BÎRANÎNÊ GELÎYÊ ZÎLAN-1

Article

Gelîyê Zîlan herêmeke bajarê Wanê ye. Ev der girêdayî bi navçeya Erdîşê ye û herêmeke kevnare û dîrokî ye. Ji aliyê çand û hunerî ve gelek dewlemend e. Ev herêm ji gelî, newal û deştên piçûk pêk tê. Gelî wek sê çiqa ji hev diqete.

Di van çiqa de gelek ‘eşir dijîn. Çiqa “Hecîdêrîya û îskan”, çiqa “Hemoyî û Bekiran”, çiqa Mikaîlî û “eşirê dine”  tê de dijîn. Her ‘eşirek ‘heft ‘heşt gundê wan hene. Ev ‘eşir hemî di ‘eşîra Adenan de digîjin hev.

Li ser navê  “Gelîyê Zîlan” çend nîqaş hene. Hinek dibêjin “Gelîyê Zêrran,” hinek jî dibêjin “Gelîyê Zîla.” Îttifaq ser “Gelîyê Zîlan” e. “Zîlan” bi mana ba û bager û bahoz e. Em di zanin ku di vê herêmê de di zivistanê de gelek berf dikeve. Gelek bager û bahoz çêdibe. Riya gundan bi mehan tê girtin.

Wexta em li dîroka vê heremê dinhêrin em dibînin ku gelek dewlet di vê heremê de bune ‘hakim. Dewleta Med û Ûrartû,  Selçuqî û Qereqoyûnîyan li ser vê herêmê hukum kirine. herêmê di dema ‘Usmaniyan de dem bi dem di nav Sefewî  û ‘Usmanîyan de dest guherandiye.

Di gelî de File û Êzîdi ji hebune. File di dema “Qanûna Tehcîrê” de koçber bûne çûne Sûrî û Rewanê. Êzîdi jî gelek ji wan bûne Musluman. Hindek ji wan jî çune Ermenîstanê. Dîroka “Gelîyê Zîlan” bi kurtasî ev e. Ya em zanin Zîlan cihekî girîng e.

Hêlîna medrese û seyda.

Bingeha terîq û qeyda.

Feqî  dixwînin Qur’an. 

Jin dibin kulîlk û rihan.

Belê; ev helbest ser vê heremê tê gotin. Zivistana Zîlan gelek dijwar derbas dibe. Lewra çand û hunera zivistana Gelîyê Zilan bi serê xwe dewlemendiyek e. Nêçirvan li pêy kewê gozel bi rojan li ser çiya ne. Çîrok û sitran di şevan de tên gotin. Hikayeta  Siyabend û Xeca Zerîn ser tendûra tê gotin. Ji gelîyê Hesen ‘Evdalê olamek hildikşê, dibe kilama Heso û Nazê û gund bi gund digere. Mem û Zîn jî di Gelîyê Zîlan de destaneke bê emsal e. Heta nîvê şeva kulav tên pipeskirin. Keçik û qîz bi sa‘eta cil û yemenîyan dijenin. Xeyal û daxwazîyên xwe li ser van berheman neqş dikin.

Bihar boy Zîlan mizgîn e. Meha Adarê  çem û kanî diherikin. Berf di‘hele. Her cih şîn dibin.. Di wê demsalê de bûka baranê, daweta gur û rovi, heft zîpik tê leyistin. Şivan tên girtin, berx û pez li çiya û baniyan belav dibin. Zevî û mêrg vê demsalê têne çandin.

Havînê mal bar dikin û hildigerin zozana. Ser zozan û kanîyên sar kon û kolik tên avakirin. Penîr, toraq û rûnê malê vê demsalê tên civandin. Gul û sosin tên belavkirin, ber tavê tê ‘eşkkirin û ji bo zivistanê  tê veşartin. Ser vê demsalê helbetsteke aha tê gotin:

 

Mal çûne zozana

Pez berdane şivana

Berx û pez ketin ‘hevşîya

Man hêvîya bêrivana.

Havîn demsala giha û genimê durundu ne. Pale ‘heta êvarê tirpana dikişînin. Taştî û firavîna pala tê hazirkirin. Giha tên kişandin. Lodê giha wek çiyayê Agirî serê xwe radikin.  Bênder tên amade kirin. Millet tev ji hev re alîkar e. Rojê gihayê yekî tê kişandin û tê lodkirin. Sêv û hirmî, tirşikê beyanê ser mêrg û zevîya tên belavkirin.

Paşê çiya melûl dibin û demsala payîzê tê. Vê demsalê mal ji zozana dadigerin. Êdî dem demsala serad û bêjinga ye. Genim tên kelandin û li ser xanîya tên raxistên. Destar digere û genim dihêre. Girar û dew tevlihev tê kelandin û bi pûnga teze tê xemilandin. Amadehîya zivistanê êdî berkemal e…

Gelîyê Zîla bi her awayî rewşa xwe ya taybet nîşan dide. Lê ev taybetî ne karê du sê rûpela ye. Eger Xweda ‘hes bike û bi me ra bi domîne emê bîranînê xwe ê li ser vê herêmê wek rêzenivîseke dirêj bi we re par ve bikin. Niha emê destûra xwe bi hevokeke vê herêmê bixwazin.

Wekîlê hemû silava…

Di debarê nivîskar de

Têhev

1

Gotar

Ehmed SERHEDÎ

Ê Berê
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.