê me di’eciqandin. Bes ji niha û pêve me’ne di destê wan de neman. Îdî nikarin ‘irqê xwe derxin pêş û bêjin em de’wa hiqûqê însanan dikin. Yan jî damarên wanî te’essubê yan jî hissiyatên wanî xebîs îdî nakevin hereketê. Ji xwe re me’nenî dinê bibînin jî îdî cî nagre.”

Berê seltenetê dikirin me’ne, digotin huqûqê ğeyrî musluman tê ‘eciqandin û bi alîkariya dewletên ecnebi zulmê li muslumanan dikirin. Ji niha û pêve nikarin van fi’lên xwe bidomînin. Ew bahaneni dine bibînin jî îdî cî nagre. Eger bixwazin hinik fi’lên xerab bikin jî gerek raste rasta bikin.

Dewletên ecnebî de’we dikin dibêjin em medenî ne. “Ne xasim medeniyet hezkirina însanan netîce dide.” Kesê ku bêje ez medenî me ji her tiştî bêtir gerek însaniyetê derxe pêş. Neheqî û zulumkirina li însanan bi kesên medenî nakeve. Digel vê hurriyetê eger hê jî tevliheviyê derxin û zulmê bikin ew çağ ew ne medenî ne.

S: - “Heyhat! Tu teselliyê didî me û dibêjî ecnebî îdî nikarin êrîşî me bikin. Îjar wan me’rê ku li dora me civiyanew ji bo ku jehra xwe bi me de birjînin û dewleta me perçe perçe bikin devê xwe vekirine, emê ji wan re çi bêjin?” Kesên beriya sed salî ji Ustad ev sual kirin roja meya îro dîtine. Xîlafet hat rakirin, dewleta ‘Usmanî bi destê ecnebiyan hat perçekirin. Di erdnigariya Îslamê de zêdeyî bîst dewletî hat avakirin. Di serê her dewletê de jî îro zalimek îqtîdar e.

C: - “Netirsin! Dema ku medeniyet û fezilet û hurriyet di ‘alema însaniyetê de ğelebe bike çavîkê mêzênêy din hêdî hêdî wê sivik bibe.” Terefdarên heqiyê çiqas zêde bibin wê terefdarê zulme hinbihin kêm bibin û bêhêz bibin.

“Em ferzbikin –Xudê neke- ger ew me ji hev bikin û bikujin, hûn yeqîn bikin ku em bîst heb bimirin emê sê sed heb sağ bibin.”

“Emê ji serê xwe toza rezîltî û îxtîlafê dawşînin, bibin munewwerê heqîqî, xwe bikin yek û ji bo karwanê beşeriyete pêşkêşiyê bikin.” Emê terka gunehkarî û îxtîlafê bikin û emê bibin yek. Bi ‘ilmê emê ji cahiltiyê xelas bibin û bibin munewwer (rewşenbîr) û emê bibin peşkeş ji bo însaniyetê.

“Mirina ku herî şedîd û qewî û di netîca wê de heyata baqî heye em jê natirsin. Em bimrin jî Îslamiyet sağ dimîne. فكل آت قريب” “Çıqas tiştê ku hatina wî muheqqeqbe ew dûrbe jî dîsa nêz e.” Ev gotina Pêğemberê me ye ‘eleyhîssalatû wessalam. Ew çağ bêhêvîbûn ji me re tüneye.

Di debarê nivîskar de

Têhev

15

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

Ê Berê حوڕيەتا مە وێ ببە فەجرا صادق ژبۆ عمومێ عالەما ئيسلامێ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.