ÎSLAM

Article

Îslam, ku tu çûy, li me bû êvâr

Me’na heyatê, nema bi yek câr

 

Bi sal û meha, ez çûm di reha

Lê dil ne giha, armanca xwe yâr!

 

Mi l’ku nezer kir, bû çîya û gir 

Pelê xwe j’xwe kir, çûm bin kîjan dar

 

Dema j’te bûm dûr, ez mabûm bê nûr

Ketim çalê kûr, li çolê beyâr

 

J’lewm û sîtema, halê me nema

Em mam di ğema, di nêv âh u zâr

 

Ku tu ğeyyîdî, xweşî me nedî

Poşmanin îdî, poşmanin hezâr

 

Tu çûyî ji lew, nema li me xew

Hebîba bedew, em hiştin bîzâr

 

Bê te nabe jîn, mi ev kir yeqîn

Ji nêv dil axîn, kêm nabe ticâr

 

Ma ne bese qey, ev dağîn û key

Di nalin wek ney, di leyl û nehâr

 

Ey can û canan, li me bik îhsan

Vî mulkê wêrân, dîsa bik dîyâr

 

Bes ku tu werê, roja te derê

Ber em esîrê te bin ey dîldâr!

 

Em zanibin ger li me vekî der

 

Bi gorî bin her em bindest û jâr

Di debarê nivîskar de

Têhev

18

Gotar

Ê Berê
Ê Li Pey RÊYA AZADÎYÊ

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.