Şîroveya Hin Çarînên Baba Tahirê Ûryan - 2

Article

Kesên di vê helwestê de ne hem hundirê xwe hem jî derveyê xwe, derdora xwe ronî dikin. Dema meriv li ba wan be, meriv di bin bandora wan de dimîne.

Ez ku li çolan digerim şev û roj, Û histêran dibarînim şev û roj
Ne tayî me û ne derek min têşe, Ez vê zanim ku dinalim şev û roj

“Ez çolperwerem” ango ji çolê hez dikim û min ji vê dinyayê çav, rû û dilê xwe zîvirandiye. Loma ev çol min perwerde dike. Bi şev û roj ango her gav ez li dû evîna te me ya rebbî. Ez ji bo vê evînê bi dest xim her tim hêsiran dibarînim. Lê belê carna ez bi xeyalên dinyevî di’eliqim û ji ber vê yekê ez her tim bi êş û elem im, dinalim. Mirovên ji rêzê wexta nexweşîyek li wan peyda dibe, laşê wan diêşe. Yê min tu nexweşiyek zahîrî ango diyar tuneye. Lê belê êşa min tenê ji bo Xwedayê Teala ye. Di hundirê wê de her gava “bê xweda” valahiyeke û ev valahî her gav digel xwe êş û elemê tîne.

Tu ku zanî, bi min çare biamoj, Ku ez van şevan bi kê re bikim roj
Geh dibêjim, ma wê çi dem roj derê, Geh dibêjim ku ti dem dernayê roj

Heke dawîya rojekê me neheqî û zilm li tu zindiyan nekiribe, wê çaxê înşallah emê bikarin bi dilekî aram vekevin. Lê dijî vê rewşê ango roja me bi neheqî û zilmê derbas bûbe, hewceye bawermend ne aram bin. Di be ku ev şevên tarî qebra mirov be jî. Heke li dinyayê ezmûna pîroz bi serfirazî derbas kiribe ku ew qebr jê re dibe bexçakek ango gulîstanek bihuştê. An jî vê ezmûna pîroz li gorî rê û rêzikên îlahî nebihurandibe, ew qebr jê re dibe kortek ji kortên dojehê. Carna xwe li qebrê dibîne ku qet lê nabe sibe, lewra mirovekî gunehkare û qebra wî bûye mîna kortek ji kortên dojehê. Carna jî dîsa xwe li qebrê dibîne û qed naxwaze lê bibe sibe. Dixwaze ku ev rewşa hanê her dem bidome. Ango ev qebr bûye gulistan û bexçeyek ji bexçeyên bihuştê.

Di vir de armanca wî ya sereke dema li qebrê ango li gorê ji her ezabî rizgar be û netirse, pêwiste li dinyê di riyeke çawa de bimeşe û di nav çalakiyên çawa de cih bigre, destnîşanî xwe û derdora xwe bide. “Beriya mirinekê xwe bimirîne” ev hedîsa pîroz heman wateyî de wek hişyariyekê dide bawermendan.

Wer’ bilbil em binalin ji serê soj, Were eşqa seher ji min biamoj
Tu jibo gula pêncrojan dinalî, Ez jibo dilaraya xwe şev û roj

Ey bilbil evîna te gul e, evîna min jî rebbê min e. Ey bilbil tu herî xweş wexta dawiya şevê ber bi qedandinê ye û ronahîya sibê dike dest pê bike (dema fecrê) tu çav evîna xwe gulê dikevî û herî xweş wê demê dinalî. Lê belê ev evîna te demborî û fanî ye. Were evîna heqîqî ji min hîn bibe. Ji min bi‘ellime. Ez ne penç rojan ez di temenê jiyana xwe de her gav û her an dinalim. Ev evîna te evîneke xapanok e. Ev evîna te piştî pênc rojên din, ewê dev ji te berde, lê belê evîna min mayînde ye, payîdar e. Hezkirinên me yên dunyevî tevahi demborîne. Lê belê dema ev hezkirinên me ji bo razîkirina xwedayê Teala be, ewê li axîretê me pêşwazî bike. Ewê bibin nîmetên bihuştê. Ev tiştên ku li dinyayê demborîne, bi razîbûna xwedayê teala dibin mayinde. Dibin danûsitendineke bikêr.

Hezkirinên li dijî razîkirina xwedayê Teala, her razîbûnên demborî heta devê qebrê ne. Heke em bixwazin ku kirinên me bi erênî derbasî axîretê bibin, her tiştî bi navê xweda bide, bi navê xweda bistîne, ji bona xweda hez bike û dîsa jibo xweda biqehire. Heke bi rasti em evîndarê xwedayê Teala bin, hewceye em her dem rêya wî bişopînin. Di vê şopandinê de her dem wê astengî û musîbet li pêşberî me bin. Di vê rêyê de kişandina êşê ji bo axîretê dibe xelat.

Ey Xweda hawarê dilê bibhîs, Kesê bêkes tu yî, ez mame bêkes

Hemû dibêjin, kesê Tahir nîn e; Xwedê yarê min e, çi hacet bi kes

Her kes dibêje Tahîr bêkese û tu kesî wî tuneye. Ango bêxwedîye. Ji ber vê rexneya civakî feryada wî bilind dibe û dibêje: Dibe ku ez li dinyê bêkes bim, lê belê ev bêkesî ne bêkesîyeke rastî ye. Ev bêkesiyek demborîye. Bav Tahîrê Ûryan ji civakê re wiha dibersivîne: Dema xwedayê Teala ji me re bibe dost, ne hewceye tu kes ji me re bibe dost û xwedî. Ev xwedîtî tenê bese. Lê belê serwerê serweran ango hakimê hakiman hebe, ezê mirovên aciz çi bikim. Bi rastî xwedîtîya heqîqî ewe ku Xwedayê Teala xwedîyê meriv be. Ne ‘evdên aciz û beşer xwedîyê me bin. Bav Tahîre Ȗryan mîna Hz.İbrahîm “Hesbûnellahû we ni'mel wekîl” “Tenê Xwedayê Teala ji bo me bes e.” gotiye.

Xem û derdê min ji ettar bipirse, Dirêjiya şevê j’nexweş bipirse

Hemû mexlûqat halê min dipirsin, Tu ku can û dil î, yek car bipirse

Ev cihê ku ez piranî lê dijîm, rêya kesan pêr lê nakeve. Ji ber ku di wê demê de kargeh ango dikan tineye, danûstendin piranî bi destê ettara pêk tê. Tenê ettar ango gerok rastî min tê û rewşa min a hanê jê agahdar dibe. Ez li vê dinyê her dem nexweşê evîna te me. Çawa ku ji bo yekî nexweş, şev qet derbas nabe û lê nabe sibe. Yê dirêjiya şevê herî baş hîs dike yê nexweşe. Li hember vê rewşê ji bo mirovên ne nexweş, şev herikbar e. Li min jî mîna vê şeva tarî ev jiyana min a li dinyê bê êş û elem qed derbas nabe. Hemû tiştên afirandî, rewşa min dipirsin, lê belê ji min re bê nirx û bê bandor e. Lewra evîna min evînek îlahîye. Ez dixwazim ku Xwedayê Teala, carekê tenê rewşa min bipirse. Dema Xwedayê Teala rewşa min bipirse, ewê derdê min derman bike ango ezê ji derd û xemên xwe rizgar bibim. Ewê ji vê dinya xapînok û derdkêş min bikşîne cem xwe. Ê derd û derman afirandiye Xwedayê Teala ye. Kîjan dermana ji bo kîjan derdan hatiye afirandin, ê herî baş dizane, dîsa Xwedayê Teala ye. Ji ber vê yekê tenê dixwazim Xwedayê Teala rewşa min bipirse. Lê belê dema Xwedayê Teala rewşa min bipirse, ezê ji her cûre nexweşiyan aram bibim. Mînak: Çawa ku ji bo mirovekî nexweş mirovekî ji rêzê çi qasî nêzîk be jî bêkêre. Ji bo derdên Baba Tahir jî civak bêkêre. Loma ji bo nexweş bijîjk çi be, ji bo Baba Tahir jî bijîjk Xweda ye.

Şev tarî ye û gur êrîş dikin mêş, Du zulfên xwe hemayîl ke were pêş

Ji wan xonçelêvan maçek bide min bêje, jibo Xwedê mi’da bi derwêş

Şev piranî bi “xwe xwe” dimîne ango tenê dimîne. Xweza û dinya mîna dikeve bêhnvedanê. Di van şevên tarî û dirêj de gelek wesweseyên şeytên êrişî wî dikin. Ji ber ku di çarînê de gur pirjimarin, ev rewş gelek hevalbendên şeytên nîşan dide. Dibe ku ev hevalbendên şeytên hewa, hewes, nefs, weswese û hezkirinên dinyewî bin. Di vê rewşa hanê de dikeve nav êş û xeman. Ji rebbê xwe dixwaze ku wî ji van êrîşan rizgar bike. Çareseriya vê pirsgirika wî, ji vê dinyayê koçî axîretê bike û bigihêje cemala Xwedayê Teala. Dixwaze ku rizgarkirina rewşa hanê bi rêbaza ruhistîn bê çareserkirin. Lê belê dixwaze ku gava ruhistîn hat, bi awayekî xweşik wî pêşwazî bike. Maçekê bide wî û giyana wî bistîne. Bi vî awayî ji ezabê van şevên tarî û dirêj xelas bibe. Wexta ku tu hatî, bêje ji bo Xwedayê Teala ez hatime giyana te, rûhê te bistînim. Evîndarên Xwedayê Teala, mîna şehîdên îslamê dixwazin ku gavek berî gavekê bigihêjin rebbê xwe û li cem rebbê xwe bên riziqkirin.

Gula ku min bi destê xwe çandiye, Ȗ bi histêrên du çavan av daye

Ma ev li dergehê Xwedê rewa ye, Gul a min be, lê gulav a yê din be

Evîn a min be, derd û êşa evînê ya min be û li hember vê rewşê, xelata evînê ya yekî din be. Kesên li dinyayê bêevîn, bêêş, bêelem û bêked dijîn û bihuştê ji bo xwe layiq dibînin, li cem Xwedayê Teala ne derfete. Ev kes tenê xwe dixapînin. Hinek mirov li ber doza Xwedayê Teala tu ked nerijandine, li pêşberî tu tengasî û derda nehatine û ji xwedayê xwe bêhaydar jiyane. Ev kes dibêjin ku li axîretê emê derbasî  bihuştê bibin. Lê belê ev rewşa rengin li ba xweda ne wiha ye. Dibe ku li dinyayê yên dikin û yên dixwin ne heman kes bin. Ango hinek kes dikin, lê belê ev berdêla kirinê hinek kesên din ên cûda dixwin. Ev rewşa hanê li dinyayê di gelek beşî de, di gelek warî de diqewime. Lê belê li axîretê, li cem Xwedayê Teala qet ne derfete. Li vê dinyayê ji bo ezmûna pîroz çi kirinên te hebin, li axîretê ev kirinên te ne kêm ne zêde ewê te pêşwazi bikin. Ango li dinyayê gul çandibe, ewê li bihuştê vê gula çandiye bîn bike. “Fe men ye’mel mîsqale zerretîn xeyren yereh - We men ye’mel mîsqale zerretîn şerren yereh” “Kî qasî misqalê zerre xerê bike, ewê berdêla wê bibînê û kî jî qasî misqalê zerre xirabiyê bike, ewê berdêla wê bibînê.” (Sûreya Zîlzal, 7 - 8)

Dilo jar im, dilo jar im, dilo jar; Şûşa namûsê j’destê min kete xwar

Tev dibêjin, tu bênav û bêar î; Kesê aşiq, çi bike bi nav û ar

Ew mirovekî hejar û bêçare ye. Êdî li gorî rê û rêgezên civakê tevnagere. Ji ber vê yekê ji aliyê civakê ve tê şermezarkirin. Ew jî dibê kû “Ez evîndarê Xwedayê Teala me” Ev sînorên ku di helbestê de mîna namûsê derbas dibe, ji bo wî bênirxe û negirînge. Ew sînorê ku civakê li dora wî saz kiriye û jê re dibe astengî, nasnake.  Dibê; “ez ne di sînorên we de, di sînorên Xwedayê Teala de tevdigerim. Ez di çarçoveya emr û nehyê Xwedayê Teala de tevdigerim.” Rê û rêgezên pergalê binpê dike û li gorî pergala îlahî tevdigere.

Îro mirovên bawermend ji ber baweriya xwe, ji ber dirûvên xwe, ji ber nuxumandina xwe, ji ber hizr û ramanên xwe tên şermezarkirin. Lê belê ev bawermend bi taybetî yên li herêma me ji bo doza Xwedayê Teala bûne parêzer û leşker. Di vê rêwîtîyê de her dem bedêl didin û mîna Bav Tahirê ÛRYAN evindarên rebbê xwe nin.

Ehmed Aqtaş

Di debarê nivîskar de

Têhev

5

Gotar

Ê Berê Şîroveya Hin Çarînên Baba Tahirê Ûryan
Ê Li Pey Bo De’wetvanan Sirra Serkeftinê

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.