LI SER ŞÊWRÊ

Article

 “Der barê karên tê bikî de bi wan re bişêwire.” (Al-î Îmran-159.) Xwedayê Te‘ala di vê ayetê de emrî Resûlûllah (s.‘e.w) dike ku di şuğlê xwe de bi eshabê xwe re îstîşare bike. Lê belê di şexsê Resûlûllah (s.‘e.w) de tevê muminan muxatabê vê ayetêne ku di şuğlê xwe de şêwrê bikin, bi hevre bişêwirin. Di sûretê Şûra, ayeta 38an de jî Xweda weha ferman dike: “Karê wan (muminan) di nava wan de bi şêwrêye.” Dema wê ji bo şuğlekî qerarekê bidin, li hev dicivin û fikra xwe ji hevra dibêjin. Piştre li ser fikrekê bi hevra qerarekê didin. Û vê qerarê pêk tînin.

Şêwr meseleke civakîye ku civak nikare dev ji vê dustûrê berde. Îslam dixwaze ku heger di heqê civakê de qerarek bê sitendin, ev qerar bi dilê civakê be, daku pêk anîna vî şuğlê bi civakê giran neyê û bi dilekî xweş vê qerarê bi cih bînin. Aqil heye ji aqilekî din zanatire. Jilew heger di meselekê de emrekî xuyayî tunebe, lazime fikra aqilmenda bê sitendin. Çağa fikir bê sitendin, wê bê dîtin ku tiştnê mirov nafikire, hevalê mirov dibêje û tev de jê tê îstîfadekirin. Îslam bi nefsa însên re jî mucadele dike û enanîyetê bi tu awayî qebûl nake. Ji ber vêya digel ku nefsa dixwaze xerabîyê bide kirin pê ra tunebû jî ewwilî emrî Resûlûllah (s.‘e.w) bi şêwrê dike. Peyre emrî tevê mumina dike ku şêwrê bikin.

Heger însan ji bo şuğlekî şêwrê bike, lazime di kesên bi wan şêwir tê kirin de hinek xusûsîyet hebin. Divê fikir li gorî hewa û hewesê neyê gotin. Yek hesedê yekî bike, wî nekşîne, ne mumkine fikreke baş jê re bêje. Jibo vêya lazime mirov, kesê pê re dişêwire baş bineqîne. Her wiha di meselê de kesên pê re şêwr tê kirin, lazime zana be. Nexwe wê rêya ğelet ber mirov bixe. Kesê nezan be, ya jî nefs pê re hebe û îdara şuğlekî di destê de be, naxwaze li hember wî tu kes xeber bide û tiştekî bêje. Gelek caran jî ji şêwra bi hinekan re ditirse. Naxwazin hinek aqilmend bipêş bikevin. Jibo textê wan nekeve talûkê, îdara şuğlê xwe li gor hewa û hewesa xwe dimeşînin. Ji tu kesî tiştekî napirsin. Bi vî awayî yeqîn dikin ku wê îdara wan dirêjtir di destê wan de bimîne.

Şêwr jibo her şuğlekî derence bi derenceye û bi awakî ji hev cûdane. Lê lazime em bizanibin ku şêwra herî berjêr, şêwra di nav mêr û jin de ye yanî di şuğlê malê de bi hev bişêwirin. Şêwra di îdara dewletê de şêwra herî berjore ku îdarevanên dewletê bi xelkê xwe re bişêwirin û fikra van bistînin. Di sîreta Resûlûllah (s.‘e.w) de em vêya xweşik dibînin, lewra di şuğlê dewletê de bi eshabê xwe re şêwirîye. Piştre ji şêwrê çi qerar derketîye, bêşek ew qerar tetbîq kiriye. Nimûna herî xweşik û eşkere jî di herba Ûhûdê de tê dîtin. Digel ku Resûlûllah (s.‘e.w) xewn jî dîtibû, şêwr kir û ne bi dilê wî bû jî, qerara ji şêwrê derket pek anî.

Divê bê zanîn me’na ku Îslam dide şêwrê û me’na ku îdeolojîyên ğeyrî Îslamî didine şêwrê ne weke hevin. Belkî di hinek tiştan de bişibine hevdu jî lê belê ev nayê wê me’neyê ku Îslam ‘eynî me’neyê dide şêwrê. Lewra tiştê ku di heqê wî de ji Qur’an û Sunnetê, ji îcma û qiyasê delîlê qet’î hebin, lazime bi ya vana bê kirin. Tu nikarî bêjî ezê ji xelqê bipirsim û bi ya xelqê bikim. Hingî Xweda û Resûlê wî çi gotibin, tê bi ya wan bike. Yan jî di îcma û qiyasê de çi hatibe gotin, tê bi ya wan bike. Lewra Îslam di vê meselê de emir eşkere kiriye. Di destê mirov de heqê neqandinê nemaye. Lê belê di mesela ku mezheban li ser wê îxtîlaf kirine, di wê de neqandin mumkine. Her wiha esasê şêwrê di Îslamê de ji îdeolojîyen din cudaye.

 

Hate fêmkirin ku şêwr di Îslamê de gelek muhîmme û di şêwrê de jibo jîna civakî û şexsî gelek hîkmet û fayde hene. Heger mirov bixwaze qerarên bi îsabet bide, gavên bizanîn bavêje, lazime mirov emrê Xwedayê Te‘ala bi cih bîne û şêwrê bike. Pişti ku meriv bi ya şêwrê kir, meriv alîkarîya Xwedaye Te‘ala tê de bibîne. Heta nivîseke din bimînin di xêr û xweşîyê de.                                             

 Yehya ÊZDARΠ

Di debarê nivîskar de

Têhev

12

Gotar

Ê Berê Guherandin Lê Belê Bi Bal Îslamê Ve
Ê Li Pey Ji Mewsîma Mewlûdê Bi Bal Remezanê Ve

Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.