EZ DIBÊJIM ME JÎ LÎSTEYEK TERORÊ BIWEŞANDA

Article

Emrîka di nav re carna lîsteya orgutên terorî, carna jî lîsteya welatên destekê didin terorê diweşînin.

Bikî nekî hemû dinya guhên xwe bel dikin û bala xwe didinê. Wisa ye lê, gelekî muhîme ku navê meriv ne di nav rêxistin û orgutên lîseteya terorê de be, hetta gelekî muhîme ku navê welatê meriv ne di nav lîsteya welatên piştevanê terorê de be. Lewra heger nav di lîsteyê de be hema di pê re mueyîde dest pê dikin.

Ji van mueyîdeyan, ji ya herî sivik dest pê bikin; asêkirina ketina Emrîka, yasaxa vîzeyê, bloqekirina pere, yasaxa tîcaretê, mumkûnbe wê operasyonê rast bikin, wê îdara wî welatî biqulupînin û herî dawî jî heta bi îşgalê diçe.

Wexta rewş wisa be hinek hêl jî wek li dovîzan bişopînin hema guhê wan li lîsteya terorê ya Emrîka ye.

Birêz! Emrîka carna ji kerema xwe hinekan ji lîsteyê derdixe, carna jî hêrs dibe û hinekên nû li vê lîsteyê zêde dikin û her wiha.

Belê, tarîfa vê teror û terorîstiyê ya ji teref hemû dinyayê ve hatibe qebûl kirin heye gelo? Naxêr. Birêz! Emrîka ji kî re gotibe terorîst ew e terorîst û ev yek qethiyen nayê niqaş kirin.

Ew kesên ji ûlûhiyeta Emrîkayê re şirîka çêbike, ewên ku hewl didin karîzmaya wê xera bike û wan ên ku ji lîdertiya Emrîkayê ya bê niqaş re xerabiyê bike a ew hemû terorîst in.

Ez dibêjim me jî lîsteyek terorê biweşanda. Dixwazin li ser navê Tirkiye, dixwazin li ser navê Ummeta Îslamê.

Hûnê bibêjin ma ka wê çi biguherîne? Wellehîn wê gelek tiştan biguherîne.

Wer heye ku em îro nikaribin wan ceza bikin jî, wê ev yek gaveke gelekî zêde muhîm be.

Beriya hemû tiştî meriv li gor musliman û mezlûman terorê bi nav bike û terorîst kî nin meriv wan diyar bike pir pir muhîm e.

Tabîî di serê wê lîsteyê de wê Emrîka bê nivîsandin. Him jî ne wek a niha siyasetmedarên me îddîa dikin welatekî ji terorê re dibin piştevan û wan vedihewîne, naxêr wê wek welatekî bi xwe terorîste bê nivîsandin. Piştre jî wê welatên din ên emperyalîst daxilî nav lîsteyê bê kirin.

Tiştê Emrîka bi serê Tirkiyeyê de anîn e, wek piştevaniya bi darbekaran re, parastina wan, ji hinek rêxistinên cûda re 3 hezar TIR dayina çek û sîlehan, hûn bawer bikin ev heydûtî û cenawartiya Emrîka li ber terorîstiyê hîç dimîne.

Hewceye dokûmana vê haydûtî, qetlîam, zorbatiya wan bê derxistin û lîsteya girseyên ku ji teref Emrîka ve hatine qetil kirin were weşandin.

Piştre jî çi cezayî heq dike hema dixwaze bila li ser kaxizê jî be divê were beyan kirin.

Dibe ku cara ewil tu mueyîde lê neyê kirin. Feqet Ummet an jî tew nebe divê Tirkiye ji vê yekê gavan bi paş ve navêjin û car car dûbare vê yekê bikin.

Musliman bi awayekî ferdî vê yekê tînin ziman, dinivîsin, li ser dipeyivin encax hûn jî dibînin ku tu tesîr lê nayê.

Ka hûn dibên çi? Qey em musliman û mezlûm ma em ê wan rojan bibînin? Ez wer bawer dikim ku ew rojana ne dûr e, Înşallah wê Xwedayê teala nîşanê me bide.

Di debarê nivîskar de

Têhev

13

Gotar

Mehmed Goktaş

Ê Berê EM TÊN DORPÊÇKIRIN EY UMMET!
Ê Li Pey

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.