HURRIYET; XUSÛSIYETA ÎMANÊ YE

Article

REÇETA KURDAN: 21

بسم الله الرحمن الرحيم

S: - “Çewa hurriyet xusûsiyeta îmanê ye?” Hinik kes hene hurriyetê xusûsiyeta ‘ısyanê û delaletê dibînin. Tu çawa karî wiha bêjî? Ev gotina te ne gunehkari ye?

C: - “Çimkî kesê ku bi îmanê xwe bi sultanê kaînatê ve girê bide tenezzulî zelîltiyê nake. ’Izzet û cesareta wî zilamî nahêle ku xudyê wê têkeve bin zulm û te’deya keskî din. Û şefqeta îmana wî jî nahêle ku ew zilam destdirêjiya hurriyet û huqûqê keskî din bike.”

Ehlê îmanê bi sebeb ku xwe bi xudyê kaînatê ve girê didin xwedî cesaret in, li hember tu kesî xwe zelîl nakin û sutwê xwe xwar nakin. Û bi sebeb ew xwedayê ku îman pê anîne Rehman û Rehîm e  ew jî bi rehm û şefqt in. Neheqiyê li kesî nakin û destdirêjiya heq û hurriyeta kesî nakin. Xweda Te’ala di Quranê de wiha behsa ehlê îmanê dike:

“Mûhemmed resûlê Xweda ye. Kesên pê re jî li hember kafiran bi şiddet, di nav xwe de jî bi rehm in.” –Sûretê Fetih, ayet: 29-

“Li hember muminan şikestî û sitûxwar, li hember kafiran jî bi ‘izzet û serbilind” - Sûretê Maîde, ayet: 54-

Belê, ğulamkî sadiq yê padîşahkî, xwe ji şivankî re na tewîne” Çimkî ğulam, bi padîşah ve girêdayiye û bi serbilindaya wî serbilind e.

“Û wî ğulamê sadiq li xwe danayne ku zulm û tehekkumê bike jî li keskî bêçare. Yanî çiqas îman mükemmel be, hurriyet jî hewqas xweş e û qedirbiha ye. Ha, vaye ‘esra se’adetê!...”

Însan li gorî dereca îmana xwe dibin ‘ebd ji Xweda re û dîsa li gorî dereca îmana xwe li hember mexlûqatan serbilind û azad dibin. Mîsala viya jî ‘esra se’adetê ye. Mîsalên hurriyeta heqîqî yên bi can û qewîn di wê ‘esrê de gelek xweşik xuya dikin. Ê ku li wê ‘esrê binere wê çêtir fêmbike.

S: - “Madem hurriyet, serînetewandina li hember însana ye; wê demê li hember însankî mezin, li hember şêxkî, li hember ‘alimkî mezin emê çewa bibin hur? Bi sebeb ku meziyetên wan hene, wesfên wanî mezin hene heqê wan heye ku tehekkumê li me bikin. Em jî wek hawê hêsîrê wan wesfên wan in.” Çimkî em cahil in, wesfekî me nîne, ew jî ehlê kemalê ne. Ka çewa emê li hember wan bibin hur?

C: - “Welîti û şêxîtî û meznayî bi nefisşikandinê ye, bi danîna enaniyetê ye, bi mehwiyetê ye. Ne bi quretî, kîbr û tehkkumê ye. Demek kesê xwe qure bike ew “sebiyê muteşeyyix e.” Ew çax hûn jî wî mezin qebûl nekin.”

Qistas û ‘eyar ji bo meznayiyê ev e. Kesê ku welî û şêx be quretiyê li serê xelkê nake. Ê ku quretiyê bike ew “sebiyê muteşeyyix e”. Yanî zarok e, dixwaze xwe bi zor mezin bide nişandan, bi zor hurmetê ji xwe re bide nîşaşndan. Hûn jî ne mecbûr in ji ê wiha re hurmet bikin û hurmet nekin.

S: - “Çima tekebbur û quretî ‘elametê biçûkiyê ye?”

C: - “Çimkî ji her însan kî re mertebeyek mezinantî û şuhretê heye. Însan di wê mertebê de derveyê xwe temaşe dike û ji derve ve xelk wî di wê mertebê de dibînin.”

Her însan li gorî malbat û tevgera xwe di civakê de jê re mertebekî çêdibe. Mu’amela wî di gel însanan û mu’amela însanan di gel wî li gor vê mertebê ye.

“De îjar ew merteba wi ya ku însan wî tê de dibînin, heger ji qama qabiliyeta wî bilindtir be, ji bo ku di sewiya wê mertebê de were xuyakirin, bi quretî xwe dirêjî wê mertebê dike.”

Yanî xelk di heqê merteba wî de zennkê dikin, bes ew ne layiq e û naghêje wê mertebê. Îja xwe bi zor mezin dide nişandan û xwe dirêjî wê mertebê dike. Wek wî zilamê qama wî kinik û dixwaze xwe dirêj bide nişandan. Dibe wek karê zarokan.

“Û îja heger qîmet û heqê wî bilindtir be xwe ditewîne û dadixe bibal merteba ku di çavê însanan de ye.”

Yanî merteba ku însan wî tê de dibînin, ew bi qîmet û heqê xwe ji wê mertebê bilindir e. Wê demê xwe ditewîne û dadixe bibal wî kesê ku wî li jêrtir dibîne. Kesê ku me’nen merteba wî bilind e bes xelk wî li jêrtir dibîne, tewadu’ dike û nefsa xwe biçûk dike û xwe dadixe wê merteba ku însan wî têde dibînin. Wek însanê dirêj ku xwe ditewîne û dighîne sewiya însanê kinik.

Hezretî ‘Elî Kerremellahû wecheh gotiye: “Kesê ku liserê însanan tekebburê bike zelîl dibe. Tekebbur û quretî ji cahilan cahiltiyê nade alî. Tewadu’ jî tu zirarê nade kesên bi‘aqil. Bes kesê bi‘aqil dema tewadu’ê dike pê zêde dibe. Quretî ji tişkî nade xwedyê xwe.

Hasilê kelam; hurriyet ji îmanê ye. Di de’wa hemî pêğemberan de heye. Bes tiştê ku em musluman ji hurriyetê fêm dikin û tiştê ku fêmberiya cahili dibêje ne yek in. Li gor fêmberiya cahilî ehkamê şer’î û bilxasse men’ û mueyyideyên şer’î mani’ên hurriyetê ne. Hurriyeta ku em musluman li hember dertên û xerab dibînin ev e.

Temamê mexlûqan bi qanûn û ‘adetên Îlahî ve girêdayîne. Bi vê nêrînê ji bo mexlûqan hurrieyta mutleq tuneye. Ev qanûn jî ji ber ku bûne tebî’î, girêdayina bi wan ve ne esaret e, belkî hurrieyt e. Kesên ku li hember qanûn û ‘adetên Îlahî dertên û dibêjin emê xwe ji wan jî azad bikin, wê demê jî dikevin bin qanûnê nefsanî, yanî qanûnê şeytanî.

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

29

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

  • بگوهێ قەلبێ خوە گۆداري بكن ئو بچاڤێ عەقلێ خوە بنەڕن
  • SERÊ XWE RAKIN BÊJIN TU RAST DIBÊJÎ
  • سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن
  • HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE
  • بهەركەسيڕە مەيلا دينێ ئيسلامێ پەيدا بويە
  • NÛRA DILAN JÎ NERMÎYÛ MERHEMET E
  • هەڤپەيڤينا جڤاكا كوردان بسەيدايێ بَدِيعُ الزَّماَنْڕَه
  • Î’layê Kelîmetullah Bi Pêşveçûnê Ve Girêdayı Ye
  • ئيعلايێ كەليمەت الله بپێشڤەچونێڤە گرێداييە
  • ئەم هاي ژخوە نەمان ئو مە ڕيعايەتا تەدبيران نەكر
  • Di Dinya Me Ya Îro De Înqîlabek Dunyewî û ‘Ecêb Heye
  • ددونيا مە يا ئيرۆ دە ئينقيلابەك دونيەوي ئو عەجێب هەيە
  • Wekhevbûnî Ne Di Fedl û Şerefê de...
  • وەكهەڤبوني نە دفەضلو شەرەفێدەيە، دحقوقدەيە
  • Hurriyeta Me Wê Bibe Fecra Sadıq Ji Bo ‘Alema Îslamê
  • حوڕيەتا مە وێ ببە فەجرا صادق ژبۆ عمومێ عالەما ئيسلامێ
  • Hurriyeta Ğeyrîmusliman Şu’bek Ji Hurriyeta Me Ye
  • حوڕيەتا غەيري مسلمان شوعبەك ژ حوڕيەتا مەيە
  • HURRIYET; XUSÛSIYETA ÎMANÊ YE
  • حوڕيەت؛ خصوصيەتا ئيمانێيە
  • Hurriyeta Li Hember Însan...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Rafiziyê Huriyetê Kolê Nefsê Ne
  • ڕافزيێ هەرتشتي هەنە ئێ حوڕيەتێ ژي كۆلێ نەفسێنە
  • Yan Xîlafeta Şer’î Yan Jî Îzmîhlala ‘Umûmî
  • يان خيلافەتا شەرعي يان ژي ئيزميحلالا عمومي
  • Em Li Şerî’etê Xwedî Derkevin...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Hevpeyvîna civaka Kurda Bi Seydayê Bedî’uzzeman re
  • Ê Berê حوڕيەت؛ خصوصيەتا ئيمانێيە
    Ê Li Pey حوڕيەتا غەيري مسلمان شوعبەك ژ حوڕيەتا مەيە

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.