Heft Kovarên Kurdî Yên Despêk Li 'Îraqê

Article

1- Kovara Bangî Kurd

Ev kovar kovareke edebî bû. Ji pazde roj carekî li bajêrê Bexdayê dehate weşandin. Yekemin hejmara wê di heştê sibata sala 1914a de derket holê. Li gor nêrînên lêkolîneran tenê pênc hejmarê wê hatîne weşandin. Ev kovar giringî mijarên cûr be cûrê mîna olî, rewşenbîrî , kiştukal û dîrokî dida. Xudanê wê Cemaleddîn Baban bû ku serperiştiya nivîs û dabeşkirdnê jî li hemî 'İraq û dervey 'İraqê dikir. Kesên mîna 'Umer Nezmî, 'Elî Kemal Bapîr alîkarê wî bûn.

Gotarên wê kovarê ji aliyê gelek nivîskaran ve dihat nvîsandin, zêdetir ji alyê Şukrî Fezlî û Behadîn Şêx Nurî Şêrwanî dihate nivîsandin.

Ev kovar bi qebareya 22,5 bi 15,5 santîmîtir û bi 24 ruperan li çapxaneya El-Adab dihate çapkirin. Di her rûperekî jî bi du situnan bi her du zmanên Turkî û Kurdî bun.

2- Diyarî Kurdistan

Kovarekî heftane bû, bi zmanên Kurdî, 'Erebî û Tirkî li bajêrê Bexdayê dihate weşandin. Xudan û berpirsyarê wê Salh Zekî Sahêbqran bû. Reşîd  Şewqî jî rêveberê wê yê îdarî bû. Ev kovar kovareke edebî, civakî û resimdar bû, hewal û xeberê hundirê 'İraq û cîhanê parve dikir. Herweha helbestên helbestvanên navdarên kurd, çîrok û hîkayetên folklorî di wê kovarê de dihatin weşandin, ji xeynî vê wêne û resmên kovarê bi piranî kesayetyên navdar bûn.

Hejmara yekemîna (diyarî kurdistan) di yekê  adara sala 1925a de derket holê. Hejmara dawî jî hejmara 16. bû ku di yekê gulana 1926an de çap bû. Her hejmarek vê kovarê ji 24 ruperî qebare 22 bi 16 sanîtmetir bû. Lê  hejmarên 13 û 14 ji 40 ruperan pêkhatibû.

Li gor nêrînên lêkolîneran, ev kovar bi navdartirîn û meşhûrtirîn kovarê kurdî li Bexdayê tê hesibandin.

Diyarî kurdistan li Çapxana Furat li Bexdayê hatiye çapkirin. Hemî hejmarên kovarê bi fotografeka Selaheddînê Eyûbî hatibu xoşkkirin, di binê resmê da ev nivîs hatibuye nivîsandin (to nemirdûy ey Selaheddînî Eyûbî neseb / her bijî ey şahî beytî Kurd ey fexrî 'Ereb)

3- Zarî Kirmancî

Ev kovar yekemîn kovara Kurdî ye ku li bajêreke Kurdistanî û li bajêra Rewanduzê, paytextê mîrinşîna Soran, li başûrê Kurdistanê di 25ê Adara sala 1926an de hatiye weşandin. Wek li ser navnîşana wê hatiye nivîsandin ev kovar kovareke civakî, dîrokî, fennî û edebî bû.  Ji mehê carekê dihat çapkirin.

Xudanê vê kovarê Husên Huznî Mukiryanî  û  Gîwî Mukiryanî bun. Hejmarên despêkê 20-24 ruper bûn, lê hejmarên dawî 16 ruper, hinek caran jî 12 ruper bûn û bi qebarey 28 bi 20 santîmetir bûn.

Hejmara dawîyê kovarê li 31/7/ 1932yan de hat weşandin.

4- Peyje

Peyje navê ew kovarê bû ku di sala 1927an de yekem hejmara wê li Bexdayê hat çapkirin. Di bin sernavê wê de hatibû nivîsandin ku kovareke edebî û civakî ye, bi Kurdî û ji bo kurdewarîyê dixebte. Xudanê wê jî Mistefa Şewqî ye.

Ev kovar 46 ruper bû, her du bergên qepaxê wê bi qebareya 18 bi 12 santîmetir bûn û di Çapxaneya Furat de li Bexdayê hatibû çapkrin.

Mixabin tenê yek hejmareke wê hatiye weşandin.

5- Yadigarî lawan

Ev kovar tenê du hejmarê wê hatine çapkrin. Yekemîn hejmara wê di sala 1933yan de çap bû, duwemîn hejmar jî di bin navnîşana “diyarî lawan de” di sala 1934an de derket holê.

Li ser Bergê  Yadigarî Lawan weha hatiye nvîsandin: “Bexda, Çapxaneya Kerx, 1933” bes negotiye ev pertuk e an kovar e.

Yadigarî lawan 80 rupere û bi qebareya 16.2 bi 22 santîmetir e.

Mjarên kovarê: Perwerdehî, zanistî, civakî buwe û gringî jî daye edebiyatê.

6- Rûnakî

Li bin navê Rûnakî, kovarê weha xo daye nasandin ku “kovarekî zansitî, civakî, edebî Kurdî û heftane ye. Xudan û berpirsiyarê wê Şît bûye. Hejmara yekemîn û duwemînê kovarê li Çapxana Musilê Taze li bajêrê Mûsill hatiye çapkirin, hejmarên sê û çar û pênc û şeşan li bajêrê Rewandiz hatine çapkrin, hejmarên din jî li Hewlêrê hatine çapkirin. Hejmara dawîya vê kovarê hejmara yazdehemîn e.

Kovar bi 16 ruperan û bi qebara 28 bi 20 santîmetir bû. Hejmara yekemînî li 24ê Tişrîna Yekemîn di sala 1935an de derketîye holê. Hejmara dawî jî li 16ê mayisê 1936an de hatiye weşandin. Hinek hejmarê wê heftane çap bûn, hinekê din jî dû hefte yan sê hefte carekê hatîne çapkirin.

7- Zanistî

Tenê yek hejmar bi navê Kovarî Zanistî li Silêmanî çap buye. Ev kovar kovareke edebî û dîrokî bû ye.  Îdîtorê kovarê Salih Qeftan bû ye, di despêka sala 1938 hatiye çapkirin. Mixabin ta nuha ev hejmar neketîye destê lêkolîneran.

Jêder:

Rojnamegerî Kurdî Le 'Êraq Da, Faruq 'Elî 'Umer, Wergêranî Tarîq Karêzî, çapî yekem Hewlêr, 2001.

Pexşanî kurdî, 'Ebdulrezaq Bîmar, Bexda, 1998.

Di debarê nivîskar de

Têhev

3

Gotar

Hêmin OMAR

Ê Berê SALİM Û 3 HELBESTÊN WÎ
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.

    Zêdetir