Heqîqetekî vî welatî

Article

Li gor nûçeyên neşir bûne dibêjın pîrekekê bi asteng ji ber ku li mizgeftê dersa Qur’ana Pîroz daye zarokên me'hellê, di sala 2004’an de, ji teref polîsê dewletê pêşi hatîye binçavkirin û di dûre jî sewqî me'hkemê bûye. Lê me'hkemê xanima bi asteng (seqet) bi biryara ku darizandin bi dome berdaye. Piştî bi çend sala darizandin bi dawî bûye. Di encamê de dersdana Qur’ana Pîroz li hember dewletê bi sûcî hatîye qebûlkirin û cezayê zindanê li dayîka çar zarokan hatîye birîn.

Geli xwendevana ev ne metnê lîstika tîyatroyê ye. Ev heqîqetekî vî welatê me ye. Lewra roja berê ev dayîka dersdaya Qur'anê bi destê tîmê dewleta Serokkomar Erdoganê ku li ser ekranê tv’ya bi awaz bang dike dibêje "emê nesla dîndar bi gihînin" hate binçavkirin û birin zindana Amedê. Him jî bi şiklê herî xeddarane û we'hşîyane. Li gorî agahîya, derîyê vê dayîka ku bi karê xwe layîq e ku destê wê bê bûse kirin, bi derîşikên (koçbaşı) şikandine û bê destûr ketine mala wê. Ew derdest kirine li ber çavê zarokên wê. Di destê tîman de çekê giran hebûne.Yanî gelî birano; Dewleta Serokkomar Erdoğana bihizûr û aram vegerîyaye dewleta salên 90’an e.

Gelî kar bidesta; xwîyaye ku dewleta we roj bi roj di 'hewile bal bi dewleta kevna dema zilmê.  İdara we jî di 'hewile bal bi îdara Fetö ya zilimkarê mislimana û 'heskirê fileha. Nebî nebî hûn şaş nebin. Ne bêjin me Fetö mexlûbkir. Me ew li hemû dewerê dinyê riswakır. Xweda bi sedem zilma wan li mezlûma û zare zarê dayîkên yûsûfî û şehîdan ew mexlûb û zelîlkirin. Dîsa nebî nebî hûn jî bi qûweta xwe yî îro ne xapin. Zilmê bes bikin li mamosteyên Qur'ana Pîroz. Mamosteyên rojê giran. Ji xwe we têra helaqeta xwe ahên dayîkan û zarokên bav bi çil ‘eydan di zindana de fane hev. Ma îjar jî ders dayê Qur'anê hûnê bixne zîndanê xwe. Xezeba Xweda elbet nêze. Xîreta Xweda li ser Qur'anê ne ceribînin.

Di debarê nivîskar de

Têhev

18

Gotar

Nureddîn Qoserî

Ê Berê DESTPÊKA MEDRESEYAN
Ê Li Pey Rewşa 'Aborîya Tirkî

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.