HEWARA ME LI TE YA REB

Article

Ğerîbin em li dunyayê

Ketin ber bahoz û bayê

Bi îmdada me kes nayê

Hewara me li te ya Reb!

 

Li dunyayê tevî, îroj

Li me her der bûye wek doj

Xuya nabe li ‘ezman roj

Hewara me li te ya Reb!

 

Me eslê xwe jibîr kirye,

Meta’ê dinyê hiş birye

Îmana me hepis kirye

Hewara me li te ya Reb!

 

Ji te em pir gelek dûr in

Ji lew hewqa-m bêhizûr in

Di nêva zîndanê kûr in

Hewara me li te ya Reb!

 

Esîr kirne neyara em

Didin kuştin me wek her dem

Birîndar in di derd û ğem

Hewara me li te ya Reb!

 

Ji hev xistin yekîtya me

Kirin dûr em ji rêya me

Ji ber vê ez melûl mame

Hewara me li te ya Reb!

 

Li-Filîstîn û-l Araqanê,

Li Misr û Sûrî-w Çaçanê

Îro li tevê cîhanê

Hewara me li te ya Reb!

 

Bela rabe ji ser me şev

Bibin yek ehlê îman tev

Bi dînê xwe me bighîn hev

Hewara me li te ya Reb!

 

 

M. Mustafayê Mela ‘Eliyê Êzdarî

Di debarê nivîskar de

Têhev

9

Gotar

M. Mustefa’yê Mela ʿElîyê Êzdarî

Ê Berê HEWARA ME LI TE YA REB
Ê Li Pey MUHACIR

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.