Îstîqamet Keramet e, ‘Xeflet Hezîmete

Article

 أَحَسِبَ النَّاسُ أَن يُتْرَكُوا أَن يَقُولُوا آمَنَّا وَهُمْ لَا يُفْتَنُونَ

 

“ Ma însan dibên qey ku ew bêjin “Me îman anî”, ewê dev ji wan bête berdan û ewê neyên ceribandin?” (‘Enkebût-2)

Xuda Te’ala, dixwaze em bawerî pê bînin. Lê belê dixwaze ku em di bawerîya xwe de rast bin. Ji ber vê, me bi gelek wesîla di ceribîne; bê ka bi rastî me îman anîye yan na. Lewra ji bonî qebûlkirina îmanê gotina bi dev ne bese.

Mirovê mu’min, hem bi gotinên xwe hem bi kirinên xwe li gorî emrê Rebbê xwe dijî. ‘Heyeta wî li ser îstîqametê ye. Belê îstîqamet çiye?

Îstîqamet, ewe ku meriv li ser riya musteqîm be. Ew rê her tim raste û tu carî xwar naçe. Ew rêye ku meşa tê de, meriv dibe xelasîyê lê terka wê meriv dibe xusranê. Çawa ku sûreyê ‘Esr ji mere beyan dike:

“Sond be bi ‘esrê! Bi rastî mirov tev di xusranê de ne. Ji bilî (ji ‘xeyrî) yên ku bawerî anîn û karên qenc kirin û heqqî yû sebrê li hev şîret dikin.” (‘Esr-1-3)

Ji vê sûreyê tê fehmê, kû îstîqamet di jîna me de tune be, rêya ku em tê de di meşin ne rêya rast be, xelasîya me tuneye. Ji ber vê mu’min her tim rêwingê vê riyê ye. Ew qet ji vê rê şaş nabe. Bawerîya wîya bi Xuda, tu carî ji ciyê xwe na leqe. Hem bi jiyana xwe hem bi ‘emelê xweyî salih, îmana xwe îsbat dike. Emr û nehyê ku Xudê dane bi cîh tîne. Zikr û ‘îbadetê xwe bê rîyakarî dike.  

Mu’min xwe di vê rê de tenê na fikire. Ew li însanê dora xwe jî di fikire. Ji wan re heqqiyê dibêje , dîne Îslamê teblî‘x dike. Lê belê meşa di vê rê de ne re‘hete. Cewr û ze‘hmetê wê zêdene. Wekî ayeta ‘ewila ku borî dibêje: “însan wê were ceribandin.” Mu’min li pêşber van îmtî‘hana lazime sebirkêş be, bi sema‘x be. Lewra îmtîhan ne rojek û du roje.

Mirovê mu’min, di edakirina ‘îbadet û bicîhanîna emrê Xuda de lazime bi qerar be. Ne ku rojekî ‘îbadetê xwe xweşik bike, lê roja dî neke. Yan jî emrê Xuda carna bi cîh bîne lê carna jî guh lê neke. Ev ne îstîqamete, ev ne meşa riya musteqîme. Hem dîsa lazime mirovê mu’min, ji dûrbûna ji gunehan, ji parastina neqencîya jî, xwe bigre u sebir bike.

Hem di gotin û teblî‘xa dînê Xuda de jî gelek îmtî‘han wê werne pêşya mirovê mu’min. Neyarê Xuda wê wî bi tirsînin, wê te’dê bidinê û heye ku qesta canê wî bikin. Li pêş van zehmet û zorîya, dîsa jî s ji mu’min re ebir lazime. Lewra ‘halê îstîqametê ne re‘hete. Lê belê bi îzna Xuda Te’ala, mukafata wê jî hêja ye. Ku mukafata wê hem riza Xuda Te’ala ye hem cenneta ebedî ye. Kesê li ser vê rê bimîne û ji vê riyê dernekeve, ew kes xwedî keramete. Lewra kerameta herî mezin îstîqamete.

Mirovê mu’min, bera vê qenc zanibe kû li ser riya musteqîm dujmin pirin. Li ser vê riyê nefs u şeytana gelek xefik vedane. Lazime mu’min, hişyar û bîrwer be. Ew tu carî xwe bê tedbîr nehêle, destê xwe bide destê rêzanekî û bi cema’eta mu’mina re bi meşe. Lewra nefs û şeytan karin kesekî bi tenê, bi rehetî ji rê derînin; lêbelê nikarin cema‘etekî ji rê derînin.

Şeytan, heta însana nexine ‘xefletê, ew bi însana nikarin. Ji ber vê, dixwazin ku însana bi tenê bihêlin û wan ji nav kom û cema‘eta mu’mina dûr bikin da ku kes di hewara wan de neyê. Wextê însan bikeve ‘halê ‘xefletê, hingî çek û sîlehê xwe ji ser xwe di deyne û li ber dujminê xwe, xwe bê sênc dihêle. Wê demê însan, nikâre li ber dijminê dijwar xwe bigre dê meğlûb bibe.

‘Xeflet, dûrbûna ji Xuda Te’alaye. Hem kislanîya di zikrê Xuda de ye û hem te’wîzdana ji ‘îbadeta ye. Lewra wextê qelbê însan, ji zikr û fikra Xuda Te‘ala dûr dibe û bi masîwayê mijûl dibe, ew demê şeytan derîyekî ji xwe re dibîne û tê ser qelbê însan, hêlîna xwe çêdike. Wê demê, şeytan îstîqameta wî însanî xera dike û wî ji riya Xuda Te‘ala derdixîne.

 

Ji ber vê dibê mu’min tu carî di kirin û bicîhanîna ‘îbadeta de xwe bê ‘xîret neke û li ber nefs û şeytana ne te’wîzkâr be.  Hem lazime ew, li ber derîyê qelbê xwe, her û daîm nobedar be. Ew, ticarî nekeve halê ‘xefletê û demekî jî ji şeytan ğafil nebe. Yan na ew xebata wî ya bi sala, heye dê bi hicûma nefs û şeytana beyhûde here. Ustadê şi’rê Şeyh Ahmedê Cezerî vî halî wiha di Dîwan’a xwede tîne ziman:

 

Bi narê firqetê sohtim

Ji ferqê ser ‘heta pê da

Xedenga ‘xefletê nuhtim

Ji berqa lami’a tê da

 

Xedenga firqetê re’d e

Dilê ew ‘xefletê lê dit

Dibêjim wer cebel bit ew

Bi ker bit wê di gavê da

Di dawîya peyva xwe de, em dîsa gûh bidin fermanê Xuda Te’ala, bê çi ji mer di bêje:

فَاسْتَقِمْ كَمَا أُمِرْتَ وَمَن تَابَ مَعَكَ وَلاَ تَطْغَوْاْ إِنَّهُ بِمَا تَعْمَلُونَ بَصِيرٌ

 “Na xwe tu û ewên ku digel te tobe kirine, çawa ji te re emir hatiye kirin wiha xwe rast bikin, li ser îstiqametê bin û heddê xwe derbas nekin. Bê guman tiştê ku hûn dikin Xuda dibîne.” (Hûd-112)

Bê guman, Xuda Te’ala rast gotîye!

Mustafa TURAN

 

 

Di debarê nivîskar de

Têhev

17

Gotar

Ê Berê MU’MIN MU’MINE
Ê Li Pey Neqşên Heccê, Jîn û Jîyana Îbrahîm Xelîl (‘E.S)

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.