Şêr û Rovî

Article

Mewlana di Mesnewîya xwe de weha hîkayet dike: Rojekê şêr gazî rovî û gur dike ji wan re dibêje “hevalên xwe kom bikin, ezê ji we re nêçîrê bikim û zîyafetek xweş bidim we.” Rovî û gur jî dibên “temam” û gazî ehlê daristanê dikin û li cîkî kom dibin. Şêr jî dibîne ji dûranî ve ‘heywanên seydê tên û dest bi ‘haziriya xwe dike.  

Şêr li dora xwe dizîvire û ji rovî dipirse “gelo çavê min bûne ‘eynî mîna agir ?” Rovî dibê  “belê ezbenî”  Şêr dîsa li dora xwe digere û dipirse “gelo mûyê min bûne ‘aynî mîna sitrî?” Rovî jî dibêje “çêbûye ezbeni” Şêr dîsa pirsîye ji rovî “dûvika min jî dîk bûye?” Rovî jî dibêje “belê dûvika te jî dîk bûye ezbenî” Şêr cara dawî dipirse “ gelo diranê min jî ‘eynî weka mîna kêrê tûj bûne?” Rovî dibê  “belê tûj bûne ezbenî” Şêr li ser van gotinan êrîşî ‘heywanên seydê dike û wan perçe dike. Ehlê daristanê jî bi vê zîyafeta şêr, têr dixun û zikê xwe tije dikin.

Gur jî hedîseyê ji nêz de temaşe dike û dinêre ku şêr ‘heywana çi xweşik perçe dike û zîyafetê dide. Gur dibê “hew qasî jî ne zor bûye” û gur jî weka şêr dike. Ew jî ‘eynî wek şêr ehlê daristanê kom dike û disekine ku garanek were daristanê. Garan tê, gava gur garanê dibîne ew jî ‘eynî mîna şêr xwe ‘hazir dike ku êrîşî heywana bike. Li dora xwe dizîvire û ew jî ji rovî dipirse “gelo çavê min bûne ‘eynî mîna agir?” Rovî dibêje “na nebûne” Gur hêrs dibe û bi rovî de dixeyîde dibê “çawa nebûne”  Rovî jî ji ber ku ji gur ditirse mecbûr dibê “belê bûye” Gur dîsa li dora xwe dizîvire û dipirse “gelo mûyê min bûne ‘eynî mîna sitrî?” Rovî dibê “na welê nebûne” Gur dîsa hêrs dibe, bi rovî de dixeyîde û dibê “çewa nebûye” Rovî jî ji tirsa mecbûr dibê “belê bûye” Gur carde dipirse ji rovî “dûvika min jî dîk bûye”  Rovî dîsa dibê “na”lêbelê gava gur hêrs dibe, ji tirsa dibê “erê” Gur cara dawî dipirse “gelo diranê min jî ‘eynî weka mîna kêrê tûj bûne” Rovî carde ji tirsa gur ji mecbûrî dibê “belê” Gur jî mîna şêr êrîşî nav garanê dike… Lê li hemberî garaneka qantirên beyar hatîye û qantirek zîtikek avêtîye ‘enîya gur, gur pekandîye û wî li ‘erdê rast kirîye. Rovî hatîye ser meytê gur û gotîye “îja niha çavên te bûne mîna agir, mûyên te bûne weke mîna sitrî, min dî gava tû ketî ‘erdê dûvika te jî dîk bûbû” 

Gelî xwendevanên ‘ezîz! Di vê hîkayê de gelek ‘îbret hene ku meriv kare wisa wan teswîr bike: Gur nikare bibe şêr û şêr jî nabe gur. Rovî jî ji meriv re nabe şêwirmend û aqilmend. Di vê hîkayê de gur hewesî şêr dibe dibê “ez jî karim mîna şêr seydê bikim” lê aqûbeta wî dibe perîşanî. Rovî çi qasî ji tirsa re be jî bi derewa gur dixapîne û rêyeka nebaş bi ber wî dixe. 

Gerek meriv vê heqîqetê jî baş zanibe; rastî ta’l e, çi qasî li xweşa meriv nere jî gere meriv rastîyê qebûl bike. Gur di vir de gava rastî jê re tê gotin, li xweşa wî nare, li zora wî dere û dixwaze derewa bibihîse ji ber ku derew şîrîn in. Rovî jî ji tirsa, tiştê ku li xweşa gur herin ji wî re dibêje û xerabî pê dike. Lewra gere meriv vê heqîqetê jî baş zanibe; yên ku ji tirsa meriv, yan ji bo dilxweşbûna meriv, yan ji bo şelaqîya meriv ji meriv re derewa bikin û rastiyê nebêjin, ew ne dostê meriv in. Dostê meriv ew e ku ji meriv re rastiyê bêje, rastî jî ta’l e. Bimînin di xweşî û selamêtîyê de, ez ‘îda we ya boraqê ji anha de pîroz dikim.  

KAMURAN TURGAY 

Di debarê nivîskar de

Têhev

4

Gotar

Kamûran Tûrgay

Ê Berê Teog ‘heram çû
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.