Sûriye û Pevçûn

Article

Pevçûnê ku li heremê didomin, pevçûnê ku li Sûrî didomin ketine navhev. Hetta bûyerê ku li heremê didomin ji bûyerê Sûri meriv nikare cuda bifikire. Xusûsen li Sûrî berî şerê xwe bi xwe ku despêbike,ew çaxa ku behsa li hev ketina nav Sûrî dihate kirin Vezîrê derve yê Sûrî Velît Muallîm behsa bûyerê herema me dikir. Ev jî dide nîşandan ku despêkirina divê pêvajoya pevçûnê de û di despêkirina sitendina vê qerara pevçûnê de Esed û rejima Sûrî tesîr û bandora wê heye. Çek û sîlehê di dest urgutê de û reyê ku îstîmal dike ev çaxa meriv lê dinere meriv fehm dike ku di temamê van bûyera de bandor û tesîra Sûrî heye. Elbet Esed û Rejima Sûrî bê Rûsya ti gava bi serê xwe nikarin bavêjin. Çunkî Esed îro alikariya herî mezin ji Rûsya distîne.

Di herema de di hundurê vê hewa bı xumam de tiştê herî xerîpkirine ABD yê li Surî ye.  ABD ji alîkî ve bi Tirkî re dost û muttefîk xuya dike. Ji alîye din ve urgutên ku bi Tirkî re urgutê terorê dibîne. PYD alîkarîyê dide ABD. ABD jî hesabê xweyî Sûrî tev li ser vê urgutê ava kirîye. ABD ji aliyê din ve alîkarîya hinek kom û hêzên laîk yê wek PYD jî dike. Ji alîyê din ve PYD muttefîkê Esed e. Li beyanatê vê urgutê meriv binere dibêjin ku bê Esed em ti tişteki bi dest naxin û dibêjin çi heqê me heye wê Esed bideme. Li gor vêna ABD di rêyeka di vê bi Esed re bûye muttefîk. Her çiqas di hinek beyanatên xwe de ABD dibêje di pêşeroja Sûrî de em ne liba Esed in jî  wûlo nîne. Ev di pratikê de tiştekî nade nîşandan. Obama di heremê de temamê şeytanîyê ABD dide xuyakirin. ABD Muslumana jî ti carî jibo xwe dost û muttefîk nabîne, bi îcraatên wê jî vana têne holê.  ABD li Sûrî ti hêz û komên Îslamî jibo xwe muxattap nabîne.

Di herba ku didome de li Sûrî tiştê ku hê xerîptir ev e ku berê hineka digo em li hemberê herba ne. Em li ti derê herbê naxwazin. Ji vê herba Sûrî re qet tiştekî nabêjin. Di herba Iraqê de jî evê ku li hemberê herbê bûn qet dengê wan dernetkete. Bi rastî cîhê ku dişewite bela ku coxrafya ya Îslamê ye belkî ji ber vêna qet naxwazin dengê xwe derxin.

Sûrî gelek tiştê wê bi heqqî nayê zanîn. Di hundurê vê nezanîyê de tiştekî ku tê zanîn ev e ku qet’î tê zanîn ku ev herp dibe ku têxin nav Tirkî jî û bikin sebebê bê huzûriyê û rijandina xwînê. Bi kolana kortikan li bajarê me jî benzerê Sûrî li Nisebîn û Şirnex li herema me jî hatîye dîtin. Wulo xuya dike ku yên ku ji emelê emperyalîstên dev bi xwîn re dibine alet heta ku hebin ev menzera bajarên ku xirabûyî û wêran emê di pêşerojê de jî bibînin.

 

Heta nivîseke din bimînin di xêr û xeşîyê de. 

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê BÎSMÎLLAH
Ê Li Pey Li Ser Biratîyê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.