LI SER EXLAQÊ TÎCARETÊ HESBIHAL

Article

“Tucarê durust, pêbawer û rastgo, li axretê bi nebî, siddiq û şehîdan re ye.” (Tirmizî, Büyû’: 4)

Yek ji delîl û isbata sereke ya pêxemberiya Hz. Mûhemmed (s.x.l) jî durustî û emîntî bû. Temamê ‘alim û mezin ê Îslamê li ser vê mîsal û mînakê tifaq kirine. Emîntiya pêxemberê Xwedê (s.x.l) ne ji hêla muslimana tenê ve, di heman demê de ji teref muşrikên Mekkeyî ve jî hatiye qebûl kirin. Ji xwe muşrikên Mekkê bi xwe ev bernavk li pêxember ‘eleyhîsselam danîn e. Ev rastî û heqîqeteke ku tu dem nayê veşartin û ser wê nayê nuxumandin e.

Hz. Mûhemmed (s.x.l) hemû însaniyet ji her hêlê ve dawetî rastiyê kiriye. Di nesîhet, tewsiye û şîretê xwe de herdem însan, berbi rastî, durustî û pêbaweriyê ve xwendiye, dawet kiriye.

Em werin ser mijara xwe ya ‘esil. Me muslimana bê şek û şibhe Hz. Mûhemmed-ul Emîn (s.x.l) ji bo xwe pêxember qebûl kiriye, me pê îman û bawerî aniye. Ji her hêlên jiyanê ve me ew ji xwe re xweşmîsal daniye. Ew rehber û rêzanê rêya xelasî û azadiyê ye. Di her îş û karê xwe de em, serî li rê û rêbazên sunneta wî dixin…

Kesên di roja me ya îro de dibêjin; em ji bo Muhemmed-ul Emîn (s.x.l) warisin, heke divê îddîaya xwe de samîmî û durust bin divê teqez ew jî emîn, pêbawer û durust bin. Beravajiyê wê li dijî samîmiyetê ye û îddîayeke pûçe.

Îro hema bêjin temamê însanan bi şiklekî ji bo me’îşet û debara malbata xwe pêk bînin bi tîcaretê re meşxûl in. Kesên li zozanên çiya bi tena serê xwe bijîn jî wê miheqeq hewceya tîcaretê, daketina nav şênî û civakan bibe. Yanê kurtasiya vê yekê; ev rastî û durusti û exlaqê tîcaretê me însanan teva ‘eleqe dike. Kes nikarin xwe ji vê yekê mûaf bihêlin û bêjin “naxêr! Em tev vê mijarê ne, ev mijar behsa me nake.”

Îcar em musliman, ji her cûre însanên wekî din bêhtir li vê mijarê miqatebin. Lewra nasnameya me ya teblîxvantiyê jî her û daîm weka perçeyek ji cil û bergekî me li ser me hilgirtî ye. Kar û zirara tewr û tevger, exlaq û fikrên me, ne ji me tenê re ye, di heman demê de li Îslama ‘ezîz jî dibe bar-mal. Lewra her muslimanek yek ji şaxa Îslamê ye.

Resûlê Xwedê Mûhemmed Mistefa (s.x.l) gelek ehemiyet û girîngî daye rastî û durustiya tucarên musliman. Gelek zêde li ser exlaqê tîcaret û bazirganiyê sekiniye. Di heqê vê meselê de ji bo tucarên durust mizgîn daye ku wê li axretê bi şehîdan re were heşrê. Ji bo yê ku guh nadin rastî û emîntiyê jî ferman dike ku ew ê jî li dinya û axretê bi zor û meşaqet û zehmetiyên gelek dijwar, giran re werin rû hev.

Resûlê Xwedê (s.x.l) di gelek hedîsên xwe yên şerîf de qala muhîmbûna rastiya di tîcaretê de dike.

“Tucarê durust roja qiyametê di bin siya ‘Erşê E’la de ye”

“Kesên bi tîcaretê re ‘eleqe û mujûl dibin wê roja qiyametê wek gunehkar herin heşrê. Encax ew kesê ji Xwedê ditirsin, xêr û qenciyan dikin û rast û durust ji vê yekê mustesna ne” (Tîrmîzî)

“Heke qusûr û fiyetê mal veşêrin û virr û derewan bikin, wer heye kar û qezencê bikin feqet bereketa danûstendin, kirîn û firotinê ‘edem dikin. Derew û sond xwarin mal dide firotin feqet qezencê ‘edem dike.” (Buhari)

“Kesê ku malê xwe ji bo firotinê derdixe dighêjin rizqê xwe, encax ên ku ji bo biha bibe malên xwe vedişêrin û didin seknandin Xwedê la’neta xwe lê dike.” (Müslim)

“Di kirîn û firotinê de sond xwarin, dibe sebebê zehî kirina mal û ji dest çûna qezencê” (Müslim)

Îcar divê hewceye tîcaret ji îbadet û ajotina doz û rêya Xwedê re nebe astengî. Lewra zêde mujûl bûna bi tîcaretê re wer heye bibe sebebê ji dest çûyina axretê Xwedê mihafize.

Resûlê Xwedê ji bo vê yekê jî çiqas xweş gotiye: “Ez bi berhevkirina mal û milkê dinyayê nehatime wezîfe kirin, bes ez heta hatina wa’dê mirinê bi îbadet û tesbîh kirina Xwedê hatime emir kirin.” (İbn Merdiye)

Li gor dînê Îslama ‘ezîz, heta ku mumin di hemû kar û îşê xwe de rîayetê emr û nehyê Xwedê bikin, wê her kar û xebat ji wan wek îbadet bê hesibandin.

Hinek birayên me bila nebêjin; me dev ji dinya û tîcaretê berdaye û hew me xwe ji bo rêya Xwedê nezir kiriye. Bi vê yekê jî xwe civat û civakê dûr bikin, ev yanişî û xelet e. Encax divê tîcaret û malê dinyayê jî nebe asteng ji xebat û xizmetên di rêya Xwedê de tên kirin. Heke bi hev re bi bindegeyekê neyê sabît kirin wê talî ne bi xêr be, Xwedê mahfize bike. Lewra li gor Sunnet û Qur’anê herdû rêbazên han jî xelet e.

Ma qey karê tîcaretê û tucartî karek hêsan û sivike gelo? naxêr! Lewra gelek civak bi wesîleya tucarê musliman yên emîn û pêbawer, durust û ked helal Îslam qebûl kirine, îman bi Xwedê û Resûlê wî (s.x.l) anîne.

Di dewra xelîfe Hz. Ebûbekir (r.a) de tucarên musliman, ji bo tîcaretê diçin heta Fîlîpînê û mesaja Xwedayê Te’ala ji wan re birine. Paşê li hev zêde bûne û îro muslimanên li wê herêmê û li wan dewletan dijîn hêj neviyên wan kesan e ku bi saya tucarên musliman yên durust û exlaq xweş Îslam qebûl kiribûn e. Yanê tucarê musliman bi tewr û tevgerên emîn û durust him ew ji hêla maddî ve qezenc dikin û him jî xizmeta teblîxvantiya dînê Xwedê dikin û ji hêla manewî ve di kar û qezencê de ne. Him îro rastiyek heye ku tucar nayê veşartin; însanên xerab jî dema derdikevin sûkê ji bo dan û stendinê, xwe li esnaf û tucarên durust digrin. Ev yek jî delîl û ispat e ku di tîcaretê de emîntî û durustî ji her hêlan ve exlaqekî qenc e û ji teref hemû cûre însan ve bi tifaq hatiye qebûl kirin.

Xussûseke din ya muhîm a vê mijarê jî faîz e. Encax nexasim, îro faîz bûye mîna behrê û însan tê de weka ku avjenî nizanibin diperbitin, diqilqilin û difetisin… Nexasim.

Lewra di mijara faîzê de Xweda ‘ezze we celle di Qur’ana Kerîme de di gelek ayetan de însana li dij faîzê îqaz dike û kesên bi israr faîzê dixwun bi ‘ezabêk şedîd tehdît dike. Divê musliman weka ku neyarê bav û kalê xwe yê bi salane di navbera wan de xwîndarî heye dîtibe xwe jê biparêze û ji ber bireve, jê dûr bike. Xwedê mihafize.

Di heqîqetê de mijara faîzê mijareke gelek berfireh û dû dirêje. Mijareke wisa ye ku îro belkî sebebê bê edaletiya li ser rûyê dinyayê jî faîzê tê. Lewra faîz ya kedxwarî bi xwe ye an jî sebebê sereke ye.

Di derheqê mijara faîzê de Xwedayê zulcelal di Qur’ana Kerîme de wiha ferman dike:

“Ew ên ku faîzê dixwun encax mîna ew ê ku şeytan lêxistibe radibin. Sebebê vê yekê jî, ji ber gotina wan ya dibêjin: “danûstendin jî encax wek faîzê ye.” Hal ev e ku Xweda danûstendin helal, faîz jî heram kiriye. Kî ji wan dema ku şîretek ji cem Xwedê tê û ew jî dev ji faîzê berdin, êdî dema borî ji aîdê wî, karê wî jî aîdê Xweda ye. Kî bi şûnde bizîvirin ser faîzê êdî ew xelkê agir in, wê li wê derê daîmî bin. Xwedê, faîzê tune dike, sedeqeyan jî zêdetir dike. Xweda, ji kafirên gunehkar yekî jî hezj nake.” (Beqere: 275-276)

“Digel ku me’na wan jê hatiye kirin jî, ji ber ku faîzê distînin û bi rêya qezencek neheq malê însanan dixwun, ji nava wan ê ku bi înkarê xurufînin me ji bo wan ‘ezabekî şedîd û dijwar hazir kiriye.” (Nîsa 161)

“Ey ewên ku îman anîne! Ji faîza ku qat qat lêhatiye zêde kirin nexwun. Ji Xweda bitirsin da ku wun bighêjin xelasiyê.”(Âl-î Îmran 130)

“Ey ewên ku îman anîne! Ji Xweda bitirsin û ger we îman anî be tiştên ji faîzê zêde dibe nexwun. Heke wun wisa nekin, bila wun bizanibin ku we li dijî Xweda û Resûlê wî herb vekiriye. Ger wun tewbe bikin êdî sermaya we ji we re ye. Bi vî awayî ne wun zilmê dikin û ne jî wun rastî zilmê tên. (Bakara 278-279)

Derheqê heman mijarê de Resûlê Xwedê (s.x.l) jî wiha muslimana îqaz dike: “Şeva ez birim Mîracê, li asîmanê 7an min dengê birûska bihîst. Min li wir hinek însan dît ku zikê wan bi wan ve taliqîbû, û bi qasî odeyekê qelew û gir bûbûn. Dûpişk û marê ku di hundur wan de li derveyî wan xuya dikir. Min ji Cibrîlê Emîn (a.s) pirsî, Gelo ma ev çi kesin? wî jî bersiv û cewab da ku ev, ew kesên ku bi faîzê ‘emel dikirin, faîz dixwarin.”

Ya Allah! Ji her cure faîz û heramiyan xwe dispêrim te. Tu me û birayên me yên musliman jê dûr bike… amîn

Xweda me bigerîne ji tucarên emîn, durust û rastgo. Xweda me ji sond û ehdên agir bi xwe re tîne û derewên ku digel qezencê edem dike, bi heman awayî dibe sebebê ‘ezabê dijwar û şedîd, me biparêze.

Di debarê nivîskar de

Têhev

19

Gotar

Mûhemmed Çelîk

Ê Berê Berxwedan û zafera ehlê îmanê ye 15ê temmûzê…
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.