Hurriyeta Li Hember Însan...

Article

‘HURRIYETA Lİ HEMBER ÎNSAN ‘UBÛDIYETA Lİ HEMBER ELLAH TE’ALA YE

M. ‘Ebdussemed Hilmî

“Ey gelî Kurd û Tirkan! Însaf bikin, yeki rafizî hedîsekî ğelet me’ne bike yan jî ğelet pê ‘emel bike, gelo merev gerek wê hedîsê înkar bike yan gerek meref bêje; wî kesê rafizî xeta dike, ğeletiya dike û merev şerefa hedîsê muhafeze bike?”

Van kesên wiha fasiq û xerab dema ku hurriyeta şer’î xerab bidin nişandan qey gerek em ji ruwê wan de li hember hurriyeta şer’î derkevin?

“Belkî hürriyet ev e: Ji ğeyrî qanûna ‘edalet û tedîbê gerek kes li kesî zulmê neke, gerek huqûqê her kesî were muhafezekirin.” Gerek tecawuzî heqê tu kesî neyêkirin.

“Gerek her kes di tevgera xwe ya şexsî de serbest be. Û gerek sirrê neyha vê ayete di her kesî de xuya bike: “Gerek kes ji tu kesî re koletiyê neke”

S: - “Dêmek ji berê ve em xwedyê hurriyeta xwe ne. Hurriyeta me wek hawê cêwîka me bi me re welidiye. Ew çax bira hinkî din kêfê bikin, ma ji me re çiye”

C: - “Belê, ji xwe tehemmulkirina we ya wan tiştê ku nayên tehemmulkirin ji evîna hurriyetê ye. Û ew tiştê ku we ji xweşiyên medeniyete musteğnî kiriye, wek teyrê ‘enqa tenêbûn bi we daya heskirin jî evîna hurriyetê ye.” Evîn û dîldariya hurriyetê hûn musteğnî kirine ji jiyana civakî ya medenî. Wek teyrê ku jê re dibêjin ‘Enqa ku bi tena serê xwe dijî, navê wî heye lê ew bixwe di heqîqet de tüneye.

“Bes ey gelî koçeran! Ew hurriyeta we nîvê hurriyetê ye. Nîvê din jî ew e ku hûn hurriyeta xelkê xera nekin” têkiliyê bi hurriyeta wan neynin, heta hûn tecawuzî huqûqê ğeyrî xwe bikin hûn tam hur nabin, azad nabin.

“Hem ev hurriyeta we wek qûtê layemût e. Bi qasî ku hûn nemrin w eli piya dide sekinandin. Bi vê hurriyeta xwe hûn ji civakê dûrin. Hal ew e ku ev hurriyeta we ya ku we ji cifakê dûr dixe, di wan heywanê cîranê we yê di çiya de jî heye.” Ew heywan jî bi tena serê xwe güya serbest dijîn.

Heqîqeten ku teselli û lezzetik ji wan heywanê kûvî yê reben re hebe ew jî hurriyeta wan e.”ew çax ferqa navbêna hurriyeta we û hurriyeta heywana çiye?

“Bes ew hurriyeta ku wek rojê di biriqîne û her rûh me’şûqê wê ye û humkûfê cewhera însaniyetê ye… belê ew hurriyet di nav dilşadiya qesra se’adeta medeniyete de rûniştiye, bi xişrên me’rîfet û fezîletê hatiye xemilandin.”

Eslê hurriyetê din av civakê de bi şeklê cem’îyetê kemala xwe dibîne, bi me’rîfeta Îlahî û bi fezîletê bi terbiya Quran û sunnetê tê xemilandin, gunehkarî û laûbalîtî ziddê hurriyetê ne, sebebe ifsada medeniyetê ne. Wek jiyana koçera ji jiyana bi tena serê xwe re nayê gotin hürriyet. Civakên ku şerî’et li nav wan hakime ancax ew ji hurriyeta heqîqî te’m dikin.

S: - “Wê hurriyeta ku tu medhê wê dikî hinika di heqê wê de wiha gotiye:

 “Hurriyetun hurriyetun bînnarî, lîennea textessû bîl kuffarî”

Tu ji viya re çi dibêjî?” Şêx Selîmê Hîzanî ev beyt di derheqê hurriyetê de gotiye. Yanî: Hurriyet însanan di be cehennemê, çimkî hurriyet xasê bi kafira ye.

C: - “Şa’irê ku vê beytê gotiye hêviya wî ji paşerojê nemaye. Wî zenkiriye ku hurriyet kare qomunîzmê ye û helal û heram di hurriyetê de tune.” Dema ku tê gotin hurriyet, hinik însanên me viya hurriyeta li hember Xweda zen dikin.

“Haşa! Belkî hurriyeta li hember însan, ‘ubûdiyeta li hember Ellah Te’ala ye.”

Însan çiqas nêzî Xweda be û çiqas emr û nehyê Wî bi cî bîne hewqas li hember însanan hurr e, lezzeta hurriyetê dijî. Însan çiqas ji Xeweda dûr beû heram û helal nas neke, ew hewqas ji hurriyetê dûr e, hêsîrê însana ye, ne hêsîrê însana bi tenê jî hêsîrê dinyayê û tiştên di dinyayê de ye jî.

“Min gelek însan dîtine, ji kesên ku hurriyetê dixwazin (ehrar) zêdetir hucûmî Sultan ‘Ebdulhemîd dikin û wiha dibêjin: Sultan ‘Ebdulhemîd ji ber ku sî sal berê hurriyetê (meşrûtiyeta yekem) û qanûna esasî qebûl kiriye kesekî xerab e.”

De ka ev jî gotin in yanî?

“Heyran! Tu î’tîbar ji gotinên vana re nîne. Çimkî Sultan ‘Ebdulhemîd ji ber ku mecbûr ma (ji ber şertên wî zemanî) di sultantiya xwe de tehekkum kir. Îro van kesan vêya hurriyet zen dikin, ji qanûna esasî ditirsin ku ev qanûn navê wê heye lê ew bi xwe tune ye (çimkî nehat tetbîqkirin). Vanê ku van gotinan dikin rewşa wan ev e.

Di heqîqet de vana me’na hurriyetê nizanin.

“Hem yekî ku ev serê bîst sala ye ji Îslamiyetê re fedakariyê dike jî wiha gotiye:

“Hurriyetun ‘etiyyeturrehmanî, îz enneha xasiyyetul îmanî”

Ji zaroktiya wî heta wê deme bîst sal derbas bû ku Ustad Bedî’uzzeman tim û daîm ji bo Îslamê fedakariyê dike ev beyt gotiye. Yanî: Hurriyet xelata Xwedayê Rehman e, çimkî hurriyet xusûsiyeta îmanê ye. Kesê ku îman nanîbe hurriyet jê re tüneye. Kesê ku xwe teslîmî Xweda Te’ala kiribe zillet û bindestiya ji bo ‘ebdan û tehekkuma ‘ebdan qebûl nake.

Di debarê nivîskar de

Têhev

27

Gotar

M. ‘Ebdussamed ‘Hilmî

  • سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن سەرێ خوە ڕاكن بێژن تو ڕاست دبێژي ئو هون ژ گۆتنا ڤێ گۆتنێڕە دەيندارن
  • HEVPEYVÎNA CIVAKA KURDAN BI SEYDAYÊ BEDÎUZZEMAN RE
  • بهەركەسيڕە مەيلا دينێ ئيسلامێ پەيدا بويە
  • NÛRA DILAN JÎ NERMÎYÛ MERHEMET E
  • هەڤپەيڤينا جڤاكا كوردان بسەيدايێ بَدِيعُ الزَّماَنْڕَه
  • Î’layê Kelîmetullah Bi Pêşveçûnê Ve Girêdayı Ye
  • ئيعلايێ كەليمەت الله بپێشڤەچونێڤە گرێداييە
  • ئەم هاي ژخوە نەمان ئو مە ڕيعايەتا تەدبيران نەكر
  • Di Dinya Me Ya Îro De Înqîlabek Dunyewî û ‘Ecêb Heye
  • ددونيا مە يا ئيرۆ دە ئينقيلابەك دونيەوي ئو عەجێب هەيە
  • Wekhevbûnî Ne Di Fedl û Şerefê de...
  • وەكهەڤبوني نە دفەضلو شەرەفێدەيە، دحقوقدەيە
  • Hurriyeta Me Wê Bibe Fecra Sadıq Ji Bo ‘Alema Îslamê
  • حوڕيەتا مە وێ ببە فەجرا صادق ژبۆ عمومێ عالەما ئيسلامێ
  • Hurriyeta Ğeyrîmusliman Şu’bek Ji Hurriyeta Me Ye
  • حوڕيەتا غەيري مسلمان شوعبەك ژ حوڕيەتا مەيە
  • HURRIYET; XUSÛSIYETA ÎMANÊ YE
  • حوڕيەت؛ خصوصيەتا ئيمانێيە
  • Hurriyeta Li Hember Însan...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Rafiziyê Huriyetê Kolê Nefsê Ne
  • ڕافزيێ هەرتشتي هەنە ئێ حوڕيەتێ ژي كۆلێ نەفسێنە
  • Yan Xîlafeta Şer’î Yan Jî Îzmîhlala ‘Umûmî
  • يان خيلافەتا شەرعي يان ژي ئيزميحلالا عمومي
  • Em Li Şerî’etê Xwedî Derkevin...
  • ڕەچەتا كوردان
  • Hevpeyvîna civaka Kurda Bi Seydayê Bedî’uzzeman re
  • Ê Berê ڕەچەتا كوردان
    Ê Li Pey حوڕيەت؛ خصوصيەتا ئيمانێيە

    Şîroveyên ku tên nivîsandin ne nerîn û fikrên me ne û bi tu awayî me temsîl nakin. Berpirsiyarê şîroveyan kesên ku şîroveyê dike ye.